14 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Pêngava 15ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got, “Pêngava 15ê Tebaxê bi veguherîna dîrokî re di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşketina xwe û afirandina encamên dîrokî dewam dike” û xwest, bi girîngiyeke mezin û tevlîbûneke girseyî bê pêşwazîkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi wesîleya salvegera 41emîn a Pêngava 15ê Tebaxa 1984an daxuyaniyek weşand. KCKê Fermandarê Pêşeng ê Pêngava 15ê Tebaxê Mahsum Korkmaz (Egîd) bi bîr anî bal kişand ser girîngiya Pêngava 15ê Tebaxê. KCKê her wiha Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar ku du roj berê HPGê şehadeta wan ragihandibû jî bi bîr anî. KCKê Pêngava 15ê Tebaxê li her kesî pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi coşeke mezin pîroz bikin.

Hevserokatiya KCKê di destpêka daxuyaniya xwe de Fermandarê Pêşeng ê Pêngava 15ê Tebaxê Mahsum Korkmaz (Egîd) bi bîr anî bal kişand ser girîngiya Pêngava 15ê Tebaxê. KCKê ev tişt anî ziman: “Em di salvegera 41emîn a Pêngava 15ê Tebaxa 1984an de ne ku di dîroka Kurdistanê de werçerxeke girîng e. Beriya her tiştî di şexsê Fermandar Egîd de em lehengên vê pêngava dîrokî hemûyan bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin, ji ber ku pêşengî ji vê pêngava dîrokî re kirin ku nirxên mezin ji gelê Kurdistanê û mirovahiyê re afirand, em minetdarê wan e. Pêngava 15ê Tebaxê ya Dîrokî di serî de li gelê me, li şehîdên me yên leheng û li Rêber Apo pîroz dikin ku kir malê gelê me û mirovahiyê. Vê pêngava dîrokî her wiha li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hevrêyan hemûyan, girtiyên azadiyê, jin, welatparêz, ciwan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, hêzên sosyalîst û demokratîk, li dost û mirovahiyê pîroz dikin.”

Bi berdewamî KCKê Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar ku du roj berê HPGê şehadeta wan ragihandibû jî bi bîr anî û ev tişt got: “Bi bîranîna vê pêngava dîrokî re em fermandarên xwe yên mezin Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û milîtanê ciwan ê dilmezin hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku neferên vê xetê bûn û şehadeta wan nû hate ragihandin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja bi hurmet ditewînin. Hevrêyên Sofî, Koçero û Bahtiyar weke milîtanên Apoyî li ser xeta 15ê Tebaxê bi lehengî têkoşiyan û dîrok nivîsandin. Wezîfeya welatparêziyê û şoreşgerî ya bingehîn e ku em van lehengên xeta 15ê Tebaxê bi rengekî hêja bi bîr tînin.”

Pêngava 15ê Tebaxê gaveke welê ye ku rê li ber dîrokê xist

KCKê bi berdewamî bal kişand ser girîngiya Pêngava 15ê Tebaxê û ev tişt anî ziman: “Pêngava 15ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye ku em encamên wê hîn jî dibînin. Yek ji werçerxên herî girîng ên dîrokê ye. Gaveke gelekî mezin e ku bandor li dîrokê kir û rê li ber dîrokê xist. Gelê kurd ku hebûna xwe dihate înkarkirin û tinebûn lê dihate ferzkirin bi Pêngava 15ê Tebaxê re bû xwedî ruh, hişmendî û îrade, li ser bingeha azadiyê xwe jinûve afirand. Mejiyê înkarê li Kurdistanê ser û bin bû, pêvajoya ber bi tinebûna neteweyî hate rawestandin, pêvajoya hebûna demokratîk a neteweyî destpê kir. Gotina ‘Jinûve afirandina xwe ji xweliyên xwe’ bi Pêngava 15ê Tebaxê re li Kurdistanê veguherî rastiyê. Pêngava 15ê Tebaxê ya Dîrokî ispat kir ku gelekî tinebûn lê dihate ferzkirin bi felsefe, pîvan û nirxên xeta 15ê Tebaxê re dikare jinûve û hîn bi xurtî hebûna xwe misoger bike û nirxên mezin bide mirovahiyê. Ji ber vê yekê Pêngava 15ê Tebaxê dîrokî ye û ne tenê ji bo gelê kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê nirxên girîng afirandiye. Îro gelê kurd, di serî de Tevgera Jinên Kurd bi nirxên xwe yên demokratîk, ekolojîk û azadîparêziyê, her wiha bi dînamîzma xwe ya xwe dispêre van nirxand, pêşengiyê ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya gelan, jinan, çînên bindest û mirovahiyê re dike.”

Ji bo mirovahiyê hîn jî nirxan diafirîne

KCKê ev tişt jî anî ziman: “Pêngava 15ê Tebaxê ya Dîrokî pêvajoyeke ku dewam dike. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo mirovahiyê hîn jî nirxan diafirîne. Têkoşîna azadiyê ya mezin hîn jî bi ruhê vê xetê û pîvanên wê bi pêş dikeve. Weke ku li dîrokê hate nivîsandin, Pêngava 15ê Tebaxê ne tenê fîşeka destpêkê ya li hemberî dijminê qirker, mêtinger û înkarê bû, her wiha fîşekek bû ku li qereqolên di mejiyan de jî hate xistin. Bi qasî ku çalakiyeke leşkerî bû her wiha şoreşeke mejî bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe encamên mezin afirand. Îro jî Pêngava 15ê Tebaxê veguherîna dîrokî pêk tîne û di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêşketinan û afirandina encamên dîrokî dewam dike.”

Divê bi moral, kelecan û tevlîbûneke girseyî bê pêşwazîkirin

Di dawiya daxuyaniya xwe de KCKê Pêngava 15ê Tebaxê li her kesî pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi coşeke mezin pîroz bikin û ev tişt ragihand: “Çawa ku heta niha hate kirin, ji niha û pê ve jî divê gelê me, hemû gel û dost Pêngava 15ê Tebaxê ya dîrokî bi girîngiyeke mezin, bi moral, kelecan û tevlîbûneke girseyî pêşwazî bikin û pîroz bikin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bi ruhê Pêngava 15ê Tebaxê, bi dilsoziya xurt a bi azadiyê, hişmendiya demokratîk û rêbaza têkoşînê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş ve bibin, têkoşînê mezin bikin û em Cejna Vejînê li her kesî pîroz dikin.”