9 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Buroya Enformasyonê ya KCK'ê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîma ku gerîla li Başûrê Kurdistanê li dar bixe nebin.

Buroya Enformasyonê ya KCKê der barê daxuyaniya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji gerîla re bike û merasîma li başûrê Kurdistanê were lidarxistin de agahî da. Buroya Enformasyonê ya KCKê daxuyand ku plansaziya der barê rêxistinên medyayê û rojnamegerên ku ji bo şopandina merasîmê hatine de guheriye û ev daxuyanî da: “Ji ber rewşa ewlehiyê ya guherbar, hûrguliyên merasîma ku hatibû plankirin li Silêmaniyê pêk were, di demek kurt de hatin guhertin. Merasîm wê wekî ku hatiye plankirin pêk were, lê wê zindî neyê weşandin û çapemenî beşdar nebe. Ji ber vê yekê em pir xemgîn in û em rîca dikin ku ev guhertina lezgîn a kêliya dawî wê erênî were dîtin.

Wê li nêzîkî cihê merasîmê ekranek were danîn û dawiyê wê qeydên merasîmê lê wir were weşandin. Tekane rêya ku em we agahdar bikin ev e. Hûn vexwendiyê wir in. Dibe ku hin ji we ji ber guhertina kêliya dawî de biryara beşdarnebûna merasîmê bidin; em vê biryarê bi baş fêm dikin, rêzê jê digirin û ji ber vê nerehetiyê em xemgîn in.”