9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

KCKê berxwedana li dijî êrişan silav kir

Hevserokatiya KCKê têkildarî êrişên ser taxên kurdan ên li Helebê daxuyanî da û got ku êrişên bi vî rengî çareseriyên maqûl sabote dike û berxwedana li dijî êrişan silav kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê weke “Hewldana sabotekirina çareseriyeke maqûl” pênase kir û berxwedana li Helebê silav kir.

Daxuyaniya KCKê wiha ye: “Çend roj in bi çekên giran êriş li taxên kurdan ên li Helebê têne kirin. HTŞ a ku Şam bi dest xist, êrişê dibe ser her bawerî û gelên ku weke wê nafikire. Çeteyên di bin sîwana hikumeta veguhêz a Şamê de ne ku destpêkê êrişî Elewiyan piştre jî êrişî durziyan kirin, niha jî êrişî kurdan dikin. Ev rastî radixe pêş çavan ku hêzên Şam xistine destê xwe dijminê gel û civakê ne. Desthilatdariya Baasê hilweşiya, niha jî Baas a bi rî weke kabûsekê bi ser Sûriyeyê ve hatiye.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qadên bicihbûnê yê kurdan e ku zêdeyî sed sal in kurd lê ne. Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir, taxa Şêxmeqsûd hem li dijî desthilatdariya Baasê hem jî li hemberî çeteyên di bin sîwana HTŞê de cih digirin ên ku îro dixwazin Helebê bi dest bixin, weke jin, zarok, extiyar bi temamiya civakê li ber xwe da. Gelê kurd ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 15 sal in bi rêbaza Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe dide. Rastiya gel ku par li Tişrînê bi hêzên xweparastinê li ber xwe da, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 15 sal in berxwedaneke mînak nîşan dide. Li van taxan hewl tê dayin ku nasname û çanda kurd bêne parastin. Ji bo bibe parçeyek ji Sûriyeya demokratîk li ber xwe dide.

Êrişên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hem êrişên dijminê demokrasiyê ne, hem jî ji bo xalîkirina van taxan ji kurdbûnê ye. Serwerên Şamê yên bi serkêşiya Ahmet Şara, xwedî ferasetek welê ne ku nikarin xwe li hebûna bawerî û gelên cuda rabigirin. Tê xwestin ku netewe dewleteke ji yek bawerî, yek çand, yek ziman û yek netewe li ser bingeha qirkirina nasnameyên cuda bê avakirin ku ev yek di sedsalên 19 û 20emîn de hatin dîtin. Ji ber vê yekê jî êrişî wan gelan dike ku dixwaze Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk ava bike.

Ev nêzîkatî dewama desthilatdariya Baasê ye. Eger Ahmet Şara û hikûmeta Şamê ya veguhêz dixwaze bibe desthilatdariyeke rewa û dixwaze yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne, divê dest ji nêzîkatiyên bi vî rengî berde, bi gelê kurd û gelên din re polîtîkayeke welê bimeşîne ku yekîtiya Sûriyeyê ava bike. Hîn di vê mijarê de zêde dereng nebûye. Dema ku bê dîtin ku li Sûriyeyê kurd timî di nava diyalogê de ne û hîn di demeke nêz de diyalogan dewam kirin, êrişên bi vî rengî hewldaneke sabotekirina çareseriyeke maqûl û pêvajoya diyalogê ye.

Çeteyên ku niha li Helebê êrişî kurdan dikin ew komên faşîst in ku beriya bi demeke kurt ji aliyê Îngilistanê ve li lîsteya rêxistinên terorîst hatin bicihkirin. Ev ew hêz in ku bi HTŞê re Şam bi dest xistin. Di nava van hêzên êrişkar de hin komên cuda hene ku hîn jî dixwazin karakterê xwe yê faşîst biparêzin û li Sûriyeyê bi bandor bibin. Ahmet Şara hem ji aliyê van ve hem jî ji aliyê hêzên cuda ve dîl hatiye girtin. Yan jî Ahmet Şara xwe bi vî rengî nîşan dide û piştgiriyê ji hêzên cuda werdigire. Çeteyên ku niha êrişî Helebê dikin ew çeteyên xwedî heman mejiyê DAIŞê ne ku weke Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ve têne nîşandan û ji aliyê dewleta tirk ve hatine perwerde û biçekkirin. Organên weşanê yên desthilatdariya li Tirkiyeyê van êrişan diparêzin û hewl didin berdevkiya çeteyan bike. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta tirk li pişt van êrişane. Jixwe nûçegihanên ji Helebê nûçe derbas dikin dibêjin çeteyên êriş dikin piştgiriyê ji dewleta tirk werdigirin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, di demekê de ku li Tirkiyeyê Rêber Apo bersiv da banga Devlet Bahçelî û bi înîsiyatîfê pêvajo da destpêkirin, me bang li dewleta tirk kir ku piştgiriyê bide kurdên li Sûriyeyê û xwedî li wan derkeve. Ji ber ku ev kurd xizmê kurdên li Tirkiyeyê ne. Bi gotina, çawa ku Tirkiye xwedî li tirkmenan derdikeve divê li kurdan jî xwedî derkeve me xwest ku li Sûriyeyê bi roleke erênî rabe. Eger Tirkiye dixwaze li ser bingeha xwişk û biratiya kurd-tirkan sedsaleke nû ava bike, ya ku divê bike ev e û em vê banga xwe dubare dikin.

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî 15 sal in bi jin, zarok, extiyar, weke tevahiya gel li ber xwe dide. Îro jî bi jin, extiyar û zarokan weke tevahiya civakê bi feraseta Şerê Gel ê Şoreşgerî divê li ber xwe bide. Divê mînakeke mezin a kevneşopiya berxwedanê ya 15 sal in dewam dike, nîşan bide. Gelê me li hemberî êrişa bê kurd hiştina Helebê û tevahiya Sûriyeyê divê bi jin, zarok, extiyarên xwe, weke tevahiya civakê li her devera lê ye bimîne û li dijî êrişên çeteyan li ber xwe bide.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê bi kevneşopiya berxwedanê ya 15 salan li ber xwe bide, em berxwedana wan silav dikin û bawer dikin ku berxwedana wan wê bi serketinê tacîdar bibe.

Em bang li gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku xwedî li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkeve.”