Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan der barê geşedanên dawî de pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivandin. Karayilan têkildarî pêngava 1’ê Hezîranê diyar kir ku her tim deriyê çareseriya siyasî vekirî bû û wiha got: “Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê û xeta destnîşan kir, her wiha fedakariya gelê me, sekna hevalên me bi xetê re dilsoz û qehremaniya şehîdên me têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêngava 1’ê Hezîranê re xist qonaxeke nû. Qonaxa bilindbûn û mezinbûnê. Yanî tevgera me hîn zêde mezin bû, li her çar parçeyên Kurdistanê hîn xurt bû. Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê pêşî li tunebûn, helandinê girt û pirsgirêka kurd anî ser maseyê, pêngava 1’ê Hezîranê ji bo çareseriyê êdî ji bo rizgariyê hewldanên girîng bi pêş xistin. Ew qonax îro jî hîn dewam dike.”
‘Me heta niha 9 caran agirbest îlan kir’
Karayilan bal kişand ser pêvajoyên diyalog û agirbestên ku PKK’ê îlan kirine û wiha got: PKK’ê heta niha bi giştî 9 caran agirbest kiriye. Di wê demê de diyalog bi dewleta tirk re çêbûn. Nêzî 3 salan bi rêya hinek navbeynkarên navneteweyî li Osloyê di navbera heyetên me û dewleta tirk de hevdîtin çêbûn. Encama van hevdîtinan gihîşt protokolekê. Di sala 2011’an de protokol heyeta herdu aliyan qebûl kir û radestî hikumeta Erdogan hate kirin. Lê piştî wê Erdogan qebûl nekir. Li hemberî me şer ragihand. Wê demê AKP’iyan rêbaza Srî Lanka li Tamîlan kirin, anîn ziman, qala wê kirin. Xwestin rêbaza Srî Lankayê li hemberî me jî bi kar bînin. Xwestin bikin. Lê xitimîn. Yanî şer kirin, di dawiya 2012’an de careke din xitimîn. Careke din agirbest kete meriyetê. Îcar li Îmraliyê hevdîtinan zêdeyî 2 sal û nîvan dewam kir. Li wir jî gihîştin mutabaqatekê. Heyeta aliyê kurd û heyeta dewleta Tirkiyeyê li pêşiya kamerayan li hev rûniştin mutabaqat, cewhera wê xwendin û wisa îmze kirin. Lê piştre careke din Erdogan ev maseya li Dolmabahçeyê hate danîn qulipand û ev mutabaqat qebûl nekir û şerekî giştî li ser esasê konsepteke nû li dijî me îlan kirin. Tişta divê mirov destnîşan bikin ev e: Em aştîxwazin em ne şerxwazin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên siyasî, demokratîk çareser bikin. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke civakî ye, çandî ye, dîrokî ye. Ev pirsgirêk divê bi diyalogê çareser bibe. Ji ber ku dijminê li hemberî me vê qebûl nake, her di siyaseta îmha û qirkirinê de israr dike îro li Kurdistanê şer heye. Şerê em li Kurdistanê dimeşînin şerê hebûn, parastin û şerê azadiyê ye. Em dixwazin li ser vê axê hebin, em tune nebin û azad bijîn.”
‘Yê êrîş dike dewleta tirk e’
Karayilan, destnîşan kir ku yê ku êriş dike ne ew in, dewleta Tirkiyeyê ye û wiha axivî: “Yê ku dixwaze meseleyê bi kuştinê, bi xwînrijandinê çareser bike ne em in. Dewleta Tirkiyeyê ye. Û îro ji her demê bêhtir em nêzî çareseriyê ne, nêzî azadiyê ne.”
‘Şer bi tecrîdê dest pê kir’
Karayilan da zanîn ku şerê li dijî tevgera kurd bi tecrîdê dest pê kir û wiha berdewam kir: “Şer bi tecrîdê destpê kir. Şerê îro li Kurdistanê şerê qirkirina gelê kurd e. Ev jî destpêkê li Îmraliyê destpê kir. Yanî sîstema Îmraliyê psîkolojîk êşkence, sîstema qirkirina civaka kurd e. Li wê derê şerê tê meşandin, şerê psîkolojîk li hemberî Rêber Apo û hevalên li wir tê meşandin bi esasî wateya xwe wisa ye. Bi tenê tecrîdê mirov nikare bîne ziman. Tiştekî giran e. Ti mînakên xwe li cîhanê nîne. 15 meh in Rêber Apo û her sê hevalên li wê derê, ti kes agahiya xwe ji wan nîne. Yanî serdema me serdema telekomunîkasyon e. Yanî telefon hene, înternet heye, telgraf heye, posta hene. Dewleta Tirkiyeyê hemû qanûnên gerdûnî û yên xwe binpê dike. Nahêle ti agahî ji Rêber Apo derkeve. Ne qanûn heye, ne exlaq heye, ne wijdan heye, ne nîzam heye. Yanî dewletên çadiran jî hinek qanûnên xwe hene. Lê belê ti qanûnê van tune, qanûn hemû yên Erdogan e. Li wir êşkenceyek tê kirin. Eşkere ye ku heta ev sîstema li Îmraliyê hebe li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq, edalet pêk nayê.”
