Di Lîga Şampiyonan a Jinan a UEFA’yê de jinên Chelsea zora jinên Bayer Munihê birin û derketin fînalê.
tîma jinên Barselonayê bi 2-1 tîma jinan a PSG’ê têk birin û derketin fînalê. Di dema ku jinên Barselonayê li benda reqîbên xwe bûn de maça tîmên jinan ên Chelsea û Bayer Munihê dest pê kiribû.
Maça yekemîn bi 2-1 bi serketina Bayerê bi dawî bûbû. Jinên Chelsea li mala xwe 4 gol diyarî almanan kirin. Chelsea 4-1 maç bi dest xistin û bûn reqîbê Barselonayê.
Piştî ku Barselonayê PSG têk bir encamek wisa derket: Ji sala 2014’an û vir ve bû yekem car di Fînala Lîga Şampiyonan a Jinan de tîmeke fransî cih nagire.
Li gor encama ku Chelsea Bayerê têk bir; Ji sala 2007’an û vir ve piştî Arsenalê bû duyemîn klûba jinan a îngilîz di fînalê de cih digire.
Maça fînalê roja 16’ê gulanê saet 22’yan de dê bê lîstin.