12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana helbestvan Ahmed Arif

Helbestvan li ser bûyera ku di sala 1943’yan de li Wanê qewimî û bi navê Bûyera Muglaliyê derbasî dîrokê bû, helbestek bi sernavê 33 Gule nivisand û di demeke kin de ew bû helbestek navdar û belav bû.

Helbestvan Ahmed Arif di 23’yê nîsana 1923’yan de li taxa Hançepek a Amedê ji dayik dibe û di 2’yê hezîrana 1991’an de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dide. Bi minasebeta salvegera mirina wî, me jî xwest di vê hejmarê de cih  bidin jiyan û serpêhatiyên wî. Belê Ahmed Arif  helbestvan û rojnamevan e. Bavê wî endamê malbateke ji Rumelyayê û karmendê Împaratoriya Osmanî ye. Dema bavê wî bi erka xwe ya kermendi Kerkûkê ye bi Sare Xanim a diya wî re dizewice ku kurdeke ji Hewlêrê ye. Ahmed Arif ji heşt xwişk û birayên piçûktir bû. Navê wî yê rast Ahmet Hamdî Onal e. “Ahmed Hemdî” navê kalikê wî ye; “Arif” bi navê “Ahmed Arif” ku di jiyana xwe ya edebî de bi kar aniye, navê bavê wî ye.

Ahmed Arif dibistana seretayî li Siwêregê û ya navîn jî li gel xwişka xwe ya mezin li Rihayê dixwîne. Xwendina xwe ya lîseyê li Lîseya Afyonê berdewam dike. Di sala 1943’yan de dibistana amadeyî qedandiye. Piştî qedandina lîseyê, demekê li cem birayê xwe yê mezin Muhammed Necatî li Uşakê dimîne. Piştî ku bavê wî teqawît dibe vedigere Amedê û li Amedê bi cih dibe. Ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Enqereyê. Beşa felsefeyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê dixwîn e, lê mezûn nabe.

Bi helbestên ku di kovarên Înkîlapçî Gençlîk û Meydanê de nivîsandibû nav û deng da. Wî di sala 1948’an de dest bi weşandina helbestên ku pêkhateya helbesta wî ya orîjînal nîşan dide. Helbesta wî ya bi navê Rustemo, di antolojiya bi navê Helbest-1948 de ku ji aliyê Attîla Îlhan ve hatiye amadekirin û di kovara Varlik de hatiye weşandin, helbesta wî ya yekem tê dîtin.

Helbesta 33 Gule

Dema ku helbestvan bûyera ku di sala 1943’yan de li Wanê qewimî û bi navê Bûyera Muglaliyê derbasî dîrokê bû, bi hevpeyvîna ku di sala 1950’î de di rojnameya Hurriyetê de xwend, li ser vê bûyerê helbestek nivîsand. Helbesta bi sernavê 33 Gule ku wî wek zêmar nivîsî bû û di demeke kin de, bû helbestek navdar û belav bû.

Girtin û îşkence

Helbestvan Arif, du caran di sala 1950’î de ji ber binpêkirina xala 141’an a zagona cezayê ya Tirkiyeyê û di sala 1952’yan de jî ji ber avakirina rêxistineke veşartî hatiye girtin. Di dema binçavkirinê de ji Enqereyê wî dibin Stenbolê û li Xana Sanasaryan rastî îşkenceyê hat û 38 mehan di zindanê de ma. Di 7’ê cotmeha 1954’an de hat berdan.

Destpêka rojnamegeriyê

Ahmed Arif ê ku derfeta xwendina xwe ya bilind bi dawî nekir, ji sala 1956’an ve di rojnameyên Medeniyet, Oncu û herî dawî jî di rojnameyên Halkçi de wek redaktor dixebite. Di sala 1967’an de bi Aynur Xanima ku li Enqereyê nas dike re dizewice û kurê wan Filinta di sala 1972’an de çêdibe. Demek dirêj di komîteya parêzgeha Enqereyê ya TKP’ê de dixebite.

Navdariya wî

Di salên 1960’î de dema ku Fîkret Otyam beşên helbestên wî li hevpeyvînên wî zêde dike navdar dibe. Yekane pirtûka wî ya ku helbestên wî tê de hatine berhevkirin, di sala 1968’an de hatiye çapkirin. Ev berhema ku tenê pirtûka helbestvan e, rastî eleqeyek mezin tê; bi dehan caran hatiye çapkirin û ev yek dike yek ji pirtûkên helbestan ên herî çapkirî yên li Tirkiyeyê.

Gelek helbestên wî ji aliyê hunermendên wek Ahmet Kaya û Cem Karaca ve wekî stran hatine gotin.

Ahmed Arif piştî ku di sala 1977’an de ji rojnamegeriyê teqawîd dibe li Enqereyê dijî. Ji bilî Cemal Sureya, Canip Yildirim, Cemalettin Unlu, Muzaffer Erdost, Nedret Gurcan, Adnan Bînyazar û xizmên malbata wî pê ve bi tu kesî re hevdîtin pêk neaniye. Tê zanîn ku wî berî mirina xwe bi demeke kurt ji xizmên xwe re gotiye  ku helbestên wî ji bo çapkirina pirtûka duyemîn amade ne û ew ê biçe Stenbolê. Lê ev yek nabe.

Dawiya jiyanê

Ahmet Arif ê ku bi salan daxuyanî neda rojname û kovaran, di sala 1989’an de bi helbestvan û rojnamevan Refîk Durbaş re hevpeyvînekê çêdike. Ev hevpeyvîn pêşî di rojnameya Cumhuriyetê de hatiye weşandin û piştre bûye pirtûk. Kalbîm Dînamît Kuyusu ku wî berê ragihandibû ku dê bibe navê pirtûka wî ya duyemîn a helbestan, lê bû navê vê pirtûka hevpeyvînê. Helbestvan di 2’yê hezîrana 1991’an de li mala xwe ya li Enqereyê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

Leylim Leylim

Nameyên ku Ahmed Arif ji Cemal Sureya re nivîsandine di sala 1992’yan de wek pirtûk hatine çapkirin. Helbestên helbestvan ên ku di “ Hasretînden Prangalar Eskîttîm” de cih negirtine, di sala 2003’an de di pirtûka bi navê “Yurdum Benîm Şahdamarim” de hatine berhevkirin.

Nameyên evînî yên ku wî ji Leyla Hewlêr re nivîsîbûn di sala 2013’yan de di pirtûkeke bi navê Leylim Leylim de hatin berhevkirin.

Yekane pirtûka wî ya ku “Hasretînden Prangalar Eskîttîm” e û bi zimanê tirkî di sala 1968’an de hatiye çapkirin e. Wî helbestên xwe bi vegotineke ji dil, bi hevgirtinên neasayî û metreya azad nivîsand. Di helbestên xwe de cihekî girîng daye rewşa civakê, jinê, xizanî, zindan, erdnîgariyê.