12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karasû: Silava Bahçelî ji bo şerê taybet e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku silava Devlet Bahçelî ji bo şerê taybet e û got: “ Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya fêhmnekirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû der barê geşedanên dawî de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Mustafa Karasû anî ziman ku dewleta tirk ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şer dimeşîne û wiha got: “Ev şer weke şerê taybet bi awayekî herî qirêj didomîne. Di destpêka salên 1990’î de ji bo tepisandina têkoşîna azadiya Kurd her cure rêbazên qirêj bên bikaranîn biryara şerê taybet hat girtin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û cînayetên siyasî ku 17 hezar ji wan nediyar e, hatin kirin. Bi deh hezaran mirov rastî îşkenceyê hatin û bi hezaran jî xistin zindanan. Sembolên vê serdema şerê qirêj Tansu Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar in. Di wan salan de têgeheke rantê derket holê. Kî dijminatiya Apo, PKK û kurdan dikir, sûd ji aboriyê digirt û di nava civakê de qedra siyasî û civakî bi dest dixist. Dijminatiya li hemberî kurdan, şovenîzm û nîjadperestî ewqasî hat sorkirin ku civak nikarîbû asayî bifikire. Ewqas şovenîzm û dijminatiya kurdan di civaka Tirkiyeyê de ti nirxên exlaqî û wijdanî nehiştibû. Heta niha jî tê bîra me Ahmet Kaya yê ku di nav civaka Tirkiyeyê de bi nav û deng bû, dema ku got ez ê stranên kurdî di kaseta xwe de cih bikim, rastî êrîşan hat. Ev rewşa mirovên çand û hunerê re mijûl dibûn asta rizandin û gendeliya salên 1990î radixist ber çavan. Rêber Apo di salên 1990’î de gotibû li Tirkiyeyê hem dewlet û hem jî civak riziyane.”

Karasû, da zanîn ku şerê leşkerî di esasê xwe de weke navgîna gihandina vî şerê taybet tê dîtin û wiha pêde çû: “Bêguman ji sala 2015’an û vir ve şerê leşkerî û şerê taybet bi hev re tê meşandin. Şerê taybet ê herî dijwar ê dîroka Tirkiyeyê piştî Peymana Dolmabahçeyê ya ku di Adara 2015’an de ji aliyê Erdogan ve tune hat hesibandin û bi tecrîda girankirî ya di 5’ê Nîsana 2015’an vir ve tê meşandin re di dîroka Tirkiyeyê de şerê herî dijwar xistine dewrê. Piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an AKP’ê bi MHP’ê re tifaq kir, ev şerê taybet bêsînor hat meşandin. Di salên 1990’î de  Hizbûlkontra dihat bikaranîn, ji sala 2014’an pê ve DAÎŞ bi kar anîn. Dijminatiya li dijî Kurdan ji pêkanînên salên 1990’î qat qat zêdetir bûye.”

Karasû, da zanîn ku bi mezinbûna şer re her roj bi dehan siyasetmedar dihatin girtin û wiha lê zêde kir: “Parlamenter, hevşaredarên şaredariyan, rêveberên bajar û navçeyan ên partiyên siyasî di asteke ku li tu deverên cîhanê nayê dîtin de hatin girtin. Suleyman Soylû bi gotina PKK partiyeke jinan e, teror li ser siyasetmedarên jin û endamên rêxistinên jinan meşand, bi hezaran ji wan hatin binçavkirin û jin bi hejmareke ku li tu welatên cîhanê tuneye avêtin zindanan. Li ser ciwanan şerê qirêj meşandin. Madeyên hişbir û fuhûşê weke êrîşeke şerê taybet li ser ciwan û jinên kurd hatiye belavkirin da ku siyasetê nekin. Dîsa bi taybet futbol werzîş jî ji bo vê armancê hatiye bikaranîn. Taxima ku ciwanên Kurd digirin her tim di lîga super de dibe şampiyon, ev yek jî weke rêbazekî şerê taybet hatiye bikaranîn. Li Tirkiyeyê huner û çand jî bi awayê ku hestên milîtarîst, şovenîst û netewperest derdixe pêş hatiye beralîkirin. Hewl hatiye dayîn hişmendiyeke ku nasname û baweriyên cuda tune dihesibîne, bê afirandin.”

