2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana li cîhana miriyan, mirina li welatê zindiyan

Homayon Ebasî

(referansên metaforîk ji civaka tazîdar, mirîperestî, meth û pesnwerên şînê û Newroz li Kirmanşan û Îlamê)

Li gundek an (civakek) ku hîç nîşanek ji jiyanê li wir tune, cihek ku  ne dewlet gavekê ber bi guhertinê diavêje ,ne jî xwestekek ji bo wê heye û ne gel hêzekê ji bo şadiyê di xwe de dibînin û ev gav ber bi guhertinê pêk nayê, goristanê cihê avabûna jiyanê girtiye.cihê ku hebûna miriyan pirtir ji zindiyan e, bîranîn girantir ji demên herikbar in û mirinê wateya navendî ya jiyanê çêkiriye.

Lê em çawa gihîştin vir?

Çima em li şûna pîrozbahiyê an pîrozkirina şadiyê şînê digirin? Çima zindiyan di siya miriyan de xwe veşartine?

Çima heta ku hûn nemirin naçin li dû  nirxê an balê nadinê? Ev ne çîroka gund û bajarekê ye.

Mirinxwazî û mirîperestî û bêrûmetkirina jiyanê bûye pandemî li civaka ku nîşanek ji jiyanê tê de peyda nabe, her çend rastiya dîrokî ya vê civakê nebe. Li vir mebesta mirinperestiyê ,him di wateya felsefîk û him psîkolojîk ew e ku wek pirsgirêkek derçûnî an meyl bi tûndtûjiyê û mirinê tê nasîn, wateya geştir anku ferhenga ku bala wê ser mirin û xemginiyê ye an civaka ku di şînê de niqomî ye.

Mirinperestî an şîn di civakê cuda de diyardeyek biyanî nînin;belkî koka wan di dîrok,aborî û siyasetê de heye. Civakên ku têne çewisandin. Hatine îstîsmarkirin an jî di çerxa xizanî û bêhêvîtiyê de asê bûne ,bi gelemperî li mirinê digerin an jî bi wî alî ve dibin . Ku em jiyan û şadiyê wek huner an jêhatîbûnek bihesibînin li rex zemîneyên ku pêwîst in ,pirî mirov di hîç zemîne û babetê de ne tenê hunera jiyankirinê û şadiyê hîn nabin belkî yêkser ferhenga şînperestiyê bi her cûre şadiyê serkut û biçûk dikin .

Ev gund(civak),wek ku li pirî cihên bêpar ê cîhanê tê dîtin ,ji ber nebûna derfetên aborî û civakî ,edalet û pêre serkutkirina çandî,mirov ber bi mirinperestiyê ve birine. Çima ku jiyanê tiştek ji bo pêşkêşkirinê tuneye ,bes mirin dibe dawîtirîn penahgeh . Desthilat jî,agah an bêagah vê rewşê pêşve dibe ,civaka ku nava şînê de xeniqiye kêmtir serî hildide ,kêmtir daxwaz dike û kêmtir ji bo guhertinê şer dike lê şûna wê girîngiyê dide bênirxtirîn babetan. Hemû şerê ku divê dijberî pêkhateyên bêadilane û hikûmetê be an bikar bîne ew vediguheze bi xwe têkbirinê û şer û alozî hevrikiya bê netîce bi malbat derdor û endamên civakê re an di dawiyê de tuntûjiya civakî û madeyên hişber û xwekujî.

Şadî ji bo fîlozofên Mîna Nietzsche, Spinoza û Bertrand Russell, ne gorangeh an yariyek e belkî hewcedariyek jiyanî ye.

Nietzsche ser wê bawerê ye ku divê jiyan were pejirandin, hezkirin, neku radestî mirinê bikin. Ew jiyanê wekî “xwesteka hêzê” dibîne, xwestek ji bo afirandinê, guherîn û kamilbûn. Bêguman, ev xwesteka hêzê ji bo Nietzsche, hêzek ji bo pêşkevtinê di jiyanê de û jiyan bixwe hêzek afîner e ku divê were erêkirin.

