Meclîsên Jinan ên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) bi dirûşmeya “Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin” dest bi pêngaveke nû kir.
Platformê têkildarî vê yekê di 16’ê Gulanê de ji 6 welatên cuda û 73 bajarên Tirkiyeyê, bi tevlîbûna 750 endamên platformê civîna onlîne li dar xist. Di civînê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û bûyerên piştî peymanê pêkhatî hatin nîqaşkirin.
Jinan di civînê de bal kişandin ser biryardariya têkoşînê û xeta xwe ya nû ya çalakiyan aşkere kirin. Hin biryarên ku jinan girtin wiha ne;
“Em ê li hemû bajaran dengê xwe ji bo dirûşmeya ‘Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin’ bilind bikin. Emê bi awayekê girseyî û hemwext van çalakiyan li dar bixin.
-Em ê rê û rêbazên xwe yên têkoşînê yên li dijî bêhiqûqiyan her tim biguherînin.
-Em ê têkoşîna xwe bi awayekê bi armanc bi rêve bibin.
-Bi tevlîbûna gelek rojnamegeran em ê civîneke li ser onlîne li dar bixin.”
-Em ê bi bi her beşên civakê yên ku li dijî bêhiqûqiyê têdikoşin bên gel hev û rêbazên nû biafirînin.
-Em ê bi tecrûbeyên xwe rê li ber muxalefeta civakî vekin.
-Ber bi 1’ê Tîrmehê dema betalkirina Peymana Stenbolê, em ê di xeta xwe ya têkoşînê de Peymana Stenbolê bidin pêş û li tevahiya welêt li ser piyan bin.”