Mustafa Karasû, bal kişand ser yekîtiya gelan û wiha berdewam kir: “Kurd û hemû gelên din ên Tirkiyeyê bi hezar sal in bi hev re dijîn. Lê Kurd ku bi hezaran sal bi hev re jiyane, ji ber ku xwedî li nasnane, ziman û çandê xwe derdikevin weke dijmin hatine dîtin. Kurd ku li metropolên Tirkiyeyê bi hev re dijîn, weke dijmin hatin dîtin. Kurd ji ber axaftin û stranên Kurdî rastî êrîşê hatin. Sûcên li dijî Kurdan asayî hatine dîtin û nehatiye cezakirin. Li dijî Kurdan êrîşê şovenîzm û netewperestiyê hatiye zêdekirin. Di civakeke wiha de ku wiha dinêre cîran û gelekî ku bi hezaran salan bi hev re jiyane, exlaq û wîjdan dimîne? Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava civakê de têgeheke erkê ya wiha afirandiye. Dijminatiya li dijî gelê kurd û têkoşîna azadiyê anîne wê astê ku yên ku weke AKP-MHP’ê nezî Kurdan nabin jî hatine berberîkirin. Weke xayîn û alîgirê PKK’ê hatine mohrkirin. Di serî de jî Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî di her axaftina xwe de êrîş û heqaretê kesên ne ji wan in dikin. Bi vî rengî di nava civakê de berberiyeke di cîhanê de nehatiye dîtin hatiye afirandin. Netewperestî û şovenîzm civakê rizandiye. Ziman, uslûb û rêbaza netewperestî û şovenîzmê tundî ye. Zîhniyeta mêr e. Di welatekî wiha de ku evqas berberî hatiye afirandin, her kes wê bi guman berê xwe bide li hemberê xwe û tundiyê bike. Eger di nava civakê de tundî hebe, destdirêjiya li dijî jinan, destdirêjî û tundiya li dijî zarokan hebe, sedema wê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybet jî polîtîkayên wan ên di 10 salên dawî de ne. Jixwe di genên MHP’ê de hene; AKP jî bi temamî bûye MHP’ê. Ziman, uslûb û polîtîkayên wan civakeke bi meyla tundiyê û kesê li hemberê xwe weke dijmin dibîne hatiye afirandin. Ji ber ku tehemila AKP-MHP’ê ji xeynî xwe li tu hêzên siyasî û siyasetmedaran nîne, bi vî rengî şekl dane civakê jî. Eger di nava civaka Tirkiyeyê de tundî, çetebûn, tundî û destdirêjiya li dijî jinan zêde bûne, sedema vê ne pirsgirêkên aborî ne.

Herî zêde ji sedî 10’ê êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji pirsgirêkên aborî digirin. Di esasê de ya ku van pirsgirêkan diafirîne, polîtîkayên desthilatdarî, rêveberiya dewletê û zîhniyeta siyasî ya serwer e. Şovenîzm û netewperestî li ku derê evqas were zêdekirin, wê li wê derê meyla tundiyê zêde bibe. Gelek fîlm û rêzefîlmên ên di salên dawî de di milîtarîstkirina civakê de bi bandor bûye. Eger ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd pêwîst be; divê ji bo rastkirina rewşa ruhê civakî ya li Tirkiyeyê û pêşîlêgirtina rizîbûn, bêeslbûn û tundiyê, pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Şerê taybet ê qirêj ê li dijî Kurdan civakê dirizîne. Şerê ku li dijî Kurdan tê meşandin ewqas neheq û ne li gorî nirxên mirovahiyê ye ku ne pêkan e ev şer bi qanûn û hiqûqa asayî were rêvebirin. Ji ber vê di şerê qirêj ê li dijî Kurdan de ne li gorî destûra bingehîn û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigerin. Destûra bingehîn û qanûnên wan ên bi ruhê faşîst jî bi temamî destûr nade vê şerê qirêj. Ji ber vê her curê pêkanînên nemirovî dikin. Ev jî di rizîkirina civakê de dibe faktorek girîng. Yên ku çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê weke şerê taybet ê qirêj ê li ser kurdan nabînin, ew yan çavên xwe ji vî şerî re digrin yan jî neyekser dibin şirîk. Divê demokrat û siyasetmedarên rast ên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin; di vê aliyê de têbikoşin.”

