Dengbêj Şakiro yê ku xwedî awazeke zelal, balkêş, serhildêr û berxwedêr e li gor mercên tê de jiyaye wekî koma dengbêjan nûneriya muzîka civaka kurd û dengbêjiyê dike, li dijî pişaftinê têdikoşe, hestên gelêrî yên civaka kurd diparêze geş û gur dike, berxwedana ziman û çanda kurdî pêk tîne
Em hunermendê civaka kurd, şahê dengbêjan, dengbêj Şakiro bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di dîroka afirîneriya gelan de kesayetên ku berê afirîneriya wê pêvajoyê kifş dikin, wek berhemên afirîneriya wî gelî kesayetên wê pêvajoyê diafirin, xwe digihînin, dibin bersiv ji tengasiyên wê demê re. Ev yek di hemû warên jiyanê de xwe dide der. Ji bo çareserkirina pirsgirêk û xitimînên tên jiyîn -ku ji bo pêşveçûna wî gelî astengiyê pêk tînin- di warê siyasî, felsefî, zanistî, tendûristî, çandî, hunerî û hwd. de xwe digihînin hewara gelê xwe, Herwiha, dengbêj, rewşenbîr û têkoşerên çand û huner û zimanê kurdî ne. Di mercên ku axaftina zimanê kurdî qedexe ye de ku kilam afirandine û li dijî qedexekariya xefkirî li gundan geriyane, kilam gotine, hestên civaka kurd parastine û zindî hiştine. Di wan mercan de rastiya civakê, rastiya têkoşîna li dijî qedexeyê ye. Civak qedexe ye, wek laşekî birîndar e, li erdê dirêjkirî ye û hewar dike!.. Lewre gel tengasiyeke mezin dijî, di nava xitimînan de ye û dike hawar. Bi wê hewara ku radike re pêşengê xwe jî diafirîne. Wek ku di warê siyasî de ronîkerê xwe, pêşengê xwe felatkerê xwe, parêzerê xwe diafirîne, di warê çand û hunerî de jî hunermendên xwe diafirîne.
Dengbêjî, di nava hunera kurdî de wek şêweyê xweser a muzîka kurdî ye. Dengbêjan ji ber mercên jiyana tengezar a civaka kurd, bi giranî kilamên xemgînî, eş û janê vegotine. Vegotin, muzîk û çîroka wan kilaman, bûyer û qewimînên pir giran, erjeng anine zimên; bi pesndarî leheng jî anine zimên. Ji ber vê yekê kilamên dengbêjên kurdan, lorandina janên civaka kurdan e.
Dengbêj Şakiro, 25ê berfanbara 1936an de li gundê Kelê yê li ser navçeya Zêtkayê (Eleşgirê) ya li ser bajarê Agiriyê hatiye dinê. Navê bavê wî Bedîh e, ku di nava gel de wek Bedîhê Mihê Zîlî tê nasîn. Malbata Dengbêj Şakiro Zîlî ye. Bûyerên wê demê bandoreke mezin lê dike. Wek dawerivandina awaza bûyerên wê demê tevkujiya Geliyê Zîlanê, Tevgera Şêx Seîd, Dersim û hwd. awaza Dengbêj Şakiro teşe digire.
Kalikê Dengbêj Şakiro Mihê Zîlî di destpêka sedsala bîstemîn de li aliyê Erîvanê li gundê Qerqayê dijiya. Gundê Qerqa di qûntara Çiyayê Elegezê de di nava sînorên Ermenîstanê de ye. Mihê, ji Ermenîstanê tê li Kelê ya ser navçeya Zêtkayê bi cih dibe. Mihê Zîlî dibe bavê heft zarokan. Digel Bedîh, navê kurekî wî jî Xalid e ku ew jî di dema xwe de dengbêjekî binavûdeng bûye.
Li gor qeydên fermî yên nasnameyê Dengbêj Şakiro di sala 1936an de ji dayik bûye lê li gor gotina birayê wî Teyfîq di sala 1931ê de li gundê Kelê ji dayik bûye. Şakiro, hê ku zarokekî pênc salî bû bavê wî Bedîh bi malbatî koçî gundê Cemalvêrdî yê li ser navçeya Dutaxa girêdayî Agiriyê ye dikin û li wir bi cih dibin. Gundê Cemalvêrdî, gundê dengbêjên navdar ên civaka kurd Evdalê Zeynê û Bedîhê Kor (Bedîhê Çavşûş) e.
Dengbêj Şakiro di heft saliya xwe de dibe şagirtê Bedîhê Çavşûşe. Ji wî pîvanên bingeha stranbêjiyê hîn dibe. Ji heft saliya xwe ve kilaman distrê û dengê wî yê balkêş, awaza wî ya cuda ji zarotiya wî ve balê dikişîne. Di wî temenî de tevlî dîwana dengbêjiyê dibe, distrê. Gundên derdorê, ji bo ku ji wan re bistrê gazî wî dikin. Di heman demê de bi qasî deh salan li cem pisporê deng Bedîhê Çavşûş wek şagirt xwe digihîne. Dengbêj Şakiro di dema pisporiya xwe de gelek dengbêjan dinase û bi hinekan re hevaltiyê dike. Denbêjên wek Ferzê, Resoyê Gopala, Evdilselamê Koşkê, Mistefayê Çiftborî, Feqiyê Qizkapanê, Mihemedê Beyro… Wek; ‘Şahê Dengbêjan’ û ‘Kewê Ribat’ jî hatiye binavkirin.
