12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên li Girtîgeha Evîn ê banga çalakiyê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tahranê ji bo betalkirina biryara cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye birîn, banga çalakiyê kirin.

7 girtiyên jin yên siyasî yên li Girtîgeha Evîn tên ragirtin Gulrox Îrayî, Nahîd Xudaco, Werîşe Muradî, Meryem Yehwî, Rayhana Ensarî, Skîne Perwana û Nesrîn Xezrî Cewadî derbarê cezayê darvekirinê yê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn, daxuyaniyek dan.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de gotin; “Em birîna cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî şermezar dikin û bang li her kesê dikin ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê dest bi çalakiyan bikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku pêşî li darvekirina Pexşan Ezîzî bigirin. Pexşan Ezîzî berê weke karmendek civakê alîkarî dida penaberên Rojavayê Kurdistanê. Ev 3 heftene dosyaya Pexşan Ezîzî ji bo Dadgeha Bilind hatiye şandin û li benda biryara dawîne.”

Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mahabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an li parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.