Di dema payiza derengî de em silk û kartolan ji zeviyan derdixin. Silkên ku em quçquçî dikin, bi erebeyên mezin ve dişînin cihê ku dibe şekir. Kartolan jî ji bo zivistana dereng ji xwe re dihêlin. Îsal bereket ketiye nava zeviyên me, em hemû der û cînar bi alîkariya hevûdu nikarin biqedînin. Ger em niha wan ji nava axê dernexin ê berf bi ser bibare û hemû jî wê bicemidin. Piştî ku ew bicemidin êdî xêra wan ji me re namîne. Ji ber wê jî me got gelo em dikarin çend mirovan wek pale bigirin da ku em zû biqedînin. Evdo got; “Pîî hûn çima ji min re nabêjin? Ez gelek kesan nas dikim, di van karan de serketî ne, ew ê di du rojan de silk û kartolan ter û temîz ji we re derxin, hûn qet destê xwe naavêjin tiştekî.” Êê me jî ji Evdo bawer kir û got: “Erê.” Sibetirê em rabûn çûn nava zeviyan. Dema ku em nêzikî zeviyan bûn me dît ku çend qeratî ji dûr ve xuya dikin. Berbanga sibehê bû, lewma çavên me ew baş nedidîtin. Em hinekî nêzikî wan bûn, me dît va ye ku Evdoyê me û çend mêrikên ku rengên wan reş in li benda me sekinîne. Em heyirî û metel man; gelo Evdo van mêrikên ku rengên wan tarî ne ji ku derê nas dike? Ez hinekî nêzikî wî bûm, min bi dengekî nizim got: “Birayê Evdo, te ev mêrikên hanê li ku derê dîtin? Tu wan ji ku derê nas dikî? Heta niha min qet ev evdên Xwedê li tu derekê nedîtine.” Evdo got: “Heeey, hûn qet min jî nas nakin, ez gelek cureyên mirovan nas dikim, tenê hûn bibêjin em li filan derê, filan mirovan dixwazin ji bo alîkariyê, bes e. Ez ê mirovên hemû cîhanê li vir bicivînim.” Min got: “Erê erê birayê Evdo. Ka bibêje ji me re, ev van karên ku em dikin dizanin an na? Ger nizanibin, ew jî guneh in û em jî, qet wextê xwe bi valahî derbas nekin. Em ê xwarinekê bidin wan, bêha rêya wan jî ser de, bila herin.”
Li ser vê gotina min Evdo got: “Pîîî hûn tenê ji min bawer bikin, taştêyek, danê nîvro û êvarê xwarinekê bidin wan, ew ê di nava du rojan hemû karên we xelas bikin!” Min pirsî: “Ev reben zimanê me dizanin an na?” Evdo got: “Çawa nizanin, heta klamên dengbêjiyê jî hîn bûne, tenê hûn xwarina wan bidin, çewalan deynin cem wan, wekî din ew karê wan e.” De me got: “Baş e, xwarin ne zehmet e, em dikarin ji wan re xwarinên baş çêkin, tenê bila ev silk û kartol di nava zeviyan de nemînin bes e.” Evdo ji wan re got: “Hûn ê silk û kartolên di nava van zeviyan de derxin, em ê jî wan bikin çewalan.” Gotin: “Erê.”
Em jî bi şaş û metel vegeriyan malê da ku ji wan re taştê û xwarina nîvro û şîvê hazir bikin. Me ji wan re taştê rêkir, wan taştiya xwe xwarin. Piştî wê hinek cînar jî çûn alîkariya wan.
Dema ku nîvro me ji wan re xwarin çêkir, em hemû jî di nava kelecanekê de bûn; gelo ev hersê mêrikên reşikê tarî çawa dixebitin? Wexta ku me xwe gihand nêzikî zeviyan, me dît ku zeviyek qediyaye, ew çewalên ku tijî silk datînin ser erebê. Em metel man, gelo van çawa wisa zû ev zeviya bêserî û bêbinî qedandin? Evdo nêzîkî min bû û got: “Tu dibînî çawa dixebitin?” Min got: “Erê erê, va ye tu nabînî her yek weke dîwarekî ye, van çiqas gir û mezin in? Guneha min bi wan hat, em ê ji wan re xwarinên xweş çêkin, bila birçî nemînin. Ji wan re bibêje çiqas dixwazin bila bêhna xwe bigirin. Sibetirê dema ku em ji xew rabûn, me dît ku va ye wan jî dest bi karê xwe kirine. Dayê rebenê, ev çendeke em li ser hevdu diponijin, gilî giliyan vedike, ka gelo em ê çava ji nava van zeviyan derkevin? Va ye sê mêrik di nava du rojan de herdu zevî jî hema hema qedandine. Me hemûyan li çavên hev nihêrî û me şerm kir.