Lê li vî gundî, mirinê hêz girtiye dest. Mirov li şûna ku enerjiya xwe xercê afirandin û zayînê bikin,ew bi kesên ku çûyîne an mirine ve zeliqî û girêdayî ne. Ji ber ku di esasê de cihek an zemîneyek ji bo zayîn û afirandinê nemaye, Di heman demê de dibe ku salê çend caran kombûnek li kolanan hebe, ew jî rêxistinek ji bo şîn û zêmariyê her çi be wêranî û zewal e.

Freud bawer bû ku mirov di navbera her du xerîzeyan de asê ye: Eros (xerîzeya jiyanê) û Tanatus (xerîzeya mirinê). Ev pevçûn, her çend di psîkolojiya klasîk de, bêyî ku babetek civakî be bi radeya jêrhişiya takekesî ve girêdayî ye lê ji lensa wê mirov dikare ji bo tehlîla civakê bibîne . Li vî gundî, Tanatus serkevtî ye . Di şûna çêkirin, evîn, li şûna afirandina huner û muzîkê,spartine axê .

Bi demê re, wan jî berê xwe dane mirinê. Lê divê hûn ji xwe bipirsin: Ma em ji bo şînê û temaşeya miriyan zindî ne? Ma jiyan seratir ji bîranînên berê nîne? Di civakên mirî de, hemî nimûneyên bedewiyê hêdî hêdî ji nav diçin. Muzîk winda ye, reng hemî hatine jêbirin. Heya ku çav dibîne reşahî ye. Tewre hemû keçên ciwan cilên wan reş in. erebe reş, spî an bêrih in. Rengên dilxweş têne biçûkxistin.em dikarin ji vê dabeşê ji bo tehlîla rewşê bikar bînin. êdî ciwanên ji temenê 15 salî cilên rengîn li xwe nakin. Jin bêtir ji her komekê dibin qurbaniyên xemperestiyê û ew yek ser milê wan berdewam e. Rûyên birîndar û cilên reş di serxweşiya hezkirên xwe de, wêneyek sureal ji dîrokek perîşan avêtiye heya niha ku carnan jinek bi reşikê û şîna ebedî mehkûm dikin. Li civaka mirîperest zarokî, xortanî û ciwanî, ew hemî bêmiraz in. Ji ber ku ecele  heye ku zû zû mezin bibin. Ku mîna mirovên pîr tevbigerin. Ew ji temenê wan bêtir zarokan perwerde dikin û zêdetir ji temenê xwe zanibin.Heman nekirina zaroktî, Ciwan û nûciwanî,bûye sedema tûndtûjî û depresiyon û bêwateyiyan. Di şûna , merasîma xakspartinê bi sorkirinek sîstematîk a methan bi rewşenî tê li dar xistin û her roj bi zimanên nû ve têne zêdekirin ku ji bo xemgîniyê zêde bibin, berê di kevneşopiyan de Çemer tunebû. Li deverên mîna Kelhor û Lek, heke hûn xwe kêmtir biêşînin sembola bêarî û bêbaliyê ye. Ango, normên civakî li bajaran pêvajoyek ber bi pêş ve çûyînê ye, û şîn li şûna hilweşandinê pêşve çûye. Ji bo dîtina wan rezaletan fîlmên ku di wê barê de ser medyayan belav dibin bibînin. Bê guman, ew ne tenê ji bo Kirmanşan, Îlam û Lorestanê ye bi rengek din û mekanîzmayên cûda yên li deverên kurmancên ûrmiyeyê di hereketê de ye. Dîsa servekirina aboriya siyasî ya xemgîniyê li vir pêwîst e. çerxa aborî ku ji felaket û girîna mirovan jiyanek qirêj çêkiriye

