25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome

Hevseroka Şaxa DADê ya Stenbolê Berna Guzel Gunduz got ku kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ji bo hemû derdoran pir bi qîmete û ev tişt anî ziman: “Divê partiyên muxalîf di pêvajoyê de cih bigirin. Ji aştiyê her kes qezenc dike.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 16ê Çileyê de kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin û dê îmzeyan bişîne Meclisê. Kampanya hêj didome û gelek derdorên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk jî piştgiriyê didin.

Hevseroka Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Berna Guzel Gunduz têkildarî kampanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku HDK dengê hemû bindestên li welêt e û girîngiya têkoşîna hevpar vegot. Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku welêt di nava wêranî û rizîbûneke mezin de ye, hewcehî bi aştiyê heye û divê hemû gelên bindest piştgiriyê bidin kampanyayê.

Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku hemû derdor ji ber pevçûnan dilnexweş û bifikarin û wiha got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibin û rizîbûna heyî ji holê rabe divê teqez aştî bê vî welatî. Lewma jî kampanya gelek biqîmet e. Bi taybet jî ji bo Elewî û Kurdan pir girîng e. Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bibe çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî. Ji bo hemwelatiya wekhev û azad divê teqez aştî bê. Divê hemû saziyên Elewiyan piştgiriyeke mezin bidin kampanyayê. Ez vê ji bo me weke şensê dawî dibînim. Ji bo bidawîbûna feraseta yekperest û hemwelatiya wekhev û azad, aştî girîng e.”

Berna Guzel Gunduz, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan weke muxatab dibîne û wiha axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek pir girîng e. Weke rêbaz jî Meclisê nîşan dide û ev yek heqîqeteke. Ango divê ev ser zemîneke demokratîk bibe. Divê ev mesleye di platformên navneteweyî de jî bê nîqaşkirin û muzakerekirin. Divê partiyên muxalefetê jî di vê pêvajoyê de cih bigirin. Ji ber ku aştî ji bo hemû gelan e. Lewma divê her kes destê xwe deyne bin kevirî. Banga aştiyê li her kesî dikkin. Di şer de tu kes sernakeve. Şer, wêranî û girî ye. Di aştiyê de her kes qezenc dike. Her wiha dê aştî dawî li rizîbûna civakî ya Tirkiyeyê jî bîne.”