Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan di pêşengiya sazî û rêxistinên dostên kurdan de bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hamleya ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Hamleyê li gelek navendan eleqeyek mezin dît. Bi hezaran rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar, akademisyen û hiqûqnas beşdarî vê hamleyê bûn. Hamleyê li tevahiya cîhanê deng veda û kelecanek mezin ava kir. Têkildarî hamleyê Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut diyar kir ku hamleyê di 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Berê hamleya dem dema azadiyê hebû. Vê hamleye jî bi pêşengiya dostên kurdan hatiye destpêkirin. Ji aliyê saziyên navdewletî ve hatiye destpêkirin. Niqaşek demdirêj heye ji bo azadiya Rêber Ocalan. Dema ev niqaşa ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin di nava dostên kurdan de jî kelecanek mezin pêş ket. Dostên kurdan di hamleya dem dema azadiyê de jî cih girtin. Vê carê di hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” cih girtin. Di navde nivîskar, hiqûqnas, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîlan jî cih digirin.”
Zumrut, anî ziman ku li Parîsê nûnerên sendikayên herî mezin tev li vê hamleye bûn û wiha axivî: “Sendîkayen ciwanan jî cih digirin. Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku hem di nava hamleyê de cih digirin û hem jî dê vê hamleyê têxin meriyetê. Rêxistinên dostên kurdan tenê daxuyanî nedan. Di heman demê de ji bo pratîkê jî di navde cih digirin. Li ser esasê ‘Bê rêber apo jiyan nabe’ li gelek herêman daxuyanî hat dayîn.”
Li zêdeyî 100 navendan hamle pêş ket
Zumrut, destnîşan kir ku di hamleyê de 74 navend hatibûn diyar kirin û wiha berdewam kir: “Ne tenê li Ewropa, li welatên din ên cîhanê, parzemînên din ên cîhanê jî navend hatibûn diyarkirin. Ji 100’î zêdetir li navendên welat û parzemînên cîhanê daxuyanî hatin dayîn. Vê xebatê kelecanek mezin ava kir.”
Dost jî dibêjin çareserî Ocalan e
Zumrut bal kişand ser sekn û helwesta dostên kurdan û wiha lê zêde kir: “Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê em dibêjin çareserî azadiya Rêber Apo ye. Êdî dostê me jî dizanin ku çareseriya pirsgirêka kurd û çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Dostên kurdan jî diyar dikin ku ev pirsgirêk bêyî azadiya Rêber Apo çareser nabe.”
‘Her tişt ji bo azadiya Rêber Apo ye’
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut herî dawî da zanîn ku ev daxuyaniyên hatin dayîn ne tenê ji bo rojekê ye û wiha bi dawî kir: “Em jî wekî saziyên li Ewropa li hemû cihên ku em lê bi rêxistin in, me hemû hêza xwe seferber kiriye. Me ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbûrgê 4 rojan nöbet girt. CPT li vir e. Li vir biryara tecrîdê û komplo hatiye dayîn. Muhatabê CPT li vir e. Bi tecrîdê dixwazin vîna Rêber Apo û vîna gel ji hev qut bike. Ji bo vê yekê roj bi roj tecrîdê giran dikin. Demên pêş jî ji bo azadiya Rêber Apo gelek bername û plansazî hene. Wê li ser du lingan xebat pêş bikeve. Xebatek li ser dîplomasiya civakê ye. Xebata din jî li ser dîplomasiya navdewletan e. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo xebat li ser du esasan tê meşandin. Em wekî KCD-E jî bi hemû hêzên xwe yên jin, ciwan rexistinên xwe seferber dikin. Hemû xebatên me dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”