27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Mexmûrê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin

Meclîsa Îştar a wargeha Mexmûrê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, banga betalkirina biryarê kir.

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşanda û banga rakirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn, hat kirin.

Daxuyanî li Meclîsa Îştar bi tevlibûna jinan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Dilvîn Geverî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Em wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî nasnakin. Pexşan Ezîzî li gorî mafê kesekî tevgeriya û di heman demê de pispora partiya civakî bû. Jina kurd a rojnameger di heman demê de siyasetmedarek ya kurd e. Jineke ku ji bo azadiyê têdikoşe. Em di zanîn tekoşîna azadî û wekheviyê ya jinên kurd û jinên Rojhilat bûye hedefa rejîma Îranê. Ne gengaze ku dewletên li Rojhilata Navîn li hemberî polîtîkayên jinan tehemula wan hebe. Li Afganistan, Sûriye, Tirkiye û Iraqê jî rewş bi vî rengî ye.

Rejîma Îranê ya faşîst bi tepisandina jinan ku ji vê têkoşînê re pêşengtiyê dikin, ne tenê wan di şînin zindanê herwiha cezayê darvekirinê jî li wan dibirin û dixwazin bi van polîtîkayan têkoşîna azadiyê ya jinan bi fetisîne. Pexşan Ezîzî jî yek ji wan jinane ku li dijî vê rejîmê serî rakiriye. Rejîma Îranê ya faşist ji roja destpêkê ve bi zext û cezayên darvekirinê hewl dide jinan ji têkoşîna wan dûr bixe. Divê tevahî raya giştî li dijî vê cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bike û li beramberî vê bertek nîşan bide. Em tundiya sîstematik ya rejîma molla ya faşîst a Îranê ya li dijî jinan qebûl nakin. Ger hûn di vê de israr bikin, wekî Sedam, rejîma Esad wê roj bê û li we bizivire û wê hûn tune bibin.

Têkoşîna Azadiya jinan a bi qêrîna Jîna Emînî re destpêkir, li Îranê ji bo gelek jin û mirovan bû têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê. Têkoşîna vîna jin a bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî ranewesta û na raweste. Înfaz û cezayên darvekirinê yên di demên dawî de li hemberî xurtbûna têkoşîna siyasî ya gelê kurd bi hişmendiya tolhildanê tê bikaranîn, ji bo rejîma Îranê bûye navgîneke polîtîk. Cezayên îdamê ku rejîm li gorî xwe weke navgîneke bêdeng kirina muxalefet û destkeftiyên siyasî dibîne, nîşaneya rewşa rizyayî ya rejîmê ye. Ev darvekirin ji bilî mezinkirina hêrsa gelê kurd a li hemberî rejîma Îranê bi kêrî tiştekî nayê.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên navneteweyî wekî deynekî mirovahî û wijdanî divê li hemberî vê hovîtiyê bikevin nava tevgerê û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Îdam sûceke ku li dijî mirovahiyê ye. Ji bo rakirina cezayê îdamê, pêkanîna tekoşînê li dijî Îranê şerte. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya vê feraseta kuştinê. Îro dibe Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî be, sibe dibe yek din be. Biryara darvekirina li ser Pexşan Ezîzî ne biryara darvekirina kesek û jinekiye. Li dijî vîna jinan e. Em vê pêkanînê li hemberî tevayî jinan dibînin. Rejîma Îranê ji vîna jinan ditirse lewma ewqas li ser jinan de tê. Şoreşa Rojava jî bi jinan pêkhat wê Şoreşa Rojhilat jî bi jinan pêk were.

Em wek jinên Wargeha Mexmûrê ku din banê Meclîsa Îştarê de xwe rêxistin kirine, bi jinên Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr û tevayî Rojhilata Navîn û cîhanê re tekoşînek hevpar dimeşînin û em ê tekoşîna xwe bilind bikin, yekitiya xwe ya jinan xurttir bikin. Mîna li tevahiya cîhanê em ê tekoşîna xwe bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bikin. Em ê bi jinên bûne hedefa polîtîkayên tundiyê yên li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê re têkoşîna xwe bi hev re bidomînin û bigihînin serkeftinê.

Em bang li gelê kurd, hemû jinên tekoşer yên cîhanê dikin ku em hêza xwe bikin yek û bi vîna jinan li dijî vê hovîtiyê rawestin. Her pêkanîneke dijminane ya li ser jinan wê bibe bingeha xurtkirina têkoşînê. Em ji sekna xwe ya azad û yekbûyî gav paşde navêjin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.