PKKê, di danezana 12emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3yê Tîrmeha 2018an de û Riza Altûn jî di 25ê Îlona 2019an de şehîd bûne. Kaytan û Altûn bi çalakiyên li Riha, Agirî, Qers, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin hatin bibîranîn.
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê bîranîn hat lidarxistin. Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Çîçek Ayşe Çîçek, xwişka Salih Kandal Aynûr Yilmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek welatî tev li bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan, Altûn û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatin daliqandin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke der heqê jiyana Kaytan û Altûn de hate nîşandan. Gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî di bîranînê de axivî û serpêhatiya têkoşîna azadiyê ya Kurd vegot. Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglû metna hevpar xwend û got: “Şehadetên çêbûyîn bandoreke mezin li ser me tevan kir. Em ê di rêya wan de bimeşin. Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan.”
‘Ev ne dawî ye, destpêkeke nû ye’
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş û Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas jî axaftinên kin kirin. Omer Ocalan jî di bîranînê de wiha got: “Rêbertî, ji bo avekî li vî agirî bike, aştiyeke birûmet birêxistin dike. Em, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di sala 1973’yan de bi Rêbertiyê re dest bi meşê kiribûn, bi bîr tînin. Divê her kes li paş xwe vegere û tiştên di van 52 salan de qewimîn binêre. Curnê Reş malovaniya gelek şoreşgeran kir. Riza Altûn li vir hate girtin û birin girtîgehê. Li vir dîrokek hate nivîsandin. Em ê her tim vê dîrokê bixwînin. Em ê têkoşînê mezin bikin. Bi hezaran zarokên vî gelî bi canê xwe ev têkoşîn mezin kirin. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em vê têkoşînê mezin bikin û bi ser bixin. Rêberê Gelê Kurd ev 26 sal in di tecrîdê de ye. Hêzên hegemon bi hemû hêza xwe êriş kirin lê nekarîn vê têkoşînê têk bibin. Gelek rê û rêbaz ceribandin lê nekarîn. Gelê Kurd ji her kesî baştir berxwedanê dizanin. Em dikevin pêvajoyeke nû. Rêber Apo, paradîgmayeke nû datîne pêşiya me. Ev ne dawiyeke e, destpêkeke nû ye. Divê her kes xwe di vê pêvajoyê de bibîne. Divê em hemû dilmayînên xwe deynin aliyekî. Îdiaya me mezin e. Em ê bi hev re vî barî li xwe bigirin. Rêber Apo, bi salan li muxataban geriya. Di sala 1993’yan de dema Rêber Apo agirbesta yekalî ragihandî ev yek got. Turgut Ozal di wê demê de jiyana xwe ji dest da. Divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be. Gelê Kurd bi Rêber Apo bawer e. Hem barê me hem jî îdiaya me mezin e. Em ê heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin.”
Xwişka Salih Kandal, Aynûr Kandal jî bal kişand ser rola dîrokî ya têkoşînê li Curnê Reş û ev tişt anî ziman: “Dema Rêber Apo hatibû vê derê, dayika min jê pirsî bê ka î ye. Wî jî got; ‘Ez mamosteyê mamosteya me.’ Weke malbatan em ji mamosteyê xwe bawerin û heta nefesa xwe ya dawî em bi wî re ne. Divê dewlet demildest gavan biavaêje. Zêdetirî 50 sal in têkoşînek tê dayin û bila êdî kesek negirî. Bila her kes destê xwe deyne bin kevir. Şer hêsan e lê aştî zehmet e.”
Di bîranînê de kesên şahidiya salên 1978-79’ê kirin, bîranînên xwe vegotin. Herî dawî jî ji bo tevlibûna bîranîna di 18’ê Gulanê ya li Amedê bang hate kirin.
Bi pêşengtiya rêxistinên DBP û DEM Partiyê li Agiriyê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, li Eywana Kofneransê ya Sema Yuce ya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar hat lidarxistin. Rêveberên her du partiyan ên bajar û navçeyan, endamên meclisa giştî ya bajar û şaredariyan ên DEM Partiyê û gelek welatî tev li bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin daliqandin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de peama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kaytan û Altûn şandî û peyama DEM Partiyê hatin xwendin. Piştre jî sînevîzyoneke ku jiyana Kaytan û Altûn vedibêje hate pêşandan. Beşdaran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar ên Qers û Erziromê jî bernameyên bîranînê li dar xistin. Partiyî û gelek welatî beşdarî bernameyên bîranînê bûn.
Li rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê jî bîranîn hat lidarxistin û sînevîzyon hate pêşandan. Di bîranînê de qurnefîl danîn ber wêneyên Kaytan û Altûn û find hatin vêxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî nivîsên ku jiyana Kaytan û Altûn vedibêjin hatin xwendin û sînevîzyonek hate pêşandan. Bîranîn, bi, dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî bi heman boneyê bîranîn li dar xist û sînevîzyon pêşan da. Gelek kes tev li bîranînê bûn.
Çerax hatin vêxistin
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bîranîn hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo Kaytan û Altûn çerax hatin vêxistin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) Mîkaîl Atan di bîranînê de got ku tevgera azadiyê ya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye û got: “Meşa me ya têkoşîna 52 salan bi hemû heybeta xwe didome. Ev ne dawiyeke, destpêkeke nû ye. Em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Ev rê, kesên digotin ‘em jiyanê bi qasî di rêya wê de bimirin jê hez dikin” vekirin. Wan em gihandin van rojan.”
Piştre jî sînevîzyoneke ku jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Bîranîn, bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.