9 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden: Haya min ji naveroka belgeyên nepenî tune ye

"Ez matmayî me ku belgeyên hikûmetê ji bo ofîsa min hatine veguhestin û bi hêvîme ku lêkolîna der barê mijarê de di demeke kurt de bidawî bibe"

Serokê Amerîka Joe Biden piştrast kir ku ew bi naveroka belgeyên veşarî yên ku di ofîsa wî de hatine dîtin nizane. Biden da xuyakirin ku ew belge yên sala 2009-2017 ên dema ku ew cîgirê serok Barack Obama bû ne. Belge di ofîsa Biden a navendeke lêkolînê ya ku ew hin deman lê dixebitî hatine dîtin.

Biden der barê belgeyan de wiha got: “Ez bi tu awayî bi belgeyên veşarî re eleqedar nabin, parêzerên min ew li ofîsa min dîtine û radestî beşa arşîvan kirine.”

Biden di berdewama axaftina xwe de got ku ew matmayî maye ku ew belge çawa hatine ofîsa wî û wiha got: “Ez matmayî me ku belgeyên hikûmetê ji bo ofîsa min hatine veguhestin û bi hêvîme ku lêkolîna der barê mijarê de di demeke kurt de bidawî bibe”

Şêwirmendê qanûnî yê Joe Biden Richard Sauber jî da xuyakirin ku “Qesra Spî bi Arşîvên Neteweyî û Wezareta Dadê re hevkariyê dike” û got ku “hejmarek piçûk ji belgeyên nepenî” di “sindoqeke girtî” de li Navenda ofîsa Biden hatine dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku berê di ofîseke serokê berê Donald Trump de jî hin belgeyên nepenî hatibûn dîtin û bûbû û demeke dirêj di rojeva Amerîkayê de mabû.