Karasû polîtîkayên CHP’ê jî rexne kir û wiha pêde çû: “CHP ji bendewatiyên civakê re nebû bersiv. Demokratîkbûn bi tenê têkoşîna li dijî polîtîka û sepandinên ne demokratîk çêdibe. CHP bi nêzîkatiyên xwe yên îdeolojîk û polîtîk re helwest û sekneke ku di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rol bilîze, nîşan nedaye.

Her çiqas li gorî geşedanên aborî, civakî, çandî û siyasî yên li Tirkiyeyê di hin mijaran de meyl û hewldana derbaskirina van sînoran heye jî, partî û hêzeke siyasî nîne ku van rêgiriyên îdeolojîk-siyasî derbas bike û di wateya rast de Tirkiyeyê demokratîk bike.

Karasû, li ser destdirêjkirina Serokê MHP’ê Bahçelî ya DEM Partiyan kiribû jî  rawestiya û wiha axivî: “ Serokê MHP’ê yê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina Kurd û Kurdistanê kirina qada belavkirina netewebûna Tirk tu polîtîka û armanca wî nîne, çima destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir? Tê zanîn ku Devlet Bahçelî DEM Partî jî di nav de ji bo siyaseta demokratîk a Kurd çi gotiye. Xeta polîtîk a MHP’ê gotinên wî yên heta niha ne. Wê demê çima dest xwe dirêj kir? Devlet Bahçelî li gorî xwe hincetên dest dana hev ragihand. Eşkere ye ku ev hincet ne rast e. Beriya vekirina meclisê Tayyîp Erdogan serdana mala Bahçelî kir. Destê xwe dirêj kirin û polîtîkaya nû ya li dijî DEM’ê, ya rast biryara lîstika nû di vê hevdîtinê de hat girtin. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê lîstikê plan kir û li Devlet Bahçelî da qebûlkirin. Erdogan ji ber ku Bahçelî û MHP’ê baş nas dike, pêşniyareke ku wê Bahçelî qebûl bike kir. Em dikarin bibêjin ku ev planeke ku xeta MHP’ê wê bi dilxweşî qebûl bike. Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ber karekter, polîtîka, sepandinên desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên qirkirinê ku hê jî li ser israr dikin, ev yek weke lîstikeke nû nirxand.

Piştî vê destdirêjiyê yekser di hin aliyan de şîroveyên ku Tifaqa Cumhur bi DEM Partiyê re pêvajoyeke nû ya çareseriyê dide destpêkirin hatin kirin. Divê em yekser wê diyar bikin ku di navbera salên 2007-2015’an de di wateya rast de pêvajoyeke nû ya çareseriyê tune bû, nebû. Polîtîka û hewldanên Rêber Apo hebûn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bike nava pêvajoya çareseriyê. Di vî alî de me ev serdem bi esasî weke pêvajoya xistina desthilatdariya AKP’ê û dewletê nava pêvajoya çareseriyê nirxand. Hemû axaftin, peyam, belgeyên çareseriyê yên Rêber Apo pêşkêş kir û herî dawî Peymana Dolmabahçeyê ku 28’ê Sibata 2015’an li Dolmabahçeyê bi endamên hikûmetê re li hemû weşanên zindî yên televzîyonê hate pêşkêşkirin, ji bo vê armancê bû. Ev peyman beriya ku were weşandin pêşkêşî me hate kirin. Weke rêveberî me pêşniyar kir ku du xalên din ên şênber jî ser bên zêde kirin. Dema ku ev pêşniyar birin, Rêber Apo got tiştên di peymanê de bes in. Li gel ku hin kes nizanin jî gotinên wan ên ku dibêjin Rêber Apo vê peymanê rexne kiriye û kêm dîtiye, ne rast in. Rêber Apo bi vê peymanê re xwest desthilatdariya AKP’ê û dewletê bike nava pêvajoya çareseriyê. Lê ji ber ku Erdogan û rayedarên dewletê yên ku pê re têkiliyê de bûn ne li ser têgihiştineke çareseriyê bûn, vê peymanê qebûl nekirin. Jixwe di Cotmeha 2014’an de li Komîteya Ewlehiyê ya  Neteweyî de biryara plana çokdanînê hat girtin. Bi temamî ne rast e ku hin dibêjin PKK’ê dawî li pêvajoyê aniye. Gumanên Rêber Apo hatin piştrastkirin. Erdogan Peymana Dolmabahçeyê qebûl nekir ku wê ji bo pêvajoya çareseriyê bibe gaveke girîng. Redkirina vê peymanê dihat wateya ragihandina şer li dijî Tevgera Azadiya Kurd û hemû hêzên demokrasiyê. Jixwe di havîna 2012’an de plana çokdanînê hatibû amadekirin. Peyamana Dolmabahçeyê jî di çarçoveya vê plana çokdanînê de hatiye redkirin. Ji wê rojê heta niha şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin û êrîşên li dijî hêzên demokrasiyê tê meşandin.

