24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

JKŞ: HTŞ li Şamê şanoyekî demokrasiyê ya trajikomîk dilîze

JKŞê der barê geşedanên li Sûriyeyê got: “Dadwerê şerîetê Şadî El Weysiyê ku bi sedema ‘zîna’yê li ber çavên raya giştî cezayê darvekirinê li ser jinan disepîne dibe wezîrê edaletê. Colanî bi hevalên xwe yên kevin ên DAIŞî ra hikûmet ava dike.  HTŞ, li Şamê şanoyekî demokrasiyê ya trajikomîk dilîze.”

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) der barê êrîşên li ser Rojava û geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û bang li gelên cihanê kir da ku xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derbikevin.

Daxuyaniya JKŞê wiha ye: “Rojava, di van rojan da di bin gefa çeteyên polîtîk ên cîhadîst ên serdestiya mêr û dewletan da ye. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê bahozê weke çiya disekine.

Em weke gelên ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, di dilê Rojhilata Navîn da di cepheyan, sengeran, bajaran, taxan û nobetên sînor da ji bo parastina şoreşa xwe ya demokratîk, ax û şoreşa xwe ya jin şer dikin û li ber xwe didin.  Êrîşên dewletên dagirker mêtingehkar û çeteyên faşîst ên cîhadîst ên polîtîk nikare me bitirsîne. Em tirsê nas nakin. Bi ser serê me da bombe bibarin jî, em ê tu carî dev ji parastina senger, gund, bajar û axên xwe bernedin.

Nêzikî du meh berê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ), bi radestkirina rejîma xwe ya mêtingehkar a kujer a Esad dewleta Sûriyeyê ya burjuva xist bin destê xwe. Rêxistina çete ya HTŞê ku bi piştgirîgirtina ji dewletên emperyalîst, dewletên herêmî yên paşverû yên wekî Tirkiye û Îsraîl mezin bû, hewl dide ku bi qewlika demokrasiyê rewş-pozîsyona xwe pihêt bike. Ebû Mihemed El Colanî-Ehmed El Şara yê ku di sala 2012an da bi erka avakirina DAIŞê hat Sûriyeyê bi gotinên demokrasî, mafên jinan û azadiyê hewl dide ku gelên Sûriyeyê û cîhanê bixapîne. Dadwerê şerîetê Şadî El Weysiyê ku bi sedema ‘zîna’yê li ber çavên raya giştî cezayê darvekirinê li ser jinan disepîne dibe wezîrê edaletê. Colanî bi hevalên xwe yên kevin ên DAIŞî ra hikûmet ava dike.

Dema ku HTŞê, li Şamê şanoyekî demokrasiyê yê trajikomîk dilîze, em li ser sehneyê dikarin komkujî û îşkenceyên wan bibînin. Tê dîtin ku HTŞê, malbatên elewî yên ereb di malên wan da dorpêç dike û tevê zarokan bi komkujiyên komî dişewitîne. Em dibînin ku çeteyên HTŞê destdirêjiya jin û zarokan dikin, zarokan direvîne û di îşkencexaneyan da nenûkên girtiyan dikişîne. Em bûn şahîdî ku ew cilên şerîetê di nav jinan da belav dikin. Em bûn şahîdî propagandaya “Siyaseta jin e AKPê tekûz e” a Ofîsa Karên Jin a ku bi hikûmeta HTŞê ra bi awayekî hevedemî hat avakirin.

Dewleta Tirk a cîhadîst û faşîst jî, di aliyekî da bi çeteyên HTŞê ra di nav tifaqê da ye û di aliyê din da bi bikaranîna çeteyên Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî (ASN) êrîşa axa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dema ku HTŞê hikûmetê Şamê xist bin destê xwe, çeteyên bi navê ASNê yên Dewleta Tirk jî li herêmên Til Rifat û Şehba êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Ji kampa Şehba ya koçberan ku bi deh hezaran gelê Efrînî yên ku berê bajarê wan hatibû dagirkirin û bûbûn koçber ji nû ve ji cihên xwe hatin koçandin. Dewleta Tirk a faşîst bi dagirkirina Minbicê hewl dide ku xeyala xwe ya Kobanê pêk bîne. Weke hevedemî di hundirê 30 kîlometir da herêmên şoreşê yên ku dirêjî rêya M4 (rêya dualî) dibe û sala 2019an da nikarîbû dagir bike bombebaran dike.

