Qetilkirina her jineke ku bi destê zilamê zalim tê kirin polîtîk e. Jinkujî xiyaneta li welêt, şîrheramiya li keda dayika pîroz e. Li hember şerê qirkirinê yê li dijî jinê tê kirin, sebra me li ber fûrandinê ye. Mirov êdî nema vê hovîtiyê qabûl/tehmul dike, her roj, her kêliyê jinek tê qetilkirin.
Ev xiyanet a dîroka penç hezar sal a zilamê kurnaz a li nirxê jinan e. Ji vê boneyê li hember qirkirina jinan pêdivî bi têkoşîna yekbûyî ya jinên cihanê heye. Em dikarin bi sekna jinên rêxistinkirî, jinkujiyê bidin rawestandin. Destwerdana vî şerî bila bi zanebûna hêza rêxistinkirî ya jinan be.
Dil dixwest ku di vê nivîsê de em qala têkoşîn, berxwedan, jêhatîbûn û destkeftiyên jinan ên bi derfêtên kêm, lê bi xebatên serkeftî dimeşînin bikin. Lê mixabin meseleya jinkujiyê nayê taloqkirin û temaşekirin. Di vê mijarê de divê her jinek xwedî zanebûna dîroka xwe, nirxên hebûna xwe ye binivîse, raman û helwesta xwe nîşan bide. Ev erka me tevan e. Ji bo wê ez ê hewl bidim ku di vê nivîsê de şêwazên şerê qirkirina li dijî jinan ên ji hêla malbat, pergalê ve tê meşadin tevî hûrgiliyên wê rêz bikim.
Em li dijî şer in ji ber ku di şer de herî zêde jin, zarok û xîzan dimirin. Herî zêde jî jin û zarok jı şeran bandor dibin, xîzan dibin û berdêl didin. Mijara jinan ji bo me gelek girîng û hesas e. Têkoşîna jinên kurd ku bi salan e bi berdêlên mezin tê dayîn ji bo ku jin zana û bi hêz bibin ev bedêl hatin dayîn. Têkoşîn bi boneya rêxistinkirina jinan hat kirin û ev têkoşîn her diçe mezintir dibe. Ji bo ku jin li hêza xwe ya civakî ya ku çavkaniya dîroka mirovahiyê ye ya resen vegere, bi salan e kar û xebat tên kirin. Ev şanaziya jinên şoreşger e ku xwe ji ti zor û zehmetiyên vê têkoşînê venedan.
Têkoşîna azadiyê bi hêza jinên bi rêxistinkirî yên bi hêz, bi wêrek tê meşandin û bi rêvebirin. Jin, ne muhtacî parastin, alîkariya ti mêran in. Jin, tî û birçiyên evîna azadiyê ne. Jin, muxtacê rêxistina xweser a hêza şoreşgerî ne. Jin, bi rêxistinbûna xwe dikarin li ser lingên xwe bisekinin û temsîla civaka xwe bikin.
Zilamên paşdemayî yê destpot-zalim bi jinan re di nava şerekî dayîmî de ne. Pêwîst e em vî şerî vebêjin, ji ber ku xisarên vî şerî yên li ser beden, raman û dîroka jinan qewimîne nayên hed û hesabê. Zilam bi jin û xwezayê re di nava şerekî qirkirina fizîkî de ye. Zilamê desthilat dixwaze bi şer xwezayê wêran û talan bike; jinan jî bixe ganîmeta xwe! Ji ber wê ye ku xweza ji me tolê dihiltîne.
Jin li Tirkiyeyê di bin lepên qirkirina zilam-pergalê de qîr/gazî dike. Li ser beden, fikr û nirxên jinan êrîşên piralî hene, jiyana jinan di bin gefa kuştinê ya zilam de ye. Ji destê zilam çi tê wê dike. Li herêma Şirnexê li ser jiyana jinan xeterî heye. Heke ewlehiya jinan teslîmî cerdevanên bajarokê Sêgirkê û sercerdevan Hazim Babat bê kirin, wê encamên mîna kuştina Firdevs Babatê bên kirin. Gelê Botanê Hazim Babat, weke xiyanetkar ku li nirxên pîroz ê neteweyî kiriye dinas e. Firdevs Babat, bi çeka cerdevan Ramazan Babat hat qetilkirin ku beriya bi demekê destdirêjî zaroka 16 salî S. G. Kiribû.
Her wiha di komkujiya Hezexê de Leyla, Derya, Melek û Şerîfe bi destê kujer Hasan Karaaslan di xew de hatin qetilkirin. Leyla Karaaslan 15 salan rastî tundîtûjiya sîstematîk a Hasan Karaaslan hat, lê ti kes bi hawara Leylayê neçû. Heke ku xwediyê Leylayê hebana ne dihat qetilkirin. Leyla Karaaslan ji bê xwedîtî hat qetilkirin.
Li hember vî şerê qirkirinê divê jin, xwe ji vê bêçaretiyê rizgar bikin, vê weke qeder nebînin û li hember vê pergala cerdevanî-nokeriyê serî rakin. Ev ne qeder e, li ser bedena jinê destdirêjî, fihûş/firotin, zimandirêjî heye. Divê jin, li hember vê pergala cerdevan-nokeriyê serî netewînin û bi ruhê welatparêziyê xwe zana û perwerde bikin. Mêrê paşverû li hember hêza jinan ya rêxistinkirî bêhed bûye. Divê ji zilamên zalim ên ku li hember jinan zimandirêjî û êrîş dike, hesab bê xwestin. Pêwîst e hesabê jinên ku têne qetilkirin yek bi yek ji kujeran were pirsîn.
Jin, divê vê bêçaretiya ku lê tê ferzkirin ji bo xwe qebûl neke. Jin ji mêr bihêztir û wêrektir e. Dema ku jin bixwaze, ew her tişt e. Ji bo vê jî pêwîst e hêza parastinê ya jinan xwe birêxistin û zana bike. Mafê her jinan e ku li hemeber tundîtûjiya mêr-dewletê parastina xwe ya rewa bike.
Qetilkirin, destavêtin ne qedera Jinan e, pêwîst e jin vî kirasê koletiyê ku jêre hatiye fasilandin li ser xwe qebûl neke. Ev ne qedera jinan e, divê sînorek ji vê hovîtiya mêr-dewletê re bê danîn!
Şerê teybet li ser paşverûtiya mêr-malbatê hebûna xwe vesaz dike. Nakokiyên malbatî, eşîrtî, herêmî, siyasî û parçeyên din ên welêt bi kar tîne. Şerê teybet pişta xwe bi xurcika zilamê şûndemayî yê paşketî qayîm dike.
Di mijara pêşketin û tevlîbûna jinan a di têkoşînê de mêrê kurd li pêş jinan astengiya herî mezin e. Qetilkirina jinan ji kêm welatperweriya mêr tê. Ji lewma kuştina jinan xiyaneta li welêt, çand, ax, rûmet û nirxên pîroz e. Kuştina jinan, qirkirina jîngeh, jîn û jiyanê ye. Xiyaneta zilam a li şîrê dayikê ye.