27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana komunal bi parastina ekolojiyê pêkan e

Rojistan Mîtra

Aktivîsta ekolojiyê ya Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Zerya Îpek têklidarî têkoşîna ekolojiyê û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan got: “Jin hemû zindîweran têr dikin û diparêzin. Bang li jin, ciwan û hemû beşên civakê dikim ku tevlî van çalakiyan bibin, li xwezayê xwedî derkevin û wê biparêzin”

Jiyana komunal bi parastina xwezayê û bi tevlîbûna jinan a vê jiyanê pêkan e. Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotayayê jî ku bi vê bîr û baweriyê tev digere, îsal li dijî talankirin û qirkirina xwezayê têkoşîneke bêhempa da. Komeleyê li gelek bajarên wek Şirnex çiyayê Besta, Wan û Dersimê çalakiyên nobetên parastina xwezayê li dar xistin. Herwiha li cihê ku dar hatine birîn û weşitandin, careke din dar çandin.

Em derbarê qirikirina ekolojîk a li ser xwezayê, tundiya li ser jinan, têkiliya jin û xwezayê ya bihevre, têkoşîna li dijî tundiyê û rêbaza xweparastinê, bi aktivîsta ekolojiyê ya Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Zerya Îpek re axivîn.

Zerya Îpek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser felsefe û bîrdoziya jinan û têkiliya wan a bi xwezayê re û ev tişt anî ziman: “Ekolojî xwezaya jinan e, xwezaya mirov e, bi gotinekê xwezaya hemû zindiyan e. Ji ber ku hemû jî li nav ekosîstemê ne. Dema ku ekolojî tê gotin, nêrîneke xelet tê fêmkirin. Wek ku ekolojî tenê darek û gulek be. Li civaka me heta niha bi nêrîneke wisa lê hatiye mêzekirin. Lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Felsefe û bîrdoziya me li ser esasê civakeke demokratîk, ekolojîk a azadiya jinan hatiye avakirin. Jixwe perspektîfa me ya jiyanê ev e. Bi vê wateyê em dikarin têkiliya jin û ekolojiyê wisa binirxînin û pênase bikin. Jin dikarin hemû zindiyan bikin bin baskê xwe. Jixwe ev diyalektîka guhertin, veguhertin û parastinê di xwezaya jinan de şênber e. Jin hemû zindîweran têr dikin, diparêzin û didin jiyîn. Ev jî nêrîn û nêzikatiya jinan a gerdûnî nîşan dide.”

‘Divê têkoşîn bê dayîn’

Zerya Îpek bal kişand ser qirkirin, talankirin û dagirkeriya erdnigariya li Kurdistanê û got: “Divê em bi nêrîneke civakî, gelemperî, nêrîneke xwezayî û berbiçav li ekolojiyê binêrin. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê talankirina ekolojiyê heye û tê kirin. Lê em hemû baş dizanin li Kurdistanê polîtîkayeke cuda ya şerê taybet heye. Ev demeke dirêj e ku li Kurdistanê şerekî dijwar tê kirin. Dewlemendiya sererd û binerdê ya civaka me çi heye, talan dikin. Îro şirketên ku bi hêzên hegemonîk ve girêdayî ne erdê Kurdistanê dagir kirine. Herwiha polîtîkayeke şerê taybet jî li hemberî jinan tê meşandin, li jinan tundî tê kirin, tên qirkirin û nêrîna jinan tune tê hesibandin. Em dikarin bi vî awayî li têkiliya jinan û ekolojiyê binêrin. Lewra hişemdiya serdest a desthiladariya mêran hem li hemberî jinan û hem jî li hemberî ekolojiyê yek e. Çiqas jin tune bên hesibandin û kuştin, heman pêkanîn li ser xwezayê jî tê kirin. Ji ber ku jin û ekolojî hev temam dikin. Dema em îro li rewşa Kurdistanê dinêrin, li her bajar, bajarok û gundên wê nexşeyên koçkirin û talankirinê hatine derxistin. Ka şirket wê çawa bikaribin bikevin van cihan, dê çawa erdnîgariyê dagir bikin û bikin xizmeta berjewendiyên xwe. Li ser axa me rewşa jinan jî her wisa ye. Ne ku rewşa jinan ji ya ekolojiyê cudatir e. Ji ber vê yekê divê li dijî qirkirin û talankirina ekolojiyê têkoşîneke topyekun bê meşandin. Ev karê her kesî ye û divê hemû beşên civakê lê xwedî derkevin. Gotineke me ya kurdan heye dibêje; ‘Ji heft sal î heta heftê sal î’ her yek peywireke wî heye û divê ji bo hebûna xwe têbikoşin û xwe biparêzin. Bêguman ev parastin jî parastina xwezayê ye. Eger em îro ji bo xwezaya xwe tênekoşin û xwezaya xwe neparêzin, dibe ku em dereng bimînin. Ji ber vê yekê divê em li ax, av, tava xwe xwedî derkevin.”

Felsefe jinan felsefeya ekolojiyê ye’

Ekolojîst Zerya Îpek, anî ziman ku divê civakeke ekolojîk bi felsefe û bîrdoziya jinan bê avakirin û got: “Ev rastiyek e ku jiyana jinan herî zêde li civakê tê dorpêçkirin. Lewra divê jin berî her tiştî li cavakeke ekolojîk xwedî derkevin û biparêzin. Divê civakeke ekolojîk bi felsefe û bîrdoziya jinan bê avakirin. Ev hêz û hişmendî bi jinan re heye. Me ev li nobeda xwe ya parastina çiyayê Bestayê dît. Çalakiya Bestayê pir girîng û watedar bû. Ew xwedîderketina jinan, dayikan û ya gel a parastina xwezayê hesteke pir kûr bi me re da çêkirin. Ev jî vê yekê bi me dide fêmkirin, dema ku mirov bixwaze dikare bike. Li çalakiya parastina xwezaya Besta û ya cihên din jî herî zêde jin û dayik xwedî derketin. Ev jî têkiliya jin û xwezaye ya bi hev re dide xuyakirin. Bi vê ve girêdayî, îro li gelek bajaran, gund û taxan xebatên komunam tên kirin. Em hemû baş dizanin rêya avakirina jiyaneke komunal a civaka demokratîk û azad, di parastina xwezayê û ya ekolojiyê re derbas dibe. Li tax û gundan komunbûn û hatina ba hev û parastina wan tax û gundan pir girîng e. Bêguman ev jî bi xwedîderketin û parastina ekolojiyê pêkan e. Mesela kombûn an jî komun û parastina ekolojiyê girêdayî hev in. Ew jî bi yekîtiya jinan û neteweyî ya kurdan re têkildar e. Ji bo xwedîderketin û parastina xwezayê, xwebirêxistinkirin û pêkanîna yekîtiya neteweyî şert e.”

Nobeda parastina xwezayê’

Zerya Îpek bal kişand ser xebatên xwe û amadekariya xebatên dema bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em niha amadekariyê dikin ku  li dijî polîtîkayên talanker, li bajarên ku dar hatine şewitandin û birîn ên wek Amed, Wan û Şirnexê, daran biçînin, xwezayê careke din şîn û zindî bikin. Herwiha li Pasûrê jî em ê nobeda parastina xwezayê bigirin û ji bo ciwanan û bi taybetî jî ji bo jinên ciwan perwerdehiya ekolojiyê bidin. Bi vê mebestê em di serî de bang li jin, ciwan û hemû beşên civakê dikin ku tevlî van çalakiyan bibin, li xwezayê xwedî derkevin û wê biparêzin.”