Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), Federasyona Femînîstên Ciwan û Meclisên Jinan li Navenda Çandê ya Zûbeyde Ana ya li Beşîktaşa Stenbolê, têkildarî kuştina jinan û mirina bi guman a di sala 2024an de civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Nûnera Meclisên Jinan a KCDPê Esîn Îzel Uysal ku di civînê de ewil axivî û got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a civakî kuştina jinan e. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe. Sala 2024an bû sala ku herî zêde jin tê de hatin kuştin. Têkoşîna feminîstên ciwan li hemberî hemû nêrînên neyînî me zindî dihêle. Em hêvî dikin ku em ê di sala 2025an de gavek din nêzî wekheviyê bibin.”
Piştre Sekretera Giştî ya KCDPê Fîdan Ataselîm axivî û diyar kir ku kuştina jinan ji aliyê mêran ve rastiyek e ku hewl tê dayîn bê paşguhkirin. Fîdan Ataselîm, wiha domand: “Em ê encamên derketina ji Peymana Stenbolê, pêkanîna polîtîkayên malbatê û nepêkanîna xala 6284an parve bikin. Di sala 2024an de 394 jin hatine kuştin û 259 jinan bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Me hişyarî da hikûmetê ku bi polîtîkayên malbatê wê zêdetir jin bên kuştin û ev encamên wan polîtîkayan e. Jin tên kuştin û ev ne tesadufî ne. Ji sedî 71ê jinan di nava malbatê de û ji sedî 42 jî ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin, hûn behsa parastina kîjan malbatê dikin? Ji sedî 57ê jinan li malê hatine kuştin. Ger dewlet bixwaze ji bo rawestandina kuştina jinan bibe îrade, divê pêşî li çekdarkirina takekesî bigire.”
Fîdan Ataselîm, bal kişand ser 259 mirinên bi guman ên ku di bin navê “întîharê” de hewl tê dayîn bên veşartin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger, dadger û polîs nikarin wan wek întîxar bi nav bikin, her yek ji wan tê wateya jiyana zaroka jinê. Em dipirsin ka çi hatiye serê Gulistan, Narîn, Rojîn. Bila hikûmetên we yên bi vî rengî hilweşin. Dibêjin jin dê li malê bimîne, bibe dêya zarokan û bibe kevaniya malê. Kevanîbûn ji bo bêkarhîştîna jinan hatiye afirandin. Kevaniya malê kî ye? Jin dê nebin makîneyên we yên zayînê, lênêr û koleyên we. Me 6284 nivîsand û me got em ê pêk bînin û me dest bi seferberiyê kir. Dema ku em vê hewldanê dikin, dibin sedem ku kuştina jinan zêde bibe. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di sala 2022yan de 284, di sala 2023yan de 309, di sala 2024an de jî 274 kuştinên jinan pêk hatîne. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, kuştin zêde dibin. Gotinên manîpulatîf ku dibêjin kuştina jinan kêm derew e. Lê em jî ne tenê tên kuştin, em xwe bi rêxistin jî dikin.”
Ji Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kuştina jinan ne tesaduf e, ji ber polîtîkayên AKPê pêk tê. Hikûmet hêza xwe ji bo berjewendiyên mêran û li dijî jinan bi kar tîne. Îsal behsa polîtîkayên malbatê kirin. Hejmara jinên ku ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin zêde dibe. Ji sedî 75ê jinan di nava malbatê de hatine kuştin. Di sala 2023yan de hejmara zarokên keç ku ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin 5 bû, îsal jî 19 jin ji aliyê bavê xwe ve hatin kuştin. Tişta ku hat serê xuşka me Narînê, nîşan dide ku malbat ne cîhek baş in. Hikûmet neçar e ku bişopîne ka zarok li malê çi dijîn.”
Guneş Fadîme Akşahîn jî wiha got: “Wezaret li wargehan bernameya perwerdehiya beriya zewacê dide. Em ê bernameyên we yên perwerdehiyê û polîtîkayên malbatê pûç bikin û bavêjin. Derdê jinan ne zewac e û ne jî tenê xwedîderketina li zarokan e. Em nikfşekî xwedî perspektîfa wekhevîxwazin û ala azadiyê hildigirin. Bila rêya me vekirî û têkoşîna me her û her bijî.”
Herî dawî Nûnera KCDPê Şîrîn Yalîncakoglû axivî û wiha got: “Em gelekî diêşin. Wezîrên ku dibêjin gelek zarokan bînin vana dibînin? Her sazî ji pêşeroja zarokan berpirsyar e. Li hemberî van hemûyan divê em têbikoşin ku her jin mafên xwe yên destûrî bizane pêşve bibîn. Divê em Divê her yek ji me dengê xwe bilind bike û jin li her derê xwe bi rêxistin bike. Divê em tu carî netirsin. Em ê bi rêxistinkirina jinan kuştina jinan rawestînin.”