Karasû, herî dawî bal kişand ser gavên bên avêtin û wiha bi dawî kir: “Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev pêwîst e. Lê zîhniyeta AKP û MHP’ê nikare vê pirsgirêkê çareser bike, eger çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya bi Kurdan re dixwazin wê demê bila gavên ku wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biavêjin eşkere bikin. Kurd dikarin bibêjin ev lîstikek e, polîtîkayên heyî li holê ne, heta ku ev polîtîka neyên guhertin em nabin parçeyek vê lîstikê. Ji ber ku dikarin bibêjin hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo ku gelê Kurd ji têkoşîne dûrbixe, polîtîka xwe ya qirkirina kurdan hîn hêsantir bide meşandin, serê gelê Kurd tevlîhev bike û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels bike, bi gotina dijî PKK’ê derbikevin lêyistokek xistine meriyetê. Divê heta ku gavên aşkere û guhertinên polîtîk nebînin, wisa bibêjin. Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin, tecrîda giran tê sepandin, zindan veguherîne malên mirinê, bi hezaran siyasetmedar girtî ne, her roj girtin çêdibin û zext li ser çanda kurd hene. Heta ku ev rewş neyên guhertin, nikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza jidil deynin holê. Dewleta tirk bi gelemperî li dijî Kurdan şereke taybet meşandiye. Tifaqa AKP-MHP’ê asta bilind a şerê qirêj û taybet ê li dijî kurdan tê meşandin e. Divê neyê jibîrkirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hikûmeteke şerê taybet e. Ji hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo kurdan tiştekî erênî nayê bendewarkirin. MHP’ê bi partiyên netewperest û faşîst ên li welatên din jî nayê hevberî kirin. Armanc û bernameyên cuda ên partiyên faşîst ên li welatên din jî hene. Tenê yek armanca MHP’ê heye; ew jî qedandina Kurdan e. Eger mirov di vê çarçoveyê de berê xwe nede ger gotin û gavên têkildarî MHP’ê wê bibe xefleteke mezin.  Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye. Wê bang li DEM’ê bikin; tiştên ku DEM wê qebûl neke ferz bikin. Dema ku DEM Partî û hêzên demokratîk gotinên wan nekin jî wê bi gotina me destê xwe dirêjî DEM’ê kir, qad vekir, derfet da, derfeta siyasetê da, lê bersiv nedan êrîşên xwe hê zêdetir bikin. Lîstika ku danîne wiha xuya dike. Ku Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ku pirsî ji bo vê pêvajoyê çi gav bên avêtin, got, ‘Tu bersivê vê bide.’ Dema ku rojnamevan bersiva, ‘Bêyî ku tu gav bên avêtin ev pêvajo were domandin’ da Erdogan bi gotina ‘bersiva rast da’ rojnamevan piştrast kir. Ya ke esas difikirin jî ev e.