Bertek û nerazibûnên li dijî Mesût Barzanî her ku diçin zêde dibin. Jin li dijî zextên Tirkiyeyê ku bi destê PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin, bertek nîşan dan û gotin: “Barzanî bi van êrîşan dawiya xwe tîne. Xwîna xwişk û bira tu tiştekî bi wan nade qezenckirin. Neyê vê lîstikê.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Ji ber hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya bi AKP’ê re, bertek û nerazibûnên gel jî zêde dibin. Gelê Kurd her roj Barzanî hişyar dikin. Jinan, hevkariya PDK’ê ya di polîtîkayên şer de û neçareseriya pirsgirêka kurd de rexneyên xwe anîn ziman.
Devlet Çîftçî ku li Wanê dijî, bertek nîşanî helwesta Barzanî da û got: “Bi salane polîtîkaya ku ‘Kurdan bi hev didin şikandin’ tê meşandin. Her tim kurdan dikin alava şer. Ez êrîşên bi destê PDK’ê pêk tên şermezar dikim. Ez bang li serokê PDK’ê Mesût Barzanî dikim. Xwîna kurd wê tiştekî bi te nede qezenckirin. Em dibêjin ku neyên vê lîstikê. Xwîna xwişk û bira tiştekî nade qezenckirin. Werin em dest bidin hev. Em xwişk û birayên hevin. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin.”
Şêniya Wanê Adalet Akdîn jî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Wê demê gelê kurd çûye alîkariya hikûmeta Iraqê û wê berxwedanê gel ji karaseteke mezin xilas kiriye. Em naxwazin hev bikujin. Em xwedî li Barzanî dernekevin kes xwedî lê dernakeve. Dema DAIŞ’ê êrîşê Kerkukê kir, dîsa kurdan Barzanî xilas kir. Bila wê demê bîne bîra xwe. Piştî hilweşîna mezin a DAIŞ’ê Barzanî çi qezenc kir. Bila bi paşeroja xwe re bê rû hev. Xwîna xwişk û bira tiştekî nade qezenckirin. Em carek din dubare dikin. Em şer naxwazin.”
Welatî Hayriye Kipçak jî helwesta PDK’ê rexne kir û got: “Barzanî li gorî berjewendiyên kurdan tevnagerin. Ji bo berjewendiyên kurdan polîtîkayan hilnaberînin. Barzanî wisa berdewam bike wê dawiya xwe bîne.”