1 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana rojnameger Huseyîn Aykol hê jî di bin xetereyê de ye

Rojnameger Huseyîn Aykol ku ji ber xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin. Ji ber ku enfeksiyonê sîhên Aykol girt, tedawiya antîbiyotîkê hat destpêkirin.

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Aykol, roja 9emîn e li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin.

Hat zanîn ku ji ber enfeksiyonê sîhên Aykol girtiye, tedawiya antibiyotîkan hat destpêkirin. Hat zanîn ku Huseyîn Aykol ji beşa çavdêriya awarte ya li emeliyatxaneyê hat derxistin û birin beşa çavdêriya awarte ya giştî. Bijîşkan, da zanîn ku hişê Huseyîn Aykol hêj girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.