19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Em pêvajoya nû rast fêhm bikin, li dijî lîstikan hişyar bin!

KCKê diyar kir ku AKP bi polîtîkaya xwe şer giran dike û bang li gel û hêzên demokratîk kir ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin, li hemberî her cûre êrîş û lîstikan hişyar bin û têkoşînê mezin bikin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi vî rengî ye: “Rêber Apo ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin di nava fedakariyeke mezin de ye. Rêber Apo beriya niha diyar kiribû ku eger şert û merc bêne afirandin wê pêvajoyê ji ser zemîne şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike. Weke tevgerê jî me destnîşan kiribû ku em bi îradeya Rêber Apo re ne û pêvajoya ku ew bimeşîne wê ji bo me esas be.

Rewşeke gelekî erênî ye ku heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bidawîkirina pêvajoya şer û bicihkirina pêvajoyê li ser zemîna siyasî û hiqûqî bi partiyên siyasî yên li Parlamentê re nîqaş kir. Em weke pêşketineke girîng û destpêkeke nû dibînin ku siyaseta Tirkiyeyê nîqaşê li ser nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo dike. Rêber Apo hewl dide ku têkiliyên kurd-tirk li gorî cewhera xwe ya dîrokî ji nû ve sererast bike, ji rewşa şer derxîne ku bi taybetî vê sedsala dawî ketiye nava şer, li ser bingeheke welê bide rûniştandin ku hevdu nas bikin û xurt bikin. Pêvajoya heyî ji bo vê armanca dîrokî hem weke firsendê hem jî weke şensê dawî dibîne. Ji ber vê yekê jî di nava şert û mercên giran ên Îmraliyê de bi fedakarî, berpirsyarî û biryardariyeke mezin tevdigere û bang li her kesî dike ku bi cidiyet û berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin. Hewldanên Rêber Apo yên ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike, şer bi dawî bike, çareseriya demokratîk a pirsgirêka urd û demokratîkbûna Tirkiyeyê misoger bike, hêvî û bawerî da civakê. Lê belê daxuyaniyên hin rêveberên AKPê û nîqaşên li hin saziyên çapemeniyê yên ku van daxuyaniyan ji xwe re dikin esas berevajî vê yekê ne; hêvî û baweriya li nava civakê dişikîne.

Weke ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê dîtin, desthilatdariya AKPê polîtîkayeke welê dimeşîne ku vî şerî dewam dike, kûr dike. Ji aliyekî ve gotina xwişk, biratî, aştî û hevdîtina bi Rêber Apo re ya ji bo bidawîkirina şer, li aliyê din jî nêzîkatiyên desthilatdariya AKPê yên ji bo kûrkirina şer işaretê bi paradoksekê dike. Ev helwesta desthilatdariya AKPê hem zehmetiyê diafirîne ku pêvajo derbasî ser zemîna siyasî bibe, di heman demê de xizmetê ji kûrkirina şer re dike û pêvajoya ku Rêber Apo bi fedakariyeke mezin hewl dide bi pêş ve bibe, derbê lê dixe. Zextên li ser gel ku zêde bûne, gotinên di asta heqaretê de ji gelê Kurd û Rêber Apo re têne gotin, dewamkirina tayînkirina qeyûman, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava radixin pêş çavan bê desthilatdariya AKP’ê di nava nêzîkatiyeke çawa de ye. Herî dawî di nava raya giştî de belav bû ku qeyûm li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin û îradeya gel careke din hatiye desteserkirin. Ev nêzîkatî ji bo pûçkirina hewldanên Rêber Apo ne ku bi fedakariyeke mezin têne kirin û şer jî giran dike.

Êrîşên desthilatdariya AKPê yên bi destê çeteyên SMOyê yên li ser Rojava, nîşan dide bê nêzîkatiyeke çawa li hemberî Kurdan nîşan dide. Dijminatiya desthilatdariya AKP’ê ya li Kurdan hîn neqediya ye. Ev dijminatî dewam dike û li Rojava xwe bi şênberî nîşan dide. Desthilatdariya AKPê bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze îradeya jiyana hevpar a demokratîk a gelan tine bike. Eşkere ye ku desthilatdariyek xwedî vî mejî û siyasetê ne alîgirê xwişk-biratî û aştiyê ye, berevajî vê yekê şer û dijminatiyê dike.

Êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rojava nirxê hevpar ê mirovahiyê ye. Li dijî DAIŞê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir, di vê oxirê de berdêlên giran da. Niha jî desthilatdariya AKPê êrîşê dibe ser van nirxên hevpar ên mirovahiyê û dixwaze tine bike; dixwaze DAIŞê ji nû ve rake ser piyan. Desthilatdariya AKPê her roj komkujiyan dike, bombeyan li malan, rê, pir, qadên jiyanê û çavkaniyên xwedîkirinê dibarîne. Ji bo rawestandina êrîşan gelê sivîl berê xwe da Bendava Tişrînê lê belê bombe li wan jî barand û komkujî kir. Li aliyê din êrîşên li ser bendava Tişrînê dikare bibe sedema felaketeke mezin. Ev hemû sûcê li dijî mirovahiyê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne, li ber rabe û ji bo parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê de helwest û hewldana pêwîst nîşan bidin. Divê hêzên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî bibînin bê kî ji bo çareseriyê hewl dide, kî van hewldanan sabote dike û xwe ji şer û neçareseriyê xwedî dike.

Li ser vê bingehê em bang li gelan, hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku li ber êrîşên desthilatdariya AKPê û çeteyên wê yên li ser Rojava rabin, ji bo xwedîderketina li Rojava ya bi xurtî bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derkeve.

Çalakiyeke gelekî mezin û bi wate ye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşan bi rengekî girseyî ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan. Ji ber vê helwesta xwe ya bi wêrekî em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, vê çalakiya wan a bi wate silav dikin. Yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Helwest û îradeya gelan ji êrîşan, ji dijmin gelekî mezintir e û têrê dike ku wan bisekinîne û têk bibe. Di vê çarçoveyê de helwesta gelan wê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê têk bibe.

Li ser vê bingehê em careke din bang li gelê xwe yê welatparêz, hêzên demokratîk dikin ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin û li hemberî her cûre êrîş, fen û lîstikên xapandinê hişyar bin, baldar bin, bi rêxistin bin û têkoşîn û yekîtiyê hîn xurt bikin.”