Di 4’ê hezîranê de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi civînekê çapemeniyê Însiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan (NUN) ava kirin. Înîsîyatîf bi armanca nasandina fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî û ji bo parastina pêkhate û nasnameyên çandî, etnîkî û bawerî, hat avakirin. Têkîldarî mijarê de berdevk û koordînatora înîsîyatîfê parêzêr Sewsen Şoman axivî.
Şoman, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev însîyatîf ji pêkhateyên Rojhîlata Navîn û tenê ji jinan pêk tê û wiha got: “Ev înîsîyatîf li beranberî fikr û felsefeya birêz Ocalan a ku ji bo jinên Rojhîlata Navîn û ji bo jinên bakurê Efrîkayî pêş xistiye, encama hewildanên wan jinên ku azadiya Ocalan dixwazin hat ava kirin. Birêz Ocalan di encama komployek navneteweyî bi salan in di girtîgeha İmraliyê de tê dîl girtin. Em wek jinên Rojhîlata Navîn û jinên bakurê Efrîkayê hilwêşandina dîwarên Îmraliyê û azadiya Ocalan ji bo xwe wek peywirek dibinin. Xebatên me bi taybetî bi rêya çapemeniyê û amûrên ragihandinê, danasîna fikr û paradîgmayên birêz Ocalan ku li ser jinan û gelên bindest pêş xistiye.”
Şoman, daxuyand ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan ne tenê li ser jinên Rojhîlata Navîn û bakurê Efrîkayê ne û wiha pê de çû: “Fikrên Ocalan ji bo hevsengiya Rojhîlata Navîn û bakurê Efrîkayî xwedî taybetmendiyek girîng e. Her wiha ji bo hemû gelên cîhanê û jinan weke çirûskek çareseriyê ye. Bi vî şiklî pêşiya jinan ya di her qadê de hat vekirin, ji bo azadiya jinan di her qadê de bang hat kirin. Hem di qada siyasî hem jî di qada cîvakî de jinan gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Azadiya Ocalan ku ji bo jinan dixwaze ne azadiya di rojavayê cîhanê ya absûrd an jî ne serhişkiya rojhîlatê cîhanê ye. Berovajî van yekan avakirina civakek demokratîk û layiqî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku ev civaka dualî li ser esasê redkirin û nepejirîna rol û mîsyona jinan e. Em weke jin girîngiyê didin azadiya wî, ji ber ku rêbaz û paradîgmaya wî ji bo azadiya jinan pir girîng e. Me li ser civaka kurd an jî pirsgirêka kurd, dewleta neteweya kurd bihîstiye. Em wî weke rêberekî ku demokratîkbûna hemû civakan û azadiya ne tenê jinên kurd, ji jin û gelên cîhanê dixwaze dibînin. Ev fikir û paradîgma nexşerê ye ji bo gelek civak û pêkhateyên ku rêberiya wî dikin, ji me re girîng e û lazim e ku ji bo azadbûna wî çi ji destê me were em bikin.”