12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd çiraya şoreşê ne

Piştî jina kurd Jîna Emînî ya ji Seqizê ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin, xwepêşandanên nerazîbûnê ji bajarê Seqizê dest pê kir û piştre li seranserê Îranê belav bû û îro jî li seranserê cîhanê behsa wê tê kirin. Ev serhildan weke şoreşa jinan tê nîqaşkirin û dirûşma pêşverû ya Jin, Jiyan, Azadî ku ji roja destpêkê ve tê gotin, bû sedema rênîşandan, pêşveçûn û berdewamiya van xwepêşandanan û veguherî serhildanê.

Jina ku di hin serdemên dîrokê de civakê bi rê ve bir û heta bû xwediyê meqameke bilind, bi avabûna pergala baviksalarî re pozîsyona xwe ya civakî wenda kir û pozîsyona wê ji birêvebirina civakê ber bi nav malê ve hat birin. Sîstema kapîtalist ev pêvajo gurtir kiriye û bi tevayî jin tenê kirine malzemeyên zayendî û amûra têkiliyên zayendî. Di serdema desthilatdariya îslamê de rewşa jinan xirabtir bûye û di bin navê îslamê de sansur û jêbirina rola jinan ji civakê zêdetir bûye.

Rewşa jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi heman rengî ye. Komara Îslamî ya Îranê sîstemek baviksalarî, navendîxwaz û îslamî ye ku di heyama 43 salên hebûna xwe de hewl daye hemû îrade û nasnameya jinan têk bibe. Helbet hêjayî gotinê ye ku di vê pergala dîktatorî de mafê piraniya civakê hatiye binpêkirin. Bo nimûne, ji bilî farisan hemû neteweyên din ên vê erdnîgariyê weke kurd, belûc, ereb, gîlak, tirk, azerî û hwd bindest in û zimanê wan qedexe ye. Tenê zimanê fermî û perwerdeyê farisî ye. Di warê pirengiya olî de jî wisa ye û ji xeynî misilmanên şîa, olên din tên bindestkirin. Ji ber ku sîstema Komara Îslamî çînayetî ye, çînên jêr ên civakê jî di bin zextê de ne. Lê ji xeynî rewşa giştî ya civakê, jin ji ber zayenda xwe ducarî rastî bindestiyê tên. Mînak ji ber îslamê mafê jinan ê hilbijartina kincan tune ye û polîs kesên kû hicabên wan qaşo tam îslamî nebe digirin. Jixwe Jîna jî ji ber vê yekê hat kuştin. Dengbêjiya jinan qedexe û heram e. Jin di jiyana xwe ya şexsî de mafê biryardanê nînin û bêyî destûra bavê xwe nikarin bizewicin û bêyî destûra mêrê xwe nikarin telaq bigirin, sefer bikin, bixwînin, kar bikin. Komara Îslamî jî jinan fêr dike ku hûn ne şareza ne ku bi xwe bifikirin û biryaran bidin.

Piştî serhildana gelêrî ya ji bo rûxandina Şah di sala 1979’an û encamdana wê, Komara Îslamî ew serhildana gelêrî desteser kir û hemû komên din ên siyasî ji nav bir. Civaka Kurdistanê jî ji destpêkê ve referandûm boykot kir. Referandumek ku tenê bijardeya wê erê yan na ji bo Komara Îslamî bû û ji bilî Komara Îslamî tu bijardeyeke din nemabû. Piştî referandum li aliyê Kurdistanê hat boykotkirin û bi derketina dengê na, dijminatiya aşkera ya vê rejîmê bi Kurdistanê re bi ragihandina cîhadê ya Xumeynî li dijî gelê kurd dest pê kir. Bi sedema nerazîbûnên gelê Kurdistanê li dijî vê rejîmê û berxwedana wê, bajarekî weke Sine hat bombebarankirin. Di wê serdemê de Senendec têkoşîn û berxwedaneke dîrokî nîşan da û jin jî tê de amade bûn, lê ji ber propagandayên Komara Îslamî ya Îranê li ser cudaxwaz û terorîstbûna kurdan, beşên din ên Îranê piştevaniya Kurdistanê nekirin û îro piştî 43 salan hemû Îranê bi pêşengtiya Kurdistanê, dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê serî hilda.