Karayilan bal kişand ser hêzên demokrasîxwaz û wiha lê zêde kir: “Bêguman demokrasîxwaz hene, niha li Stenbolê konferansek çêbû. Konferansek li dijî tecrîdê, aştî pêk hat. Ew kî ne? Saziyên demokratîkxwazin, ew dixwazin li Tirkiyeyê edalet pêk were, demokrasî were Tirkiyeyê. Ji ber ku pir rast tespît kirine ku heta tecrîd hebe li Tirkiyeyê demokrasî nabe. Wê demê her kesê demokrasiyê dixwaze divê berê li dijî tecrîdê be. Lê li nava muxalefeta Tirkiyeyê ev helwest bi giştî nîne. Rêya têkoşîna demokrasiyê hinekî di wir re derbas dibe. Ez bawer dikim îro hîn zêdetir ji aliyê derdorên berfireh ve ev rastî tê dîtin û tê fêhmkirin. Yanî meseleya Îmraliyê meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Meseleya kurd meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Eger îro mirov li Tirkiyeyê birçî ne, nikarin jiyana xwe dom bikin, sedema xwe dîsa ev mesele ye. Li hemberî vê divê mirov têbikoşe, vê sîstemê bibihurîne. Heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin, li Tirkiyeyê demokrasî û edalet pêk nayê.”
‘Li aliyekî tang, top û balafirên şer, li aliyê din gerîlayên azadiyê heye’
Karayilan bal kişand ser şerê li Zapê li Avaşînê û li Metîna û wiha pêde çû: “Şerekî dijwar heye, şerekî bêhevsengî heye. Yanî li aliyekî bi deh hezaran leşker, tank, top, balafir û çekên kîmyewî û her cûre çek tê bikaranîn. Li aliyê din jî milîtanên gelê kurd, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî, bi bombeyên di destê xwe de li ber xwe didin, şer dikin. Îradeya bi gerîla re heye, baweriya bi gerîla re heye. Em 38 sal in vî şerî dikin, her çiqas carna agirbest çêbû, her çiqas em dixwazin bi rê û rêbazên siyasî çareser bibe, lê li hemberî vê dijminekî pir hov, dijwar, şoven heye. Nijadperest e, timî dixwaze me ji holê rake. Ji ber vê 38 sal in em li hemberî vî dijminî şer dikin. Şerekî pir bêmerhemet heye. Li hemberî wê jî berxwedaneke pir dîrokî û pîroz heye. Divê mirov zanibe di vir de bêguman bawerî, îradebûn, eşqa welat heye. Baweriya bi welat, azadî û demokrasiyê heye. Nirxê mirovatiyê heye.”
‘Bi ser neketine têk çûne’
Murat Karayilan li ser rewşa şer jî axivî û ev agahî dan: “Di wir de xitimî ne. 40 rojî ajot. Leşkerên xwe mirin, gerîla êrişên dijber çêkir. Di wan êrişên dijber de hem li Kurojahro hem jî li Çiyareş kuştiyên xwe çêbûn ên girseyî zêde çêbûn. Wana di wir de xitimîn. Di esasî de têk çûn. Heta niha bi ser neketine, têk çûne. Di mesafeya bombeyê de şer heye. Şerekî wisa dijwar û giran heye. Fedakariyeke pir mezin dixwaze. Ne ji vê fedakariya mezin be ji xwe ne mumkun e tiştekî wisa bibe. Ne tiştekî hêsanî ye. Tu 44-45 roj in şer dike, lê tu artêşek wisa bi çekên serdemê hemû bi kar tîne û çekên qedexe bi kar tîne, tu vê artêşê rawestîne. Ev ne tiştekî hêsan e. Li pişta Amediyê girê herî bilind heye. Niha şer quliband wir. Li wir ev çend roj in şer dibe, heta niha cihên ku leşkerên xwe lê danîn, niha li wir e. Ez zanim ku gelek helîkopterên wan derbê dixwin. Gelek ji wan jî belkî dikevin. Lê ûsûlê me wisa ye; heta ku me bi çavên xwe nedît em nabêjin ket. Mesela ew Girê Cûdî heye li kêleka Zapê. Hevalên li wir îro li 2 helîkopterên Skorsky xistin. Dibêjin me li yekê xist dûman jê rabû, li wir qereqoleke heye li ser sînor, li ber Çelê ye.
Qereqola Girek. Dibêjin çû wê qereqolê û dengekî pir mezin jê derket, teqîneke pir mezin çêbû. Yanî mumkune teqiya be, tune bû be tevî yên tê de. Lê ji ber ku bi çavên xwe nedîtiye nabêje ku îmha bû. Dibêje derbe xwar. Ez dikarim bêjim ku di vî şerî de dewleta tirk pir zerarê dibîne. Lê bi raya giştî re parve nakin. Kuştiyên xwe pir in.”
