Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag ji Hatayê rewşa erdhejzedeyan radigihîneç. Hê jî pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, paqijî û hwd. ên mexdûrên erdhejê yên Hatayê didomin. Jinên hatayî destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê dest ji bajarên xwe bernedin. Jinên li taxên Toygarli û Maşûkiyeyê yên navçeya Defne ya Hatayê dimînin, ji ber ku xaniyên wan xisar dîtine di konan de dimînin. Di konên ku zêdetirî 10 kes lê dimînin de, şert û mercên jiyanê zehmet girantir dibin. Jin doza amûrên paqijiyê û avê dikin.
‘Ez ê li vir bimirim lê naçim’
Cîda Taktûk a li Taxa Maşûkiyeyê, ji ber ku gelek xizmên wê jiyana xwe ji dest dane, bi zorê karibû biaxive. Taktûk diyar kir ku ji ber erdhejê jiyana wan guheriye, hejmara pitikan û nexweşan zêde ye û bal kişand ser nexweşînan. Taktûk wiha axivî: “Em raketîbûn, ji nişkê ve wekî bombe hatibe avêtin em hejiyan. Sobe, televîzyon her tişt ketin xwarê. Nigê bûka me şikest. Nexweş bûn, em bi zorê derketin. Rojên pêşîn dewlet nehat. Dewletine din hatin. Kon dan me. Niha em 7 kes di konekî de dimînin.”
Di şertên pir dijwar de dijîn
Taktûkê bal kişand ser koçberiya ku bi şert û mercên jiyanê li wan tê ferzkirin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin lê em ji vir naçin.”
Nûrsel Sumer a li Taxa Toygarliyê jî tevî 12 kesan di konekî de dimîne. Sumerê got: “Gava erdheja pêşîn çêbû, em li malê bûn. Em bi bazdan çûn li wesayîtan siwar bûn. Û em 3-4 rojan di wesayîtan de man. Pêşî me nikaribû em kon çêbikin, konên me tune bûn. Em 4-5 rojan li vir man lê kes nehat vir. Paşê dilxwazek hat konek da me. Kon hatin lê kêm hatin. Em hemû di konekî de dimînin. Em 12 kes di heman konî de dimînin. Ava me tune ye, ava depoya me jî hindik maye. Hema bibêje mehek qediya, heya niha me du caran serê xwe şûştiye. Em li derve avê di quşxaneyan de germ dikin. Bawer bikin pir zehmet e. Niha herî zêde pêdiviya me bi paqijiyê heye. Çimkî êdî hêdî hêdî mêşlok çêdibin. Spî zêde dibin. Lawabaoya me tune ye. Jiyaneke me ya cuda hebû. Gava em şiyar bûn ne xaniyê me ne jî tiştekî me yê din ma. Gava mirov şiyar dibe û dibîne xaniyê mirov tune ye, hestekî pir xirab li mirov peyde dibe.”
Sumerê destnîşan kir ku gelek astengî hene û got ku lê çi dibe bila bibe em naxwazin ji vir biçin.