Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi gireva 5 roj dorveger kiribûn. Piştî 15’ê sibata 2024’an dîsa daxuyanî dan û diyar kirin ku çalakiyê dirêj dikin.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Pişevanî û Hiquqê ya Malbatên Girtiyan a MED’ê (MED TUHAF-FED) Emîne Kaya li ser rewşa girtiyên siyasî, polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyan nirxandin kir. Emîne Kaya anî ziman ku eger dewlet êrîşên li dijî girtiyan zêde dike, xuya ye ku dengê girtiyan gihiştiye armanca xwe û çalakiya girtiyan bi ser ketiye û wiha got: “Dewlet naxwaze dengê girtiyan zêde bibe û daxwazên girtiyan erênî nabîne. Rayedarên dewletê ji ber ku daxwazên girtiyan qebûl nake û erênî nabîne zextên li ser girtiyan jî bi rê û rêbazên cuda zêdetir dike. Bi qasî em agahî ji girtî û girtîgehan distînin, girtî diyar dikin ku heyetên cuda diçin serdana wan. Dixwazin dest ji çalakiyan berdin. Girtiyan tavêjin hucreyên yek kesî. Êrîşî girtiyan dikin. Rayedarên dewletê li şûna daxwazên girtiyan qebûl bike û gavan bavêjin, bersîvên neyînî didin û bêtir mafên girtiyan binpê dikin. Mafên girtiyan ên mirovî zêdetir binpê dikin.”
Rola saziyên civakî girîng e
Kaya, da zanîn ku her çend rayedarên dewletê neyînî nêzî daxwazên girtiyan ên siyasî bibin jî divê saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên demokratîk erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne û wiha axivî: “Eger rêxistinên civakî û demokratîk her wiha gel li daxwazên girtiyan xwedî derkevin û berpirsiyariyê bidin ser xwe, îktîdar neçar in gavan bavêjin. Ji ber ku hikûmet li gorî berjewendiyên xwe yên hilbijartinê û siyasî tev digere.”
Gel qeyranê naxwaze
Kaya anî ziman ku lazim e sazî û rêxistinên civakî guh bidin dengê gel û daxwazên gel ji bo xwe wekî ferman bigirin dest û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê gel aştî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze. Gel şer, alozî û qeyranan naxwaze. Ez bawer dikim ku wisa bidome, dê îqtîdar winda bike.”
Divê hêzên muxalif rola xwe bilîzin
Kaya bal kişand ser rol û rista hêzên muxalif a li hemberî daxwazên girtiyên siyasî jî û wiha got: “Partiyên muxalif ên li meclisê hêza wan zêde ye, divê rola xwe bilîzin. Wekî CHP divê muxalefetiya xwe bike. Partiyên din wekîl û rêjeya wan kêm e zêde nikarin dengê xwe bikin.”
Îktidarê tu tiştekî baş nekiriye
Kaya li ser polîtîkayên îktîdarê rawestiya û got: “22 sal in li ser îktîdarê ye. Heta niha tu astengî derneketiye pêşiya îktîdarê. Lê heta niha ji bo gelan û ji bo civakê tiştekî baş û erênî nekiriye. Ji bo ku CHP muxalefetiya xwe nake û wekî muxalif xuya dike, kiryar û polîtikayên îktîdarê rewa dike. Mirov di esasê xwe de nikare ji bo CHP’ê bibêje muxalefte. Piştî iktidara AKP’ê hat ser kar, hem hejmaragirtîgehan zêde kir û hem jî tîpên girtîgehan zêde kir. Bi vê yekê armanc dike ku girtiyan hem ji hev qut bike û hem jî ji gel qut bike. Bi parçekirina girtiyan dixwaze malbatan jî parçe bike û li gorî dixwaze şerê taybet li ser girtiyan û malbatên girtiyan bimeşîne. Bi vê yekê armanc dike ku rê li pêşiya rêxistinbûna girtiyên siyasî bigire.”
CPT û DMME alîgirê dewletê ne
Emîne Kaya bal kişand ser saziyên mafên mirovan ên Wekî CPT, DMME’ê jî rawestiya û wiha got: “Em saziyên mafên mirovan du parçe dibînin. Parçeyek li gorî berjewendiyên dewletê difikire û tev digere. Lê beşek parazvanên mafên mirovan jî li gorî daxwaz û berjewendiyên gel difikirin û tev digerin. Em dibînin ku di qada mafên imrovan de du enî hene. Eniyek dewletê diparêze, eniyek gel diparêze. Saziyên wekî DMME û CPT eniyên ku berjewendiyên dewletê diparêz in. TÎHV, ÎHD jî eniya civakê diparêzin.”
Kaya bal kişand ser helwesta gelê kurd û wiha got: “Gelê kurd tu carî dest ji mafê xwe yê ziman, çand û nasnameyê bernade. Gelê kurd çi ji destê wan bê dikin û dengê xwe bilind dikin. Ji bo parastina mafên xwe bi rê û rêbazên cuda çalakiyan pêk tînin. Yek ji saziyên ku li ser parastina mafên mirovan radiweste jî MED DUHAD-FED e. Em hewl didin bi pirsgirêkan re eleqeder dibin.