Tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. 31 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji bo hevdîtin bi Ocalan re malbat û parêzeran bi sedan car serî li rêveberiya Îmraliyê dan. Ji bilî wan gelek sazî û dezgehên sivîl ji bo ev tecrîd rabe daxuyanî dan û hîn jî didin. Niha jî di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJA), rêxistinên demokratîk û civakî de kampanya “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” hatiye destpêkirin.
Kampanya di 15’ê îlonê de dest pê kir, dê heta 8’ê Adarê bidome. TJA’yê di 15’ê îlonê de li Rihayê kapmpan xwe deklere kir. Di 20’ îlonê de li Gundikê Melê yê Şirnaxê starta navendî da. Di 23’yê îlonê de jî li Stenbolê ji bo Tirkiyeyê start da. TJA di çarçoveya kampanyayê de heta niha li gelek bajaran jî civîn li dar xistiye û serdanên malbata dike.
Şoreşa Jinê
Der barê armanca kampanyayê û xebatan de aktîvîsta TJA’yê Tulîn Aydas, ji rojnameya me re axivî. Aydas, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku TJA li ser eksena paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya zayendî têkoşîna xwe mezin kiriye û wiha got: “Jin li her derê li dijî desthilata ku di sedsala 21’an de êrîşî azadî, maf û destkeftiyên jinan dike, têkoşîna xwe mezin dikin. Yek ji destkeftiyan şoreşa jinê ye. Ev li Îranê û rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’ bilind bû. Tevgera jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, xeta têkoşînê bi rêxistin dike.”
Wê bernameyan li dar bixin
Aydas, bi lêv kir ku wan aşkera bang li jinên Tirkiyeyê û jinên femînîst kirine û axaftina xwe wiha domand: “Armanca kampanyayê ew e ku têkoşîna jinên kurd û bi giştî li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê mezin bike û hişmendiya azadiya jinê li qadan belav bike. Kampanyaya me dê di çarçoveya rêxistinbûnê de be. Lê li vir wê xebateke rêxistinî ya ku têkoşîna jinan bi awayekî ku hişmendiya jinan derxe holê were meşandin û ev yek dê bê berfirehkirin. Dê zêdetir bi jinan re hevdîtin bên kirin, perwerde, atolye, çalakiyên hunerî û çalakiyên ku dê hişyariyê bidin werin lidarxistin. Wê xebat di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya jinan de, rêxistinbûn û hişmendiyê jinan derxe holê werin planzaskirin.”
Têkoşîna azadiyê
Di dawiya axaftina xwe de Aydas destnîşan kir ku wê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Wê ev çalakî di serî de bi jinên kurd, jinên tirk, rêxistinên femînîst, aktîvîstên jin û jinên cîhanê bên lidarxistin. Weke ku me di kampanya xwe de jî diyar kir, em ê hişmendiya têkoşînê di nav hemû jinan de bi pêş bixin. Em ê bi hev re têkoşîna azadiyê bimeşînin da ku têkoşînê hîn berfirehtir bikin.”