Foruma diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya jinan ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve hatiye lidarxistin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dike.
Piştî deqeya rêzgirtinê, axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê hevseroka MSDˈê Leyla Qereman ve hate kirin.
Leyla Qereman forum wek “destpêka diyarkirina armancên pêşîn ên tevgerên jinên sûriyeyî” nirxand û got: “Welat di aloziyeke mirovî û siyasî de ye. Pêwîstiya me bi hewldanên çareseriyeke mayînde heye.”
‘Hikumeta Şamê sedema alozî ye’
Leyla Qereman îşaret pê kir ku welat di aloziyeke mezin a siyasî û mirovî de ye û hewldanên navneteweyî û nîştimanî yên bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn têk çûn.
Leyla Qereman da xuyakirin ku hikumeta Şamê sedema sereke ya aloziyê ye û wiha dewam kir: “Hikumeta Şamê guhertinê red dike. Hewldanên cidî yên hêzên navneteweyî yên ji bo çareseriyên siyasî yên bingehîn ku welat ji aloziyê rizgar bike jî tune ne.”
‘Doza jinan dozeke bingehîn eˈ
Qereman da zanîn ku heya jin rola xwe bi awayekî rasteqîn di diyalogên siyasî de bi cih neynin dê tu çareseriyên siyasî tune bin. Her wiha destnîşan kir ku tevî şer û komkujiyên ku li dijî jinan hatine kirin, lê jin roleke mezin di pêşxistina civakan de dilîzin.
Leyla Qereman bal kişand ser têkoşîna jinên Sûriyeyî û got: “Têkoşîna jinên Sûriyeyî ya ji bo doza xwe mezin bûye û êdî doza jinan bûye dozeke navendî. ”
Qereman anî ziman ku dîrok şahidê rola sereke ya jinan di avakirina serxwebûnê de ye û got: “Nazik El Ebid û Sara Mueyed mînaka vê yekê ne.”
ˈŞoreş ji xeta xwe ya demokratîk derket, herî zêde jin mexdûr bûnˈ
Leyla Qereman bal kişand ser tevgera Sûriyeyê ya Adara 2011ˈan û wiha got: “Jinên sûriyeyî bi xurtî cihê xwe di qadên siyasî û civakî de girt. Di xwepêşandan de li pêş bûn. Li hemberî paşguhkirinê dengê xwe bilind kirin û banga guhrtin û demokasiyê kirin. Lê ji ber tunebûna rêveberiyeke durist û beşdarnekirina jinan û tunebûna stratejî û planên dirust ên aştiyane tevgera aştiyane ji xeta xwe de derket û veguherî aloziyeke bi girêk. Sûriye veguherî qada destwerdanên derve û zemîna derketina komên tundra ava bû. Bi vê yekê welat derbasî merheleyeke herî bi xwîn û bi sûc bû ku herî zêde jinan bûn mexdûr. Lê jinan îsbat kirin ku hêza wan têk naçe. Rihê wê yê îstar û şoreşê derket pêş. Ev jî hêvî û baweriya bi guhertineke erênî û rola wan di avakirina siberojê de nîşan dide.”
Leyla Qereman bi dewama axaftina xwe de têkoşîna jinên Siwêdayê silav kir û ev bang kir: “Divê tevahî rêxistin û tevgerên jinan bi israr û sekn bixebitin. Divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Rola jinan di hemû qadan de pêş bixin û bibin şîrkeke aktîv di avakirina civaka Sûriyeyê û pêşxistina wê de.”