29 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinwar: alternatîfa jiyaneke azad

Ruhan Îbrahîm

Ji ber ku jin ne tenê qurbaniyên tundûtûjiyê ne, ew berî her tiştî pêşengên cîhanek cuda ne, ku tovê jiyana nû bi destê xwe direşînin.

Serê sibê li Jinwarê, hewa sar û bêdeng e. Roj hêdî hêdî hiltê û komek jin nan amade dikin, da ku li seranserê gund were parvekirin. Çend hevalên me hinekî dûr dimeşin û giya kom bikin. Zerokên diçin dibistanê, fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanên kurdî û erebî dibin, di heman demê de xwendekarên mezintir diçin bajêr ji bo xwendina xwe bidomînin. Em carinan dicivin, ji bo ku em bi hev re perwerdehiyê bibînin, fêr dibin, nîqaş dikin, kesayetiyên xwe ji nû ve ava bikin. Jinên ciwan çalakiyên xwe bi awayekî xweser birêxistin dikin û dema ku hewcedarî pê hebe, em bi hev re jî dikin.

Ev dîmena rojane ye. Ev berovajiyê wê rastiyê ye ku gelek jin li cihên din pê re rûbirû dimînin. Îro li seranserê cîhanê, serê her deh deqîqeyê zilamek jinekê dikuje. Her deh deqîqeyê, li nav pergala baviksalar ku li ser çanda tecawiz û tundiyê hatiye avakirin, jinek tê kuştin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji sedî 30ê jinên li dinyayê ji panzdeh salî mezintir tundî dîtiye. Tiştê ku em pê re rûbirû dimînin şerek e ku her sal bi deh hezaran jin qurban dike. Ev qirkirinek bêdeng e ku ji hêla pergala baviksalar ve tê kirin.

Li ber rastiyeke wisa hov, avakirina alternatîfên wekî Jinwarê hîn zedetir girîng dibe. Divê bingehên tundûtûjiya baviksalar werin hilweşandin û civakeke cuda were avakirin ku xwe bispêre nirxên jinan. Divê em xwe azad bikin; ji tirsên, bêbawerî û teybetmendiyên xerab ku pergal di hundirê me de diçîne. Bi vê rebazê civakê ji tundûtûjiya baviksalar rizgar bikin. Ji ber vê yekê Jinwar di 25ê Mijdara 2018an de hat vekirin. Tundiya li ser jinan ne îstîsna ye; ew nîşana pergalekê ye ku ji kokên xwe nexweş e, pergalek ku ne tenê jinan lê hemû mirovan û xwezayê dagirker dike.

Li hember vê pergalê, em jinên Jinwarê, jiyana komunal fêr dibin: bi hev re dijîn û dixebitin û bi vî rengî kesayetên azad diafirînin. Zanîna dermanên xwezayî ji dayik û dapîran xwe vedigerînin, hevalên me li şîfa jin merhem û dermanan ji bo êşa gurçikan, êşa piştê, astimê, serêşê, pirsgirêkên çerm û gelek tiştên din amade dikin.

Girêdana jinan a bi xwezayê re yek ji stûnên jiyanê li Jinwarê ye. Xweza dayikek e ku nexweşan derman dike, xwarin, vexwarin û jiyanê dide mirovan; mamosteyek ku rêya hevsengiyê nîşan dide.

Rengîniya civaka Jinwarê, dewlemendiya wê ya çandî, dibe kaniya hêza dema em bi hev re dijîn. Em ji gelek deveran tên, jiyana her yek ji me çirokek e, her yek ji ber sedemên cuda hatiye wir, da ku ji tundûtûjiyê rizgar bibe û bibe xwedî destpêkeke nû. Çend hevjînên şehîdan li vir jiyan dijîn. Hin hene ku gundê Jinwarê hilbijartine. Ji ber ku bi fêhmkirina li vê derê dikarin kesayeta xwe biafirînin. Li vir dayik û jinên ciwan, keç û mezin dijîn; êzidî, elewî, kurd û ereb hene. Her jin, bi çand, ziman, bawerî, dîroka xwe dibe beşek ji pergala hevpar a Jinwarê.

Jinên Jinwarê zanîna kevnar vediguherînin pratîkên nû û bedewiyê ava dikin; bi awayekî estetîk didirûn, bazin û çenteyên piçûk çêdikin. Estetîk bixwe pênaseya exlaqê ye, hêmaneke girîng a vî gundî û ya wê civakê ye ku em dixwazin bi hev re ava bikin. Jinwar rastî nimûneya jiyana bedew û xweşikiyê ye.

Bi karên rojane nanpêjandin, çûna dibistanê, berhevkirina giya, rola navendî ya jinan wekî hêza veguherîna civaka xwezayî her roj zindî bibe. Ji ber vê yekê ev kar girîng in. Ji ber ku jin ne tenê qurbaniyên tundûtûjiyê ne, ew berî her tiştî pêşengên cîhanek cuda ne, ku tovê jiyana nû bi destê xwe direşînin.