Di vê pêvajoya ku aştî û çareseriya demokratîk tê niqaşkirin û her wiha PKKê xwe fesix kir û çek îmha kirin de, li şûna rayedarên dewletê gavên çareseriyê bavêjin; dijberî vê yekê bi polîtîkayên qedexe, mohrkirin û înkarê, rê li pêşiya çareseriyê digirin. Ev dihêle ku gavên aştî û çareseriya demokratîk bêne xetimandin.
Li ser banga Dewlet Bahçelî ya cotmehê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bang li PKKê kir ku xwe fesix bike û şerê çekdarî bi dawî bike. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî PKKê kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Dîsa di 9ê Tîrmehê de Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen, li gel hevalên xwe yên girtîgehê daxuyanî da û anî ziman ku êdî dema şer bi dawî bûye û xwest rêya siyaseta demokratîk bê vekirin. Komek endamên PKKê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan bi merasimek heybet û dîrokî di 11ê Tîrmehê de li pêş çavê hemû cîhanê çekên xwe şewitandin û peyamek pir xurt dan welatên cîhanê. Destnîşan kirin ku ew ne çekên xwe teslîm dikin û ne jî careke din van çekan ji bo şer bikar tînin. Tişta ku dewletê û rayedaran ji Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan û PKKê xwest, Rêber Abdullah Ocalan û PKKê pêk anîn. Lê tişta ku Rêber Abdullah Ocalan ji meclisê û partiyên siyasî xwest, hêj bi encam nebûye. Tê payin ku di 5ê Tebaxê de komîsyonek li meclisê bê avakirin. Di vê pêvajoya ku amadekariya avakirina Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê tê kirin de, dîsa polîtîkayên înkar û îmhaya nirxên kurdan di rojevê de ye. Dîsa saziyên zimanê kurdî li Kurdan qedexe dikin û warê jiyanê ango gund û wargehan li gundiyên Kurd qedexe dikin.
Di serê meha Tebaxê de li navçeya Konakê ya Îzmirê Komeleya Awestayê ku xizmeta çand û zimanê Kurdî dike, bi fermana walî mohr kirin. Bi awayekî aşkere peyam da gelê Kurd ku zimanê Kurdî qebûl nakin.
Niha jî Walitiya Şirnex biryar daye ku heta 1ê îlonê gundên Bilga û Cilbiya yên navçeya Sîlopiya li çûn û hatinê qexede bike. Walitiya Şirnexê di 22ê tîrmehê de biryar da ku ketina herêmên daristan lê hene, heta 1ê îlonê were qedexekirin.
Dîsa di 13ê Tîrmehê de li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê malbata ku ji seyranê vedigeriya bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdar kiriye rastî êrîşa polîsan hat û îşkence li malbatê hat kirin. Di bûyerê de xwîşka wan Zeynep Yaman a ducanî ji ber lêdana polîsan birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî ya Sultangaziyê.
Em dibînin ku hê jî israra rayedarên dewletê ya înkar û îmhaya gelê Kurd berdewam dike. Li aliyekî ziman li wan qedexe dike. Li aliyê din êrîşî kesên ku bi kurdî diaxivin û stranan dibêjin dikin. Li aliyê din jî qada jiyanê li gundiyan qedexe dike û destûr nadin ku welatî vegerin gundên xwe. Destûr nadin ku gundî vegerin warê xwe yê jiyanê. Kurdan ji hemû çavkaniyên jiyanê qut dikin û bênefes dihêlin.
Çima vê yekê dikin? Ji ber ku naxwazin kurd bijîn. Naxwazin kurd bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Naxwazin Kurd li gundê xwe, warê xwe li ser axa xwe bi xwezayê re bijîn.
Ji ber ku her mirov bi zimanê xwe heye. Her civak û netewe bi zimanê xwe heye. Eger zimanê mirovekê-î jê bê girtin, ew mirov dê çawa karibe xwe îfade bike? Dê çawa karibe xwe biparêze? Dê çawa karibe daxwazên xwe bîne ziman? Dê çawa karibe li dijî şaşiyan derkeve? Dê çawa bibe civak û netew? Dê çawa karibe diyalogê pêş bixe û çareseriyan pêş bixe? û gelek pirsên din mirov dikare lê zêde bike.
Ji ber ku naxwazin Kurd bi vîna azad xwe îfade bikin û parastina xwe bikin li aliyekî qedexe dikin, li aliyê din mohr dikin. Lê vê israra politikaya înkar û îmhayê ya sedan salan têk diçe. Îro çiqas bixwaze kurdan tune bike û bênefes bihêle jî Kurd ji her demê bêtir xwedî bi hêz in. Kurd ji her demê bêtir dikarin ziman, nasname û hebûna xwe biparêze. Dikare axa xwe, ava xwe û warê xwe biparêze. Dixwaze hem xwe û hem cîranê xwe biparêze. Dikare hem xwe û hem cîranê xwe bi rêve bibe.
Lê dîsa jî divê bertekên Kurdan li dijî van polîtîkayan bêtir bi rêxistin û bi girseyî be. Êdî dema yekîtiya gelan e. Dema bertekên hevpar ên gelan in.