Di sibeha 23’ê Nîsanê de di serdangirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê hatine kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
Karê îfadeyê yên rojnamegeren ku 3 roj in di bin çavan de, li midûriyeta polîsan dest pê kir. Tê payîn ku sibê rojnamegeran sewqî edliyeyê bikin.