Yek ji kesayetên mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistiye Osman Sebrî ye ku hemû jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe feda kiriye û yek ji kesayetê herî zêde êş, zindan, îşkence û sirgûn dîtiye ye. Osman Sebrî di 7’ê çileya 1905’an de li gundê Narînce yê Semsûrê hatiye dinê. Sebrî ku hêj 10 saliye bavê wî ku axayê Mêrdesiyane ji ber nexweşiya tîfoyê jiyana xwe ji dest dide û ji aliyê apê xwe Şukrî ve tê mezinkirin. Osman Sebrî di sala 1922’an de, di 17 saliya xwe de ji aliyê apê xwe Şukrî ve tê zewicandin. Salek piştî zewaca wî kurekî wî yê bi navê Welat çêbû, Welat di sala 1974’an de li Kolikê ji aliyê Sirri Erdemê neviyê apê bavê xwe Şukrî ve tê kuştin.
Piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd a 1925’an, ji ber piştgirîdayîna serhildanê Dadgeha Îstiklalê ya Elezîzê cezayê darvekirinê li Şukrî Axa dibire lê bi mudaxeleya hin derdoran ev biryara dadgehê vediguhere cezayê 15 salan ên girtîgehê. Lê dema Şukrî axa dişînin Girtîgeha Muglayê, Osman Sebrî ku peyama ji apê xwe werdigire, li ser rê apê xwe ji esaretiyê rizgar dike. Piştî demeke kin Osman Sebrî jî di 20 saliya xwe de tê girtin û apê wî Şukrî û Nûrî ku li Dadgeha Îstiklalê dihatin darizandin, bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin. Sebrî ji ber vê dozê 6 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn û li Edene, Konya û Denîzliyê bi giştî 23 meh û 13 roj di girtîgehê de dimîne. Di sala 1928’an de tevî 48 girtiyên din ji Girtîgeha Denîzliyê tê berdan.
Di 26’ê kanûna 1929’an de diçe Sûriyeyê û li wir bi Celadet Alî û Kamuran Bedirxan Bey re dest bi xebatê dike. Osman Sebrî ku endamê rêxistina Xoybûnê bû, di 1’ê tîrmeha 1930’an de bi fermana Xoybûnê, ji bo ku barê berxwedana Agiriyê sivik bike, dikeve herêma Pirsûsê û li wir qereqolekê dirûxînin û 5 leşkeran dikujin. Piştre, dema ku ew bi Şêx Abdirrehman Garisî û Mela Ahmedê Sûzî re diçû başûrê Kurdistanê ku bi Şêx Ahmed Barzanî re hevdîtinê pêk bîne, di encama îxbarekê de ji aliyê îngilîzan ve tê girtin û dixin zindanê. Piştre Osman Sebrî radestî rêveberiya kolonyalîst a Fransayê li Sûriyeyê tê kirin. Piştî demek kurt tê berdan lê ji meha 11’an a 1931’an heta sala 1935’an li Urdun û Filistînê li sirgûnê dijî.
Osman Sebrî ku jiyana wî ya sirgûniyê ne tenê li Filistîn û Urdunê bû, di sala 1935’an de wî dişînin Madagaskarê. Ew rojên xwe yên li Madagaskarê wiha vedibêje: “Dema fransiyan ez birim Madagaskarê, li wir 3 gundên kurdan hebûn. Lê wan zimanê xwe ji bîr kiribû. Bi vî awayî milet di nav bêçaretiyê de û hatine terikandin.”
Dema ku helwêsta dewleta kolonyalîst a fransî li hember kurdan nerm bû, Sebrî ku di sala 1937’an de hat berdan, vegeriya Şamê û li Şamê bi cih bû, di sala 1944’an de li Şamê zewaca xwe ya duyemîn kir û bi jina xwe ya duyemîn ku çerkez bû re zewicî. Sê kur bi navên Hoşeng, Hoşîn û Heval û du keç bi navên Hingur û Hêvî çê dibin. Di sala 1932’an de Sebrî di kovara Hawarê de bi awayekî aktîf dest bi xebatê kir û ji Celadet Alî Bedirxan dersên kurdî girt. Di navbera salên 1932-1945’an de gelek çîrok, helbest û gotar nivîsandine, ji bilî Hawarê di kovarên Ronahî, Stêr û Roja Nû de jî gotar nivîsandine. Xizmeta wî ya ji bo kurdî tenê bi wêjeyê re sînordar nebû, lê bi vekirina kursên xwendin û nivîsandinê li gelek gundên rojavayê Kurdistanê dersên zimanê kurdî jî da. Di sala 1957’an de dibe yek ji damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê.
Di salên dawî yên jiyana xwe de her tim ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku wê demê li Sûriyeyê ye, serdana wî tê kirin û di serdanê de herî zêde li ser rêbaza têkoşîna kurdan nîqaş tê pêşxistin.
Osman Sebrî ew kesayetiya kurd e ku hemû jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe feda kiriye û yek ji kesayetê herî zêde êş, zindan, îşkence û sirgûn dîtiye. Bi rastî jî di têkoşîna kurdan de kesekî îstîsna ye ku heta Madagaskarê jî derketiye. Sebrî di 11’ê cotmeha 1993’yan de di 85 saliya xwe de li Şamê koça dawî dike. Cenazeyê wî li goristana şehîdan a gundê Berkevire ya Derbasiyê tê definkirin.
Jiyana xwe fedayî serxwebûna welat kir
Rewşenbirê kurd Osman Sebrî ku kedek mezin daye çand û wêjeya kurdî di 11’ê cotmeha 1993’yan de di 85 saliya xwe de li Şamê koça dawî kir