Li gorî raporê 23 jin û 3 zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin; 8 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Dane nîşan didin ku piraniya jinan ji aliyê naskiriyên xwe yên nêz ve hatine kuştin. Ji jinên hatine kuştin:
– 8 ji aliyê hevjînên xwe ve
– 2 ji aliyê hevjînên xwe yên jihevberdane
– 1 ji aliyê mêrê ku serdema jihevberdanê ve
– 2 ji aliyê mêrên ku jihevberdane
– 1 ji aliyê mêrê ku bi hev re dijî
– 3 ji aliyê naskîrî\ hevalê xwe ve
– 1 ji aliyê cînarê xwe ve
– 1 ji aliyê bavê xwe ve
– 1 ji aliyê kurê xwe ve
– 1 jî ji aliyê zavayê xwe ve hatine kuştin.
Herwiha jinek ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin ve û jinek jî ji aliyê mêrekî ku nêzîkatiya wan nehatiye tespîtkirin ve hatine kuştin.
Di meha mijdarê de kuştina jinan belav bûye gelek bajaran. Ev bajar û hejmara jinên ku lê hatine kuştin ev in: Stenbol 4, Bûrsa 2, Erzirom 1, Aksaray 1, Kırklarelî 1, Edîrne 1, Îzmîr 2, Amed 1, Qers 1, Kayserî 3, Antalya 1, Dîlok 1, Enqere 1, Bîlecîk 1, Mersîn 1, Xarpêt 1.
