Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû ji ANFê re axivî û behsa şehîd Alî Haydar Kaytan ku yek ji damezrînerên PKKê bû, kir. Karasû di despêka axaftina xwe de xwe de bi rêzdarî Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û desnîşan kir ku dê girêdayî têkoşîn û dilsoziya wî bibîne. Karasû wiha got: “Beriya ku behsa hevdîtina ewil a bi hevrê Fûat re bikim, ez hevrê Fûat careke din bi hurmet û minetdarî bibîr tînim. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku ez ê girêdayî têkoşîna ku nêzî 50 sal in li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo re daye meşandin bimînim û ez ê têkoşîna rêxistinî û têkoşîna azadiyê ya ku wî di vê têkoşînê de meşandiye ji xwe re mînak bigirim.”
Mustafa Karasû wiha axaftina xwe domand: “Çawa ku mafê hevrê Fûat li ser her kesî heye, mafê wî li ser min jî heye. Di vî alî de cihê hevrê Fûat ji bo me girîng e. Ji bo min cihê wî hê bi watetir e. Ez ê hewl bidim layiqê hevrê Fûat bim. Ji bo ku em hêvî û armancên wî pêk bînin, çi erk bikeve ser milên me, teqez em ê bi cih bînin. Çawa me soz da tevahiya şehîdên xwe ku em ê vê têkoşînê bidomînin, bi şehadeta hevrê Fûat re barê me girantir bû. Bi şehadeta xwe re ji me re peyama, ‘Hûnê vê têkoşînê bigihînin serketinê’ da. Ev yek li ser esasê xeta Rêbertî, bêyî ku ji girêdana bi Rêbertî re şaş bibe, peyama têkoşînê bigihînin serketinê da. Li ser bingeha hurmeta ji bo hemû şehîdên me di şexsê wî de em ê hêviyên hevrê Fûat teqez bi rengekî serketî bi cih bînin. Di vê mijarê de ez li vir soz didim hevrê Fûat. Ez soz didim ku ez ê di tevahiya jiyana xwe de pêdiviyên vê sozê bi cih bînim, ji ber vê careke din sozê didim hevrê Fûat.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Mustafa Karasû bal kişand nasîna xwe û Alî Haydar Kaytan û ev tişt anî ziman: “Cara ewil min hevrê Fûat di sala destpêkê ya Fakulteya Zanistên siyasî de nas kir. Min di sala 1972yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qeyda xwe kiribû. Hevrê Fûat jî wê demê li wir xwendekarê sala yekemîn bû. Lê belê hevrê Fûat beriya wê bi salekê tevî Rêbertî li Fakulteya Zanistên Siyasî qeyda xwe kiribû. Rêbertî piştî ku ji girtîgehê derket -tevî ku 7 meh di girtîgehê de ma bû jî- tevlî ezmûnan bû û di ezmûnan de bi ser ket. Lê hevrê Fûat nekarî derbas bike û di polê de mabû. Wê demê, ji ber ku şoreşgeran zêde bala xwe nedidan dersan û xwendinê, xuya ye hevrê Fûat jî zêde bala xwe nedayê û ji ber vê derbas nekir wê salê. Ji ber ku hevrê Fûat, hevalekî xwedî astek mezin a têgihîştin û watedayînê bû. Eger hinekî din bala xwe bidayê, wê teqez pol derbas bikira. Lê belê di salên zehmet ên 12yê Adarê de hevrê Fûat zêde bala xwe neda xwendina xwe, lewma ew bi ser neketibû û bi vî rengî em herdu ketibûn heman polê. Belkî jî bi ser neketina wî ya polê şansê min bû. Di dawiya sala 72yan de min ew nas kir. Ji wê rojê heta şehîd bû 3yê Tîrmeha 2018an hevrêtiya me dewam kir.”
Bi berdewamî Karasû ev tişt anî ziman: “Bêguman dema ku cara pêşî min hevrê Fûat nas kir, ez ne Apoyî bûm û min asta têkiliya wî ya bi Rêber Apo re nedizanî. Piştre hîn bûm ku hevaltiya wî ya bi Rêber Apo re di sala hîndekariyê ya 71-72yan de ku piştî ketine heman polê dest pê kiriye. Wê demê hevdû naskiribûn. Helbet, dema ku min hevrê Fûat nas kir, min fikrên wî nedizanî. Min ew weke şoreşgerekî nas dikir. Wê demê ez jî şoreşgerekî giştî bûm. Lê belê sempatiya min wê demê li hember Denîz Gezmîş û rêxistina wan THKOyê hebû. Hûseyîn Înan cîranê me yê ji gund bû. Şehadeta wî bandor li me kiribû. A rastî kalikên me jî berê li gundê Hûseyîn Înan mane. Kalikên min li wir karê cotkariyê kirine. Ji ber ku Hûseyîn Înan ji wê hewirdorê bû, ji nêz ve bandor li min kiribû. Ji ber vê sedemê li hember THKOyê sempatiya min pêş ketibû.”
‘Di têkiliyên xwe de nerm bû’
Mustafa Karasû wiha behsa têkiliya xwe ya Alî Haydar Kaytan kir: “Têkiliya me bi hevrê Fûat re her tim çêdibû. Ji xwe ji roja ku min wî naskiribû, hezkirin û hurmetek min li hember hevrê Fûat pêş ketibû. Hevrê Fûat di têkiliyên xwe de gelek nerm bû. Ew bi rastî jî mîna derwêşekî bû. Têkiliyên wî yên însanî gelekî hurmetdar bûn. Bi hurmet nêzî her kesî dibû. Ev yek bi rastî jî bandor li min kiribû. Em ne ji heman rêxistinê bûn û em bi hev re di nava rêxistinek de nemabûn. Lê belê bi rastî jî hurmet û hezkirina me ji hev re hebû. Wê demê têkiliya hevrê Fûat tenê bi Rêber Apo re hebû, lê min nizanîbû. Li aliyê me, komeke ku bi navê “Aktancilar” dihatin naskirin, ji aliyê hemû komên siyasî yên Enqereyê ve dihat naskirin hebû. Hevrê Fûat di destpêkê de zêdetir bi wan re bû. Paşê ez hîn bûm ku bi wan re hevrêtî dike û didomîne. Ew jî mirovên şoreşger û milîtan bûn. Milîtantî û şoreşgeriya wan bandor li hevrê Fûat jî kir. Hevrê Fûat wê demê ligel wan tevdigerî. Pêşî min digot qey tenê têkiliyên wî hene, lê piştre min dît bi wan re hevaltiyê jî dike.” dê bidome