Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî sala 2011’an pêvajoyek nû dest pê kir. Gelên kurd, suryan, ereb û yên din mil dan hev û bi hevre li dijî komên çeteyên herêmê û rejîma Baasê serî hildan. Li herêmê şoreş pêş xistin. Di vê şoreja Rojava de herî zêde jinan pêşengî kir û di her qadê de cihê xwe girtin. Jinan di her qadê de xwe bi rêxistin û perwerde kirin û rola pêşengtiyê dan ser milê xwe. Seroka Desteya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer têkildarî têkoşîn û rêxistinbûna jinan a li Rojava ji rojnameya me re axivî.
Seroka Desteya Rêveber Edalet Omer, anî ziman ku weke jin di destpêka şorêşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rastî êrîşên hemû pergalê dagirker û faşîst, bi taybet jî yê dewleta tirk hatin û wiha got: “Ji aliyê siyasî, çandî û civakî de, hema bi her awayî êrîşî jinên peşeng ê di rêveberiya xweser de cih digirin dikin. Ji ber ku jin dîrok û heqîqatê nas dikin û li jî pergalan dertên û maskeya li ser rûyê wan derdixin, êrîş dikin. Desthilatdar ji jinan tirsiyaye. Ji ber wê yekê êrîş dikin û dixwazin jinan tune bikin. Wekî tê zanîn ku jin xwe ji koletiyê xelas nekin, civak bi rêxistin nabe. Civaka nerêxistinkirî azad jî nabe. Jinên zana tê wata civaka zana. Ji ber wî desthilatdar her û her jinan dike hedef. Lê tevî van êrîşan jî jin rojane asta têkoşîn û berxwedan xwe bilindtir dikin. Jin li dijî karên ku ne li gorî cewhera jinane û ji aliyê desthilatdariyê de lê tê ferzkirin red dike. Tim li ser lingan e. Armanc dike ku hevalên xwe birêxistin bikin û heqîqeta pergalan bi wan bide zanîn.”
Bi perwerdehiyê yekîtî çêbû
Edalat Omer anî ziman ku jinan heta astekê dikaribûn xwe li dijî van êrîşan biparêzin û wiha axivî: “Jinek çewa dikare li dijî van êrîşan ji aliyê bir doziyê de xwe xurt bike û dijî vê kevneşopiya baviksalarî têbikoşe? Bi hevdîtinên ku çêdibin, perwerdehiyên ku tên dayîn yekîtî çêbû. Cûreyek parastinê ji avakirinan yekîtiyê ye. Ev yek ne tênê li bakûr û rojilatê Suriyeye divê li rojhilata navîn û hemê cihanê bê kirin. Ji 2008’an heta îro ji ragihandina rêveberiya xwesar ve proje û pergal hatin avakirin. Me gelekî destkeftiya bi dest xist. Ev jî ne bi hêsanî bû. Gelek hevalê jin şehid ketin. Derbarê kar de gelek çalakî, proje û civîn li ser kêmasiyan hatin li darstin, nîqaş hatin kirin ku pirsgirêk werin çareserkirin. Di aliyê zagonîde hinek kêmasî hebûn. Di destpê de kanûna jin li heremê rojava, Cizîrê, Kobanê û Efrînê di 2014’an de hat pêkanîn. Lê piştî rizgarkirina heremê rizgarkirî, li herema Raqa, Minbic û Dêr ev kanûn pêk nehatin. Wek qanûna malbatî hat guhertin ji ber ku kanûna li ser jinan bû. Ji bo ev kanûn pêk were me gelek çalakiyan li dar xist ku em bingeh ava bikin. Em ê çalakiyên xwe bidomîn da ku em bigîhîjin armanca xwe.”
Qanûnên Sûriyeyê li dijî mafê jinan e
Edalet Omer bi domdarî got ku du sal in plansaziyan li ser kanûna ji bo jinan dikin û wiha pê de çû: “Sê mehê destpêkê wek konaxa yekemin me destpêkiriye. Der barê vê yekê de me bi hevalên jin re gelek civîn li darxist. Ev qanûn tê niqaşkirin ku em ê çewa têxin meriyetê. Zahmetiyên ku jin dikşînin dikarin bi rêya vê kanûnê de mafê xwe bi parêzin. Li cihê ku ev kanûn pêk nayên yê Suriyeyê pêk tên. Kanûnê Sureyê jî li dijî mafê jinan e. Hewldin jinan ji cihê komî, sazî û meclîsa bigrin. Em dixwzin xwe bi gihîjin her kesî û ji wan re bêjin ku ev kanûn ne tenê ji bo jinan ji bo civakê ye. Li vê heremê pergala hevserokatiyê hatiye avakirin. Em karin bêjin ku ev destkeftiyek giranbuha ye. Hewldanê me hene ji bo ku em vê pergalê xurt bikin. Yanî ev hemû jî destkeftiyê şoreşa rojava ne. Lê divê betir ji aliyê zanebûn, hevgirtin û berxwedan de pêwîste ku xwe di her beşî de ispat bikin. Ji bo vê jî divê têkoşîn bidome.”