Lê Dewleta Tirk a faşîst a serdestiya mêr û çeteyên wê, nikare berxwedana şoreşger a gelên me bişkîne. Bi hefteyan e nikare li Qereqozax û Bendava Tişrînê bi pêş ve biçe. Ji aliyê Minbicê nikare derbasî li cihê ku Kobanê jî lê ye ber bi aliyê Rojhilata Firatê ve bibe. Çeteyên dewleta Tirk li Qereqozax û Tişrînê li berxwedana hêzên me yên çekdar û HSDê diqelive. Li herêmên Rêveberiya Xweser dema ku em bi hezaran gelê kurd, ereb, asûrî, suryanî, êzidî, tirkmen bi dilê xwe yê şoreşger diçin nobetê, Dewleta Tirk me bombebaran dike. Lê gelên me, di aliyekî da cenazeyên şehîdan radikin, di aliyê din da bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana HSDê” meşa xwe berdewam dike. Mertalên zindî yên li Bendava Tişrînê ruxmê vê dev ji govenda xwe bernade. Gelê me bi biryardariya xwe mînaka fidakariyê ya hêza berxwedanê û hêza ku dibe yek û tirsê nas nake nîşanî tevahî cîhanê dide.  

Li her dera Rojava gelên me dibin parçeyek ji ev şerê şoreşger. Em li xeta sînor weke hêzên leşgerî yên profosyonel ên HSDê sengerên xwe digirin. Li bajar û gundan ji aliyê gel ve taburên nû tên avakirin, hêzên çekdarî yên şerê gelê şoreşgerî tê rêxistinkirin. Li dijî îxtimala çeteyên cîhadîst ên polîtîk ku xwe li herêmên Rêveberiya Xweser vedişêrin gel teva yekeyên parastina cewherî nobet digire. Ji bo koçberên ku ji herêmên şer hatine li taxan alîkarî tê komkirin. Dayik ji bo şervanên ku li cepheyan şer dikin bi tonan xwerin çêdikin. Li aliyê Bakur ê Kurdistanê gel, li dijî gefa Dewleta Tirk a êrîşa erdî ya li ser herêmên wekî Qamişlo, Kobanê nobet digirin.

Em weke Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) di refên herî pêş ên berxwedanê da cih digirin û Şoreşa Rojava ya Jin diparêzin. Bangewaziya me ji gelên cîhanê ra heye: Bibin parçeyekî berxwedanê! Şoreşa Rojava ya Jin biparêzin! Bibin parçeyekî şerê gelê şoreşgerî!

Dewletên faşîst ên cîhadîst ên polîtîk û çete bi piştgiriya hêzên emperyalîst ên li ser NATOyê li Rojhilata Navîn desthilatên ku dijminên jinê ne ava dikin. Di nav tarîtiya ev serdestiya mêr da, şoreşa me ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeka mezin ala şoreşa jinê bilind dikin.

Ji bo ku hûn mil bidin me, hûn bi hatina Rojava an jî li cihên xwe hûn dikarin tevkarî pêşkeş bikin. Em her derê û her dilekî bizivirînin parçeyekî berxwedana me! Derewên dewletên emperyalîst azlû-deşîfre bikin. Destûr nedin ku dewletên ku hûn lê dijîn, piştgirî bidin çeteyên cîhadîst ên polîtîk ên faşîst ku êrîşa şoreşa Rojava dikin. Ên ku bi awayekî vekirî an jî veşartî hewl didin ku şoreşa Rojava bifetisînin li her derê aşkere bikin. Rihetî nedin wan!

Şoreşa Rojava ya jin ku ronahiya hêviyê ya têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê ye biparêzin. Bibin çirûskên ronahiya şoreşa Rojava ya jin. Li axên ku hûn lê dijîn ronahiya şoreşa Rojava ya jin bilind bikin.

Bijî Berxwedana Şoreşger!

Bijî Hevrêtiya Jin!

Bijî Şoreşa Rojava ya Jin!”