25ê Mijdarê Roja Têkoșîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî, asta neheqî û zilma ku jin li ser erdnîgariyên cuda rastî wê hatine tîne bîra mirov. Her wiha ev dîrok agirê têkoşînê ku jinan gur kiriye û bêdengiya ferzkirî vediguherandiye dengekî berxwedanê, radixe ber çavan. Jin rastî gelek cureyên tundûtûjiyê hatine. Lê li nav vê taritiyê, jinan zincîr şikandine û meşaleya azadiyê hilgirtiye. Ji çiyayên Kurdistanê bigire heta meydanên siyaset û civakê, jinên kurd bêdengî ṣikandiye û șerê guhertina hiṣmendiya mêrê serdet kiriye.
Li rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re jinan li gel têkoşîna bidestxistina mafên xwe, îsbatkirina hebûnê û naskirina îradeya xwe, têkoşîna jiholêrakirina tundiya li ser jinan meşand. Jinên kurd ku cihê xwe li hemû qadan girtin, bi jinên pêkhateyên din re bûne yek û dibînin ku tundî ne tenê êrîşkirina ser fizîka jinan e. Li gorî wan derxistina jinekê bi darê zorê ji mala ku tê de ked daye, dûrxistina wê ji cihên biryardayîn û rêveberiyê û ferzkirina nêrînan li ser ji rêbazên giran ên tundiyê ne. Ji lewra îro li rojavayê Kurdistanê bi pêşegiya Akademiya Jineolojiyê, jin li ser serîrakirina li hember tundiyê û hişmendiya ku rê nade wê ku bikeve nav civakê, tên perwerdekirin. Nexasim li navendên Jineolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Zanîngeha Rojava bi rêya dayîna semîner û vekirina perwerdehiyan, zanista jineolojiyê tê bipêşxistin û jin li dîroka xwe ya rast vedigerin.
Em têkildarê 25ê Mijdarê Roja Têkoșîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî, ni berdevka Navenda Jîneolojiyê ya Hesekê Eliya Osman û berpirsa Beşa Jîneolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed re axivîn.
Berdevka Navenda Jîneolojiyê ya Hesekê Eliya Osman diyar kir ku armanc ji tundiya li jinan qirkirina rastiya civakê ye û got:” Bi hezaran salan in sîstemên serdest ên li cîhanê, ji bo tunekirina nasname û hebûna jinan li nava civakê, hemû rêbazên tundiyê bi kar anîn. Jinên ku xwestine li hember tundiyê serî rakin û têkoşîna xwe bidin meşandin jî bi gotinên pîrebok, jina xerab û nebaş hatine pênasekirin. Ji lewra rêber Abdullah Ocalan jî di felsefeya xwe de tundiya ku îro li jinan tê kirin vedigerîne sê qonaxên xitimandinê. Qonaxa yekemîn, daketina jinan ji asta xwedawendiyê û kolekirina wê, qonaxa duyemîn di serdema Sumeran de avakirina perestgehan û tecawizkirina li hebûna jinan, qonaxa sêyemîn jî derketina olan e.
Eliya Osman di nav axaftinên xwe de destnîşan kir ku bidawîkirina tundiyê bi naskirina rastiya civakê û perwerdekirina wê pêkan e û wiha got: “Weke akademiya jineolojiyê, em bi rêya têkiliya bi civakê re hewl didin civakê û bandora ku li jinan dike nas bikin. Bipêşxistina rola jinan li nav civakê, dê rizgariya ji hişmediya tundiyê pêk were. Ev pêşxistin jî bi dayîna semîneran û vekirina perwerdeyan mimkûn e. Ji ber ku civaka em lê dijîn, pêwîstiya wê bi bilindkirina asta zanebûnê heye. Dema zanebûn li pêş be nêzîkatiyên li hember zayendan jî dê cuda be. Li gorî em dişopînin, bi saya perwerdehiyên tên dayîn êdî guhertinek di hişmendiya mêran de çêbûye. Êdî kuştina jinan û ferzkirina cezayan li ser wan weke maf ji xwe re nabînin, civak gihîştiye wê zanebûnê ku jin bingeha avakirin û pêşketinê ne û dixwazin xwe ji hişmendiya kevneperest rizgar bikin. Lê ji ber ku bi salan e ev rêbaz li ser mêran û civakê hatiye meşandin, dê guhertina wê jî têkoşîneke mezin dixwaze”.
Zanista rizgariya jinan
Eliya Osman tekez kir ku zanista jineolojiyê dê bibe zanista rizgariya jin û jiyanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hatina roja 25ê Mijdarê em vê nameyê didin her jinekê ku jineolojî dê bibe zanista rizgarkirin û parastina nirxên wan. Nirxên jinan ên bi salan e hatine dizîn û erkên wan ên ku ji dest hatine wergirtin re, jineolojî dê bibe bersiv. Ji bo bidawîkirina tundiyê em ê zêdetir tecrûbeyên xwe bi civakê re parve bikin û qadên ku jin lê hatiye şikestin û tundî li ser hatiye kirin, em ê wan qadan bikin mijarên nîqaş û perwerdehiyan. Dê jin li wan qadan xwe bi pêş bixin û bibin pêşeng”.
Berpirsa Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed anî ziman ku, jin bi naskirina mafên xwe dê bikaribe tundiyê bi dawî bike û wiha got: “Ji ber ku qonaxên şikestinê yên jin tê re derbas bûye û hişmediya mêr a ji dîrokê ve berdewam kiriye hiştiye ku jin tundiyê rewa bibîne. Ji ber vê em li Zanîngeha Rojava mijarên li ser jinan dikin mijarên lêkolînan. Bi nêrîna min eger jin mafê xwe yên li nav civak, mal, xebat û jiyanê nas neke dê her rastî neheqî û tundiyê were, ji ber vê yekê jin bi naskirina mafên xwe dê bikaribe tundiyê bi dawî bike û yên li derdora xwe jî zana bike”.
Komxebat û semîner
Zozan Mihemed bi lêv kir ku tundiya li ser jin, sedem û rêbazên wê ji mijarên sereke yên komxebat û semînerên li beşa jineolojiyê ne û got: ” Îro em dibînin ku rêbaza tundiyê ya li ser jinan tê meşandin, ji rêbaza lêdan û tundiyê bûye rêbaza gefxwarina li ser malperên civakî. Ev ji rêbazên herî xetere ye ku li civaka me berbelav e û bûye sedem ku bi dehan jin dawî li jiyana xwe bînin. Ji lewra ji bo em vê diyardeyê ji holê rabikin û rêyên xwekuştinê li ber jinan bigirin, em li zanîngehê semîner û komxebatan li dar dixin, bi rêya van semîner û komxebatan em hewl didin xwendekaran li ser xetereyên tundiyê hişyar dikin û asta zanebûna wan zêde bikin. Li gel wê, em bi rêya zoomê jî komxebatan ji bo zanîngeh û kesên akademîsyen ên li cîhanê li dar dixin. Em bi hev re mijara tundiyê û hişmendiya ku bi hezarên salan hatiye meşandin û jin ji rastiya wê dûrxistine, nîqaş dikin. Li nav çalakiyên me yên ji bo 25ê Mijdarê em ê komxebateke berfereh li ser asta zanîngehê li dar bixin û tê de vê rojê bi kûrahî ji xwendekaran re binirxînin. Armanca me ew e ku em nifşek zana, dûrî tundî û zilmê ava bikin. Em dixwazin xwendekarên ku ji zanîngehê derbiçin, li nav civakê bibin pêşengên avakirina jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê zanista jineolojiyê”.
