Romana Huseyîn Ozsoy ya bi navê “Xêr û Şerên Dûrî Çavan” ji nav weşanên Aramê derçû. Ozsoy bi vê berhema xwe ya yekemîn û bi hubra pênûsa xwe wêjeya kurdî rengîntir dike.
Pirtuka Huseyîn Ozsoy a bi navê “Xêr û Şerên Dûrî Çavan”, wek roman ji nav weşanên Aramê derçû. Huseyîn Ozsoy bi vê berhema xwe ya yekemîn nikûlê xwe li nava wêjeya kurdî dixe. “Xêr û Şerên Dûrî Çavan” her çiqas wek roman hatiye binavkirin jî, di esasê xwe de ji bîranîn û rojnivîskan pêk tê û mîna belgeyekê jiyan û tekoşîna zîndanê ya ji salên 1994’an heta 2022’an bi zimanekî wêjeyî û çîrokî vedibêje.
“Xêr û Şerên Dûrî Çavan” ku ji navê romanê jî tê diyar kirin, perçayeke jiyana tekoşîn û berxwedana gelê kurd ya hebûn û xwebûnê di nava çar dîwarên bi beton û hesinî de di çi merheleyan de derbas bûye ku bi zimanekî wêjeyî radixîne, hêjayî nirxandin û pesindayinê ye. Şoreşa gelê kurd a zîndanê bi awayeke têkûz, milê wê yê çandî, behremendî, derûnî û bi her awayê xwe berxwedan û jiyana di nava çar dîwarên girtîgehan de ku gava raçav dike û vedibêje, mirov hîm xemgîn dike, him dikenin e û him diramîne.
Ji ber ku di dema xwe de jiyana di girtîgehan de, awaz û şêwe, jiyan û tekoşîn û ruhê komînalê tev yek bûn, bi gelemperî ji çavên di girtîgeha ku tê de ye wêdetir, tevahî girtîgehên di bin desthilatdariya kolonyalan de ye him li kurdistan û him li tirkiyeyê, bi awayekî hûr û kûr bi rojane çawa derbas dibe, bi hûrgulî li ser disekine û ji me re vedibêje.
Pirtûk bi vî awayî kedeke girîng dîde wêjeya kurdî, her wiha bi mijarên xwe yên şoreş û berxwedana zindanê, bi kûrahî ku radixe ber çavan, bi awayekî balkêş him zehmetiyên ku gelê Kurd jiyaye û him jî berxwedana li hemberî van zehmetiyan bi hostayî dihûne; geh rexne dike û geh jî rexnedayinê dide.
Di esasê xwe de bi berfirehî li ser şert û mercên dijwar, têkoşîna civakî û berxwedana çandî ya gelê kurd a li girtîgehan ku tê jiyîn disekine; di vê xebatê de ne tenê serpêhatiyên takekesî, di heman demê de refleksên têkoşînê ya hevpar pê re radixe ber çavan. Roman bi vî awayî jiyana ruhê civakî û berxwedana çandî ya li girtîgehan ku dimeşe, xwîneran dikişîne nava kûrahiya vê pêvajoya dijwar.
“Xêr û Şerên Dûrî Çavan”, jiyana di nava çar dîwarên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de, ne tenê wekî hawîrdora girtîgehê, di heman demê de wekî parçeyek ji dînamîkên çandî û civakî yên ku hatine bidestxistin vedibêje. Di vê hawîrdorê de wê wekî refleksekê dihesibîne û bi zimanekî hunerî hemû aliyên jiyana li girtîgehan ku zehmetî, têkoşîn, bûyerên çandî û berxwedanî bi hûrgulî dihûne, vedibêje.
Pê re naveroka romanê bi perspektîfeke rojane yan jî ya salane, bûyerên ku li girtîgehan tên jiyîn, şert û mercên jiyanê yên dijwar çawa tên teşekirin û mirov çawa bi van şert û mercan re rû bi rû dimîne, tehlîl dike û destnîşan dike ku ew der ne tenê girtîgeh e, di heman demê de qadên têkoşîna çandî û civakî ya berxwedana gelê kurd e.
Hûseyîn Ozsoy, bi vê berhema xwe ya ewil re, ku bi mijar û dînamîkên girîng ên di zîndanê de, di edebiyata kurdî de wê wek xaleke girîng bête dîtin û şopeke kûr li ser edebiyata kurdî bihêle. Ku tiştên li girtîgehan qewimîne û rengên berxwedanê yên di vê pêvajoyê de bi şêwazeke edebî pêşketiye gava ku vedibêje, him ruhê serdemê û him jî pêkhateya civakî ya ku bi vî ruhî pêk hatiye, radixe ber çavan.
Di encamê de “Xêr û Şerên Dûrî Çavan” ne tenê romanek e xeyalî ye, di heman demê de rastiya jiyanek e di bin nîrê zordariyê de, ya rasteqîn e. Ozsoy bi vê xebata xwe berxwedan, jiyan û her aliyê têkoşîna çandî ya li girtîgehê wiha bi awayekî tekûz nîşan dide. Di dema xwendina pirtûkê de derfeta xwendevanan dê peyda bibe ku him vê pêvajoya dîrokî û him jî di vê pêvajoyê de çand, wêje, bîr û birdozî ya di girtîgehan de bi awayekî kûrahî fam bike.