Li gor dîrokê, gelek tevgerên azadîxwaz û pêşkevtinên civakî divê pêşî ji dîlgirtina giyanî di paşerojê de azad biban. Marx dibêje ku mirî li ser milên zindiyan giran in, her guhertina rastîn hewce dike ku paşerojê li şûna zincîran wê biavêje ser dikê. Marx di hijdê birumêrê de li ser bandora kevneşopî û bîrdoziyên berê li ser hilberîna pergalên civakî destnîşan dike û dikare ji vê nîqaşê were deyn kirin daku vê rewşê analîz bike. Li vir, mirî tenê bûne hecetek e ku ji berpirsyariya jiyanê birevin. Gund di nav “Nostalojiya Mirinê” de ye: paşerojek ku ne tenê sûdbexş nîne, lê di heman demê de belkî rêgirek e ji bo dahatûyê. Paşerojê tenê sembola êş, xemgîniyê, bêhêzbûn û êşê bûye, lê îro ji bo mirindostî û paşerojperestiyê lê bi guherîna dîrokê tê vexwendin. Ji paşeroja ku tiştek ji bo jiyanê peyda nabe, dibe pûtparêzî. paşeroj, mîna gerdenbendek di stûyê niha de ku bixwe sedema mirina jiyanê û dilxweşiyê.Aristotle dibêje ku kêfxweşî ne di demên zû bihorînê de, belkî di geşbûna qabiliyetên mirovî de ye. Li vî gundî, mirovan qabiliteyek ji bo geşbûnê tuneye,ji ber wê wan xwe ji veguherînê bêpar hiştine. kêmasiyên hukûmetê,imkanan, tunebûna hêviyê, nebûna -xwe rêxistinkirinê- hemî sedemên ji bo rewşa niha ne. Lê awayê rizgarkirinê çi ye?

Pêşîn, divê hûn fêm bikin ku şadî babetek ne nedîtbar (abstrakt) e, lê ew şert û merc hewce dike ku were afirandin. Pêdivî ye ku li gund (bajarên civakan) bêneçêkirin ku mirovan vegerîne jiyanê. Dibe ku meydanek piçûk, pîrozbahiyek biçûk, muzîkek zindî, şanoyek, civînek, hewildanek kolektîf ji bo guhertinê. Albert Camus serhildanek li dijî bêhêvîtiya jiyanê pêşniyar dike: ne radestkirin bi pûçiyê û ne jî revin, lê dibe afirandina wateyê nava dilê bêwateyiyê . Gelo ev gund dikare li hember mirinperestiya xwe serî serhilde?

Lê çawa?

Divê li vir li ser çareseriyên pratîkî bifikirin. Tecrûbeyên hin civakên ku di vê rewşê de mayîne diyar kiriye ku guhertin dikare ji xalek piçûk dest pê bike. Li hin gundên xizan ên li Amerîkaya Latîn, pêşxistina pirtûkxaneyên giştî an girtina pîrozbahiyên herêmî rêça civakê guherîne. Li herêmên şer qewimînî ên Afrîqayê , bernameyên hunerî û muzîk, kariye mirovan ji xofa mirinê ber bi jiyanê ve bibe. Guhertinek piçûk dikare destpêka şoreşê be. Heke tenê yek kesek li gund biryar bigire ku li wir baxçeyek piçûk ava bike, pirtûkek bixwîne, stranekê bistire, an zarokan vexwîne lîstikê,ewê birûskek li wê tariyê de bê lêxistin. Ku li şûna qidûmê çokê wan ser goran bişkê , sema bikin.ewê cîhan dest bi guhertinê bike Kirmanşan û Îlam meydana sereke a şerê heşt sala a hilweşîner û bêencam bûne hîna jî mirovên wê xwedî birînên sax û derûnî û cismî ne. Li kolan û kûçeyan hê jî ceng bi şêwazekî zindî heye. Şerek nehs ku ne ji hêla aborî, çandî û ne jî civakî nayê pênasekirin. dibe ku hikûmet nekare an nexwaze bibe alîkar, lê agahî, yekem pêngava rizgarî ye. Pêdivî ye ji nifşên din re xiyanet neyêkirin nabe ku rêyek ji bilî berdewamiya dema borî bidin pêşiya wan. Divê Huner, Wêje, Muzîk, û Bedewiya Pêdivî ya ku hêja bi wan were teşwîq kirin û dabînkirin. Rêyek nû û cîhanek nû û nirxên nû ava bikin ku jiyanek cûda pêk were. Yek ji nimûneyên berçav li asta mezin ku dikare bibe rêya rizgarkirinê ji bo deverên wekî Kirmanşan û Îlam pîrozbahî an agirê Newrozê ye ku îsal yekem car bi awayekî taybet hate pêşwazîkirin. Ev pîrozbahî ji bo wan herêman mijareke jiyanî ye ku di sala nû de ew ê li pirî bajaran û gundan were lidarxistin. Newroz dikare hinek tabûyan bi taybet ji bo jinan bişkîne, ew mirov bêhtir bextewerî û sema û şahiya komî tehm bikin û bêhtir rêxistinkirinê nas bikin. Agirê newroz mîna hêzek ku di seranserê dîrokê de hatiye serkutkirin, lê hîna jî di kûrahiya dîrokê de xwedî wê hêzê ye derz û birînên wêranker qenc bike.Helwesta gelên van deveran ji newrozê re destnîşankirin ku pirî kes di lêhûrbûna wan mirovan de çiqasî şaş bûne û şaş fêm kirine û xwedî texmînên pûç û dûr ji rastiyê bûne.