Dengbêj Şakiro wek şagirtê Resoyê Gopala perwerde bûye. Zimanê kurdî di wan mercan de qedexe ye, nivîsandin û axaftina kurdî qedexe ye. Ji ber vê yekê van dîwanên dengbêjiyê bi piranî bi rengekî veşartî pêk tînin û kesên ku ji bo wan bibin xetere pênahesînin.
Piştî berxwedan û tevkujiya Agirî-Zîlanê, di nava gel de girtin, zîndanîkirin, bi cezayê îdamê darizandin û cezakirin demeke dirêj berdewam dike. Bi vê boneyê bi sedema ku tevlî berxwedana Agirî-Zîlanê bûne Mehemedê Zîlî, kurê wî Bedîhê Zîlî û zarokên Bedîh; Selîm, Salih, Saîd û Şakir (Şakirê Dengbêj-Dengbêj Şakiro) tên girtin wan dixin zindana Mûşê. Di dadgehê de bi daxwaza cezayê îdamê tên darizandin. Di pêvajoya darizandinê de, du sal paşê di sala 1959an de, di derheqê wan de biryara beraetê tê dayîn, lê biryara mişextiyê (sirgûnê) li wan tê birîn û wan bi malbatî dişînin Edeneyê. Di vê navberê de Mehemedê Zîlî û neviyê wî Selîm rehmet kirine. Hemû kesên din ên malbatê; Seîd, Salih, Şakirê Dengbêj û çar bira û du xwişkên biçûk ji bo bajarê Edeneyê tên mişextkirin. Li Edeneyê heft sal mişext dimînin.
Di sala 1966an de dema wan a mişextiyê diqede û ew bi destûra ku êdî dikarin vegerin warên xwe wek malbat vedigerin Mûşê. Demek şûnde hinek vedigerin Agiriyê, hinek diçin Aydinê, hinek jî dîsa vedigerin Edeneyê û li wir bi cih dibin. Dengbêj Şakiro li gel malbata xwe du sal li Mûşê dimîne. Di sala 1968an de diçin Gogsî (Qereyazi) ya navçeya bajarê Erzeromê.
Dengbêj Şakiroyê ku xwedî awazeke zelal, balkêş, serhildêr û berxwedêr e li gor mercên tê de jiyaye wekî koma dengbêjan nûneriya muzîka civaka kurd û dengbêjiyê dike, li dijî pişaftinê têdikoşe, hestên gelêrî yên civaka kurd diparêze geş û gur dike, berxwedana ziman û çanda kurdî pêk tîne. Vê yekê jî ji hişyariya bavê xwe, Bedîhê Zîlî pêk tîne. Bavê wî jê re wiha dibêje:“Şakirê min, kurê min heke tu bi zimanê kurdî nestrêyî ez ê te ji ewladtiyê biavêjim!” Lewre wê çaxê radyoya ku weşana bi zimanê tirkî dike di nava gel de belav dibe, bangî hinek dengxweşên kurdan dikin da ku bi zimanê tirkî bistrên û stranên kurdî wergerînine tirkî. Bi vê hişyariya bavê wî, berê Dengbêj Şakiro sererast dibe û êdî ew di rêya xwe de bi hunermendiyeke balkêş dimeşe. Bênavber distrê, bi rojan di dîwanan de distrê, kilaman dihone, awazan diafirîne. Li ser egîdiya nava civakê, lehengiya kesayetan, taybetiyên evînên balkêş, bûyerên evînê diponije, li ser wan kilaman dihone û bêwestan distrê. Dema ku diçe gundekî, li wir bi dehan teyp ji bo qeydkirina stranên wî amade li benda wî ne! Û hundirê odeyê, ewyana malê tijî mirov li benda wî dimînin. Gelek kilamên wî bi vî rengî hatine qeydkirin. Em bi bawer in ku hê jî hinek kilamên wî derneketine pêşberî gel.
Hinek ji kilamên Dengbêj Şakiro yên bi balkêşî têne guhdarîkirin ev in: Kekê Xiyasedîn, Geliyê Zîlan, Gulê Dêran, Emro, Şerê Mala Nasir, Eliyê Pûrto, Nêçîrvano, Esmerê, Kejê û hwd.
Dengbêj Şakiro, di sala 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Qebrê wî li Goristana Navend a Altindaxê de ye. Li ser kêlika gora wî“Ji kurê Bedîh Axa helbestkarê Rojhilat Şakir Denîz re Fatîha (1936-1996)” hatiye nivîsandin.
Dengbêj Şakiro di dilê gelê kurd de wek awaza berxwedêr û serhildêrê hemû tengasiyên jiyanê, wek çavkaniyeke awaza kelecan û coş û berxwedana jiyanê dê her bijî, her dijî!..