Jinan pêşengiya gelek şoreşan kiriye
Edalet Omer bi lêv kir ku jinan di şoreşên ku di dîrokê de pêk hatine de, weke şoreşa Fransa, Lubnan û gelek şoreşên li Ewropa pêşengtiyê kirin û wiha domand: “Li ew qas çalakî têkoşîn bun ji negihîştin mafê xwe. Ji ber ku ne xwedî rêxistinbûyinek xweser û bîrdizî, fikir û felsefe bû di encamê de mafek bidestnexist. Cudatiya şoreşa rojava me wek şoreşek xweser xwe bi rêxistin bikira, sazî û tevgera çêbikira. Weke saziyê leşkerî, siyasî, civakî, çandî û akademî ji bo perwerdekirina jin akademî hatin avakirin. Li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê gelek akademî bi rengê jin hatin amadekirin. Weke Kongra Star, meclisa bakûr û rojhilatê Suriyeyê, meclîsa Sûriyeyê ya giştî, desteya jin, aliyê parastina YPJ’ê, aliyê parastina Cewherî YPJ’ê. Ev hemû tê wateya ku jin dikaribûn heta astekî wê biparêzin. Ev hişt ku jin li ser piyên xwe bisekinin. Ji ber wî jin bûn heviya rojhilata navîn û hemû cihanê. Dûrişma ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cihanê belav bûye.”
Edalet Omer diyar kir ku li gelek şoreş li cihanê çêbû lê jin ne gihiştin heqîqeta xwe wiha got: “Ev jî tê wê watê ku piştî astekî divê jin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber wî perwerdebûyîn pir girîng e. Ger bi rêxistin û perwerdehîkirî bin, wê karibe li dijî hemû polîtîkayên ku li ser tên meşandin derê. Ev pergal her tişt li gor xwe û li ser navê olê bi kar tîne. Gelo ev tişt çima hatiye avakirin û ferzkirin ango ji ku hatiye. Ji ber van tiştan divê ku jin heqîqeta xwe nasbikin. Heta ku em li dijî vê bîrdoziya li ser me hatiye ferzkirin em netêkoşin, em nikarin tu tiştekî bidest bixin. Ji ber vê yekê divê em bitêkoşin û em van kiryaran vala derbixin. Bi avakirina YPJ’ê çewa DAIŞ’ê têk bir, cîhan hemû matmayî ma. Rêber gelê kurd Abdûllah Ocalan, jî dibêje pirsgirêka esasî jinê. Heta qada jinê çareser nebe tu tiştek çareser nabe. Ji ber ku qadiya jinê hat avakirin, pergalên desthilatdar hemû êrîşê li wir kirin. Heta pirsgirêka jinê çareser nebe dê tu pirsgirêk çareser nebin.”
Hişyarî girîng e
Edalet Omer da zanîn ku ji aliyê desteya Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê hin bernameyê mehane û salane hatine amadekirin û ev tişt got: “Ji bo ku em çewa dikaribin parstina civakê bikin. Dewlet dixwazin bi rêya şebeka civakeke lewz bidin avakirin. Li dijî wî em weke desteyê bi projeyên xwe rê li ber van hewldana digrin. Zanabûna civak, jin û zarokan ji bo me girînge. Ya ji bo şerê taybet jî em dayîna semîner her wiha planê stratejî bi hev re tê nîqaşkirin. Ji bo ku di rojê pêş de rê li ber van şebeka bigrin û nehêlin bêtir belav bibin. Bi hemû tevgerên jin û tevgerên alaqedar bi hevre nîqaşkirin ji derxistina plansaziyên xurt ku rê li ber van şebekeyan bigrin. Êrîşên mezin dikin. Ji aliyekî lewazbuna civakê, ji aliyekî ve derketina ji axa xwe çedibin. Li gorî hemû beşên civakê em planzasiya çêdikin û ku em karibin li gorî wê tevgerin. Ji bo destdirêjiya li zarokên ku diçin dibistanan, dersê ku li dibistanan ji bo şerên taybet ku tê meşandin û madeyê hişbir tên dayîn hemle lazime. Divê mehekê bi hev re li her derê cihanê eynî mijar nîqaşbikin. Ancax bi vî awayî em dikarin hîn tiştan bi dest bixin. Hişyariya mamasta, hişyariya malbatên zarokan, hişariya endamên saziya girîng e.”
Edalet Omer destnîşan kir ku hewldanê pergalan derbaskirinina madeyên hişbir ya herêm bakûr û rojhilatê Suriyeyê ye. û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em gelek caran dibînin pergalên desthiladar piştgirî didin kesên ku madê hişbir bikar dîtîn.Armanca me yek jê jî rê li ber bikaranîn û bazirganiya van madeya ya ku derbasî heremê nebe. Ku hemle ne mezin be tu heqîqata van şera nasnakî. Ku birdoziyek tune be mirov nikare xwe li hember van êrîşan biparêze. Ku mirov perwerdehî li ser van êrîşan nedîtibe mirov di bin bandorê de dimine. Ji ber wî her çiqas mirov heqîqeta van şera bizani be, armanca pergala ku vî şerî di nav me de belav dike mirov nikare li hem ber derê. Ev pergal çewa li ser keda jinan û lewaziya ciavakê hatiye avakirin baş dizanibe. Ev pergalên desthilatdar ji miroven zana û yên ku maskeyên rûyên wan derdixin ditirsin. Loma jî îro jinên ku zanabûne û pêşengiya civaka xwe dikin dikin hedef. Ji ber wî jî her yek ji me wek jin, ciwan û civak êrîşên li ser bakur û rojhilatê Suriyeyê heqîqeta van şera zanibin. Çima me û projeyên me hedef digrin. Ev gelek girînge.”