19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kanî Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê

Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, bal kişand ser daxuyaniya Devlet Bahçelî ya têkildarî ‘Îmraliyê’ û got: “Heke pêdivî pê hebe, ez jî dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.”

Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, têkildarî daxuyaniya serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku digot ‘Heke kesek xwe nede ber, ez dikarim sê hevalên xwe bidim gel xwe û biçim serdana Îmraliyê’ peyamek parve kir.

Kanî Torun, diyar kir ku daxuyaniya Devlet Bahçelî gelek biqîmet û wêrek e û got: “Bi hesabên siyasî yên rojane nehatiye kirin. Divê piştgiriyê bidin vê seknê. Bêguman wekîlên MHPê birêz Bahçelî bi tenê nahêlin lêbelê ji bo ku were tomarkirin dibêjim; heke pêdivî çêbibe ez dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.”