Berevajî kesên ku newrozê edetek kevn û bêliv dizanin, newroz divê tenê wekî muzexaneyek û kevneşopiyek folkorî ya ku tenê ji paşerojê ve girêdayî ye neyê dîtin berevajî newroz dikare bibe fersendek ji bo xwendina dîroka bîrkirî û di heman demê de bandorek pratîk û kêrhatî ku li civaka îro hebe newroz nabe ku merasîmek nostalojîk û xemgîn be, divê dema heyî de rolek dînamîk û watedar bilîze. Ji ber vê yekê rêzgirtina newrozê rêzgirtina jiyanê ye ku di pêvajoyek ku em bi hemî tehlî û şîrîniyê re rû bi rû ne. Li ser astek mezintir û kûr,ku em pîrozbahiya newrozê tenê ji perspektîvek siyasî û çandî venerînin ew dikare wekî şahiya dîonîk-dîyonîzosî were dîtin ne û serxweşiyek bêwate û pûç.

Lê divê were zanînin ku vexwendin bi kêfxweşiyê û dûrî ji mirinperestî û şînê,hertim bi hemû pênaseyên kêfxweşî û xemginiyê li hev nayên .di asteke kûrtir de,xem û kêfxweşî du tecrûbeyên bingehîn ên mirovî ne ku girêdayî binyat û encama dikare berhemdêr an bêbiha bin.

Spînoza di pergala xwe ya rewiştî de, şadiyê wek zêdebûna hêza çalakiyê û xemê jî wek kêmbûna wê hêzê dizane lewra ew şadiya ku ji têgihîştina eqlanî ya pêwîstiya hebûnê, peywendî bi cîhanê re û herwiha afirîneriyê hiltê, xwedî nirxeke astbilind e lê şadiya ku ji sersariyê, revîn ji rastiyê û lezeta bênaverok çêdibe, ne tenê  bêkêr belkî sebebê bêtevgerî û sistbûnê ye.

ji hêleke din ve xema egzîstansiyalîstî ya ku Heideger û Keirkegard wek nîgeraniya hebûnî, hilatina toriniyê û berpirsyariya li himber xwe tê raberkirin; xemeke hilberîner e ku mirovan ber bi hizirîn û rizgariyê han dide. Lê xema ku ji ber şînparêziya domdirêj, mirinperestî û niqumîn di derd û kulek e bêdawî de be ne tenê têkber e belkî li himber destveanîna azadiyê kosp û asteng e. Cihêtiya navbera van du cureyên şadî û xemê, ew e ku yek li ser agahî, afirînerî û bertekiyê dihasile û ya din -çi di heyteheyteke vala û çi di kuleke kulzikî de- dibe sebebê vemirîna ramanê û seqetbûna îradeyê. Divê xelk bigîje vê qenaetê ku nirxê jiyanê ji mirinê sertir e ku em rabirdûyê bi bîr bînin lê tê de nejîn ku heta pêdiviya miriyan jî bi van hemî pirsan tuneye. Di rastî de pêdiviya wan (miriyan) bi cîhana zindiyan re tuneye belkî ev, zindî bi xwe ne ku ciyê balkêşî û dêhndanê ne. Her ewa ku Hana Arent amaje pê dike: azadî di kirdarê de ye, kirdara siyasî û civakî ne di şîngêrriye de ye. Dema hindê hatiye ku êdî ev gund, li şûna ku bibe mezelên mezinan, bibe warê jiyînê. Nabe ku jiyan li jêr pêyên jiyaneke jiyanrev bê pêpeskirin ku hilametên mirin û bêçareyiyê ne. Divê jiyîn û jiyan ji destê her cure paşverûyekî bê stendin.