‘Ji bo xatirê desthilatdariya xwe zarokên kurd û tirkan dide kuştin’
Murat Karayilan, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze mirovan bidin kuştin û hinekî encamê bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan-Bahçelî vê bêmerhemetiyê nîşan didin. Ew ji bo xatirê desthilatdariya xwe dixwazin zarokên tirk bidin kuştin, zarokê kurd bidin kuştin. Bi vî rengî li ser xwînê desthilatdariya xwe ava bikin. Di vî şerî de herî zêde kîmyasalê bi kar tînin. Heta niha kîmyasala bi kar anî, hevalan 7 cûreyên wê tespît kirine. Mesela yê yekemîn rengê xwe reş e. Weke zîftê ye. Qîr e yanî. Yê duyemîn zer e, rengê xwe zer e. Gazeke wisa ye. Ya sêyemîn rengê xwe rengê zîvê ye. Yê çaremîn rengê xwe kesk e û bê bêhn e. Hinek bêhna xwe heye, lê ev bê bêhn e, bêhna xwe nîne. Yê pêncemîn rengê xwe qehweyî ye. Ya din rengê xwe sor e. Bêhna xwe weke ava sabûnê ye. Ava ku cil pê hatiye şuştin, bêhneke bi wî rengî jê tê. Yê herî dawî jî rengê xwe spî ye. Em dikarin bi rengan ancax îzah bikin. Wan niha zor dane kîmyasalê, dixwaze bi kîmyasalê biçe encamê. Ji bo wê jî raya giştî, gelê me, mirovên parêzvanên mafên mirovan ên li dijî van çekên qedexe divê vê li ber çavan bigirin û li gorî wê li ser rawestin.
‘Hebûna kurdan ji bo komara Tirkiyeye xetere dibînin’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan li ser konsepta şerê li dijî gelê kurd jî rawestiya û wiha got: “Ev konsepta ku dewleta Tirkiyeyê ango hikumeta AKP-MHP’ê pê şer dike, ne konsepteke berê ye. Vê dewletê di sala 2016’an de biryara konsepteke nû girt. Ew dibêjin; ‘Meseleya Kurd ji bo hebûna Komara Tirkiyeyê xetereya sereke ye. Mîsakî Mîlî ku berê Tirkiyeyê heq îdîa kiribû, lê bi Peymana Lozanê re nedan Tirkiyeyê, divê mirov sînorê xwe heta Mîsakî Mîlî fireh bike’. Ev konsepteke. Di heman demê de dibêjin; ‘Divê mirov li herêmê weke Osmanî dewleteke mezin be. Iraq, Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe, heta Lîbya. Heq li ser mîrasê Osmaniya kevn îdîa bike’. Bi rêbazeke wisa konsepteke nû xistin bin biryarê. Ev biryar ji bo gelê Kurd xetereke mezin e. Esas dixwaze kurdan qir bike. Bi temamî bihelîne, bike tirk yan jî bikuje. Ev ne Kemalîzme jî. Na, ev xeta Îttîhat Terakkî ye. Ji xwe ew li ser wê bûne yek. Yanî tê de Kemalîst jî hene, lê belê fikir, fikira Îttîhat Terakkî, yê Tûranîzmê ye. Dixwazin Tirkîtiyê li ser her derê serwer bikin. Konsepteke wisa ye.
Nabêjin tenê ji bo rojavayê Kurdistanê, na dibêje sînorê Başûr. Ango Başûrê Kurdistanê jî tê de ye. Çi ye ev? Yanî ji Efrîn Helebê heta Sîdeka, Diyana jî tê de, 30 kîlometre bi vî rengî dibe; hemû xetekê tê de çêbikin. Tamponeke wisa çêbikin, vê bi fermî dibêjin. Lê zimanê wan ê ne fermî yanî yên her roj di televîzyonan de diaxivin, lê belê em zanin ku fikirdarên Erdogan e, yên ku esas rê nîşanî hikumeta niha dikin ew çi dibêjin? Ew eşkere dibêjin ‘divê em Mîsakî Mîlî dagir bikin, wekî din rê nîne’. Ji xwe heq dibîne, dibêje ’em lazime bikevin her derê û bigirin’. Erebên ji Şamê anîn xistin Efrînê derê. Ya rast çete xistin wê derê. Kurd û ereb bi hev re di nava tifaqê de ne, lê yên li wê derê bi cih kirin çeteyên Îxwanî Mislimînin, çeteyên El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra ne, malbatên wanin. Ew niha xistine Efrînê. Bax û baxçeyên gelê me hemû ji xwe re kirine mal. Dixwazin heman tiştî niha li seranserê Rojavayê Kurdistanê bikin. Vê yekê ji bo Başûr jî difikirin. Ji xwe Başûr jî hema hema piranî dane ber xwe û dixwazin dagir bikin. “