28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCKê ji bo Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand

KCKê, diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin bi wefata Emîne Ocak ku yek ji kesayetên sembol ên Dayikên Şemiyê ye hesiyane û got, “Têkoşîna Dayê Emîne û hemû xizmên windayan wê têkoşîna me ya sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ronî bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê li ser wefata yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand. KCKê di beyama xwe de xemgîniya xwe parvekir û destnîşan kir ku dê têkoşîna Dayika Emîne û hemû xizmên windayan, têkoşîna wan a ji bo azadî û demokrasiyê ronî bike.

KCKê di peyama sersaxiyê de destnîşan kir ku ew bi xemgîniyek mezin bi wefata Emîne Ocak ku bi têkoşîn, berxwedêrî û lêgerîna edaletê tê nasîn ku yek ji kesayetên sembol ên Dayikên Şemiyê ye, hesiyan û wiha got: “Em ji malbat, xizm û gelên xwe re, bi taybetî ji Dayikên Şemiyê re sersaxiyê dixwazin. Dayê Emîne ku bi têkoşîna xwe ya bi biryar û israr a ji bo dîtina aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak ê piştî Komkujiya Gazî ya Stenbolê ji aliyê çete, polîsên dewletê, mafya û hêzên kontra ve di 12yê Adara 1995an de hat binçavkirin, ji bo hemû xizmên windayan bûye çavkaniya cesaret û hêzê. Dayê Emîne di 27ê Gulana 1995an de li Qada Galatasarayê pêşengî ji çalakiyên xizmên kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi darê zorê hatin windakirin kir û di tevahiya jiyana xwe de ti carî dest ji têkoşîn û lêgerîna edaletê berneda û di berfirehkirina têkoşînê û pêkhatina bîra civakî de roleke girîng lîst.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de KCKê ev tişt got: “Têkoşîna sembola lêgerîna edalet û heqîqetê ya Dayikên Aştiyê Dayê Emîne û hemû xizmên windayan wê têkoşîna me ya ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ronî bikin. Em soz xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan ên ji bo aştî, edalet û demokrasiyê pêk bînin. Em careke din ji malbata Ocak, xizm û gelên xwe re, bi taybetî ji Dayikên Şemiyê re sersaxiyê dixwazin.”