19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kakeyî Cejna Qewiltasê pîroz dikin

Kakayî piştî sê roj rojiyê îro Cejna Qewiltasê pîroz dikin

Kakeyî weke pêkhateyek kevin û resen ya Kurdistanê ne û xwedî dîrokek kevin in. Di gelek qonaxan de rastî komkujiyan hatine. Lê tevî hemû zextan jî dev ji çand, huner û kevneşopiya xwe bernedane.

Îro Cejna Qewiltas ya Kakeyiyane, salane di demsala zivistanê de ev cejn tê pîrozkirin. Piştî sê rojên rojî girtinê Cejna Qawiltas tê pîrozkirin. Rojî di 14ê çileyê de destpê dike û di şeva roja sêyem de dibe cejn. Di roja cejnê de Yaran li cemxaneyan serdana hev dikin û cejna hev pîroz dikin.

Cejn li gel Kakeyiyan xwedî taybetmendiye, ev yek wisan kiriye ku çanda Yarisanan zindî bimîne û heta roja me ya îro jî girîngî bidin cejnên xwe.

Dîroka ola Yarisanê heta berî 4-5 hezar sal diçe û heta niha jî taybetymendiyên xwe parastiye. Li gel Yarisanan 3 cejn hene. Cejna Sultan Sehak, Cejna Qawiltas û Cejna Newrozê.