12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Divê NY û YE xwedî li berxwedana kurdan derbikevin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê, destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên koordînekirin bi awayekî aşkere li Helebê sûcên şer pêk tînin û di serî de bang li kurdan NY û YEyê kir ku xwedî li berxwedana mirovahiyê derkevin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê têkildarî êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da. KCKê di daxuyaniya xwe de got: “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.”

Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye: “Rejîma Sûriyeyê tevî çeteyên girêdayî dewleta tirk û tevlîbûna dewleta tirk a çalak li ber çavên tevahiya cîhanê li dijî kurdên li Helebê êrîşên qirkirinê tê pêkanîn. Sivîl, extiyar, jin û zarok tên kuştin. Armanca van êrîşan koçberkirina kurdan û guhertina demografiyayê ye. Komên çete ên ku bi taybetî ji hêla rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk ve tên koordînekirin nexweşxane jî di nav de warên sivîlan hedef digirin û bi çekên qedexe bombe dikin û sûcên şer pêk tînin.

Rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk ji êrîşên xwe yên hevpar ên hovane re weke hincet gotina xwe ya hêzên girêdayî PKKê li Helebê ne û li wir şer dikin nîşan didin û bi rêya vê derewa xwe propogandayê dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek derewek mezin e û hewl tê dayîn bi propagandayek dervî rastiyê raya giştî bixapînin. Hewl didin ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê hincetan çêbikin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi propagandayên derewîn hem zemîna şer amade kirine û hem jî rasterast birêve birine. Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek caran dibêjin ku teqez hêzên girêdayî PKKê li Helebê nîn in jî, Hakan Fîdan û rejîma Şamê di propagandeyên derewîn de israr dikin. Israra Hakan Fîdan û Yaşar Guler planeke sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo avakirina xwişk-biratiya kurd-tirk û bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka kurd re hatiye destpêkirin e. Dewleta tirk weke aliyê koordînasyona şer, dijminatiya xwe ya li dijî kurdan li Helebê didomîne.

Li Helebê êrîşa rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk a li gel planên nû yên hevpar a li ser kurdên ku DAIŞ têk birine, êrişeke duyemîn a DAIŞê ye. Wê demê jî DAIŞê xwestibû li Helebê kurdan qetil bike û koçber bike û a niha jî li gel hincetên cuda êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê tên kirin. Ji ber wê yekê divê ev êrîş weke êrîşên cîhadîst ên dewama DAIŞê û biryara Meclîsa Gel a Helebê jî weke îradeya berxwedana li dijî DAIŞê were dîtin. Gelê kurd, li hemberî DAIŞ û her cure komên çeteyan ên cîhadîst ev 15 sal in bedêlên mezin dane û li ber xwe daye. Ev berxwedana gelê kurd, ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e. Divê civaka navneteweyî vê yekê bi vî rengî bizanibe, fêm bike û girêdayî vê yekê piştevaniya gelê Helebê bike û pûçkirina plana qirêj a li ser Helebê û kirina tiştên hewce erkekî exlaqî û wijdanî ye.

Piştevanî û alîkariya hemû gelê kurd ê li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal û Ewropayê hêjayî pîrozkirinê ne. Em weke Tevgera Azadiyê berxwedana gelê me ya lehengî ya li dijî êrîşên komkujî û koçberkirina bi darê zorê yên li Helebê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurdistan wê bibe yek, her cure piştgiriyê bide û ji bo serkeftina berxwedana birûmet a li Helebê wê têkoşînê mezin bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye. Li Sûriyeyê hewcehiya gelan ne bi şerî û dijminahî heye hewcehiya gelan bi aşitî, xwişk-biratî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû heye. Rollîstina hemû hêz û derdorên siyasî ya di vê çarçoveyê de wê xizmeta aşitiya herêmê bike.”