Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku jiyana xwe ji dest dabûn, dê di 15-16-17 û 18ê Gulanê de li Stenbolê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Li gorî bernameyê, dê di her sê rojên ewil de li hemû rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan ji bo Kaytan û Altûn quncik were avakirin û bîranîn bên lidarxistin.
Di 18ê Gulanê roja yekşemê saet di navbera 13.00 û 19.00ê de jî dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê bîranîneke girseyî bê lidarxistin. Di heman rojê de dê li avahiya DEM Partiyê ya Umraniyeyê jî bîranîn bê lidarxistin.