Bi avakirina Komîteya Jineolojiyê û xebatên ku di vê qadê de tên kirin, li rojavayê Kurdistanê bû sedema guhertina hişmendiya civakê û perwerdekirina ciwanan.
Akademiya Jineolojiyê fikra jiyana azad û wekhev, bi 4 rêyan; Navendên Jineolojiyê, Dibistan, Enstîtuya Andrea Wolf, Fakulteya Jineolojiyê li nav civakê belav kir. Der barê kar û xebatên Komîteya Jineolojiyê yên salekê de endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê, Dîrok Qehreman nirxandin kir.
Qehreman diyar kir ku rista jineolojiyê ew e ku li hember zihniyeta desthilatdarî, tundî û êrîşên li dijî jinan û civakê tên meşandin, analîzkirina bi zanisteke rast bê bipêşxistin û çareseriyek bê dîtin. Qehreman da zanîn ku erka jineolojiyê ya sereke di astên civakî de bi gelemperî di guherîn û veguherîna wan de pêşengiyê bike û wiha got: “Bingeha civakê ciwan in. Bi taybetî da ku li hember zihniyeta zayendperestî û desthilatdariyê were sekinandin, jin û ciwan xwe hîn bêtir di asoyên pir kûr de nas bikin, li dibistanên amadeyî li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyeyê waneyên jineolojiyê tên dayîn. Wekî gaveke gelekî baş li herêmên rizgarkirî wekî Minbic,Tebqa, Reqa û Dêra Zorê di vî alî de hat avêtin.”
Di axaftina xwe de Qehreman destnîşan kir ku bi avakirina Fakulteya Jineolojiyê ya li Zanîngeha Rojava kûrbûna jineolojiyê jî di nav pergala perwerdeyê de cihê xwe girtiye û diyar kir ku li herêma Firatê cara yekem mêr li gorî zanista jin û jiyanê li akademiyan hatine perwerdekirin.
Qehreman axaftian xwe wiha bi dawî kir: “Hêvî û armancên me ew bûn ku em wekî Komîteya Jineolojiyê bikaribin bi rengekî zanistî jin xwe bi rê ve bibe, guhertinên heyî bi rengekî zanistî analîz bikin û jê re bibin hêza çareseriyê. Di salên pêşiya me de jî em ê xebatên xwe berfirehtir û kûrtir bikin.” QAMIŞLO