Di heyama desthilatdariya 43 salî ya Komara Îslamî de gelek caran xelk bi hincetên cûr bi cûr, ji wan sextekarî di hilbijartinên serokomariyê de û bihabûna nirxê kelûpelên sereke yên jiyanê daketine kolanan. Nerazîbûna gel bi tundî û bi lez û bez hatine tepeserkirin. Ji aliyekî din ve li dijî rûxandina vê rejîmê, tu alternatîfeke taybet ji aliyê gel ve nehate berçavgirtin. Lê vê carê serhildan li Kurdistanê dest pê kir.  Dîroka wê nêzîkî sed sal e têkoşîna siyasî heye, slogana Jin, Jiyan, Azadî li zanîngehan û piraniya bajarên Îranê belav bû. Jinên li welatên din jî tev li vê serhildanê bûn û piştgiriya xwe ragihandin.

Jina ku cihê xwe di dîroka baviksalarî û kapîtalîzmê de winda kir û di manîfestoya Jin, Jiyan, Azadî ya Abdullah Ocalan de potansiyela xwe jinûve bi dest xist û çû şerê DAIŞ’ê. Di vî şerî de DAIŞ têk bir. Ev berxwedan îro ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûye mînak. Gelê li Rojhilat û Îranê, di wê baweriyê de ne ku jin û mêrên kurd bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî çeteyên DAIŞ’ê têk birin û wê niha Komara Îslamî jî têk bibin.

Di nava van 43 salan de jinan bi awayên cuda û belawela li dijî rejîmê derketine, lê serhildana îro weke şoreşa jinan dihesibînin. Di roja merasîma definkirina Jîna Emînî de jinên kurd leçikên xwe yên ku sembola hicaba mecbûrî û îslamê ye rakirin û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî daxwaza xwe anîn ziman.

Mijareke din a girîng jî ev e ku Komara Îslamî ya Îranê di heyama desthilatdariya xwe de, ji bo rêgirtina li yekitiya neteweyên Îranê, neteweyên cur bi cur bera hev dane. Lê ev cara yekem e ku neteweyên cuda bi aşkera piştevaniya hev dikin û ev yekitî ji bo hebûna rejîmê Îranê gelek metirsîdar e. Dema ku ev serhildan dest pê kir, ji tirk, azerî, gîlek û fars bigire heta ereb û belûc, li çar aliyên Îranê bi dirûşma “Kurdistan, Çav û Ronahiya Îranê” piştgirî dan Kurdistanê û di dema qetlîama Belûcistanê de hemû neteweyên din li Belûcistanê piştgirî kirin. Ev demeke ku rejîm her tim hewl daye kurd û belûc weke cudaxwaz û terorîst bide nasîn, lê gel gihîştine asta hişyariyê ku piştevaniya hev bikin. Hemû neteweyên vê erdnîgariyê jiyanek azad û demokratîk dixwazin û naxwazin ziman, çand, dîn û nasnameya wan bê înkarkirin.

Pêkhateya girîng a vê serhildanê agahiya wê ye. Civaka Îranê ku xwedî ezmûna rêveberiya şah û îslamî ye û herdu jî dijmirovî û dîktatorî bûn, bi dirûşma watedar a Jin, Jiyan, Azadî, bi rêbazek nû ya rêveberiyê nas dike. Her çend niha medyaya girseyî di destê hêzxwaz û navendîparêzan de ye jî ev hêza azadîxwaz ewqas bi hêz e ku êdî nikarin înkar bikin.

Civaka Îranê gelek pirsgirêkên weke komkirina hêz, komkirina sermaye, bêkarî, tepeserkirina ramanên cihêreng, tepeserkirina cihêrengiyan, wêrankirina jîngehê û bi taybetî koletiya jinan heye û ev hemû di têgeha Jin, Jiyan, Azadî sererast dibe. Sedema wê jî ew e ku ev dirûşme bûye dirûşma sereke ya vê serhildanê û li hemû cîhanê tê naskirin. Ji ber ku li erdnîgariya Îranê ku bêhejmar cudahiyên zimanî, çandî, olî û hwd heye, rêveberiya hevpar a jin û mêran alîkariya çareseriya pirsgirêka jinan bike. Çareseriya pirsgirêka jîngehê ya ku ji aliyê pergala kapîtalist ve hatiye tunekirin, di manîfestoya Jin, Jiyan, Azadiyê de jî tê dîtin.Di berdewamiya xwepêşandanan de tê hêvîkirin ku hişyariya raya giştî ya ji wateya vê dirûşmeyê zêdetir bibe.

Eger serhildana îro ya Îranê bibe sedema sîstemeke azad û demokratîk, ev yek hêviyek ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Her wiha rewş dê li welatên din ên Rojhilata Navîn jî bi taybetî hikûmetên wekî Taliban û Hizbullaha ku Îran piştgiriya çalakiyên terorîstî ya wan dike, biguhere.