1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Karker dadikevin qadan

Sekreterê Şaxa 2yemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Denîz Yurtsever, anî ziman ku dê îsal bi peyama “Ji bo Azadiya Kedê û Civaka Demokratîk” dakevin qadan û bang li hemû karker û kedkaran kir ku li aştî û azadiyê xwedî derkevin.

Her sal kedkar û karker ji bo mafê keda xwe biparêzin û li keda xwe xwedî derkevin di 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de li gelek navendan dadikevin qadan û çalakiyan pêk tînin. Li Tirkiyeyê jî bi milyonan karker û kedkar di şertên giran de kar dikin û keda wan nayê dîtin.

Karker û kedkarên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dê di 1ê Gulanê de bi dirûşmeya “Ji bo Azadiya Kedê û Civaka Demokratîk” dakevin qadan û meş û mîtîngan li dar bixin. Karker û kedkar di serî de li Stenbol, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Enqere, Amed, Wan û gelek bajarên Kurdistan û  Tirkiyeyê dê mîtîng, meş û xwepêşandanan li dar bixin. Li Stenbolê endamên DÎSK, KESK, TMMOB û TTBê ji bo 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên cîhanê dê li Kadikoyê mîtîngê li dar bixin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê di 1ê Gulanê de li Parka Mûsa Anter çalakiyê li dar bixin û 1ê Gulanê pîroz bikin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê di 1ê Gulanê de li Qada Stasyonê mîtîngê li dar bixin. TJA, di çarçoveya çalakiyên 1ê Gulanê de li gelek bajaran civînan li dar dixin û bi jinan re dicivin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê 1ê Gulanê çalakiyê li dar bixin. Li gelek bajarên din jî dê karker li qadan bin.

Yek ji navendên ku mîtîng bên lidarxistin Amed e. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê starta xebatên mîtîngê da û ji bo mîtîngê serî li Walîtiyê dan. Têkildarî mîtînga 1ê Gulanê Sekreterê Şaxa 2yemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Denîz Yurtsever anî ziman ku ew ê zêdetirî 15 saziyên sivîl û demokratîk û partiyên siyasî dawetî mîtîngê bikin û wiha got: “Em ê hemû sazî û partiyên demokratîk û kedê diparêzin dawet bikin. Her rêxistin û partî ji bo banga girseya xwe bikin dê xebatê bikin. Em li qada kedê, partiyên siyasî dê li nava gel û qada civakî xebatên ji bo mîtîngê bimeşînin. Sala par tevlêbûna 1ê Gulanê kêm bû. Îsal bêtir em ê ji bo parastina aştî û azadiyê dakevin qadan. Em ê bi dirûşma “Ji bo Azadiya Kedê û Civaka Demokratîek” dakevin qadan. Pêvajoya dîyalogêjî heye. Em ê li ser bandora aştî û aboriyê rawestin. Hemû kedkar û karker dê li qadan bixwazin ku şer bi dawî bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve. Em ê ji bo aboriya demokratîk û aştiyek mayinde li qadan dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku ev pêvajoya diyalogê dê bandorek erênî li ser mîtîngê bike. Em hevî û bawer dikin ku kedkar û karker dê li gorî vê yekê beşdar bibin.”

Denîz Yurtsever da zanîn ku dê wekîlekî DEM Partiyê û nûnerên sendîkayan beşdarî mîtîngê bibe û wiha berdewam kir: “Dê Hunermend Kasim Taşdogan û Helîm Omerî di mîtîngê de konser bidin. Ji bo mîtîngê em li kolan, bazar û taxan belavokan belav dikin. Bi rêya çapemeniyê û maşîneyan banga tevlêbûnê dikin.”