17 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê li Wan, Bismil û Sêrtê şev ronî kir

Duh bi şev li Êlih, Wan, Sêrt Bismilê bi beşdariya hezaran kes agirê Newrozê hat geşkirin û li derdora agir govenda azadiyê hat gerandin.

Duh bi şev li gelek bajaran cejna Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Li taxa Petrolkentê ya Êlihê, li 48 tax û gundên Bimsilê, li navçeya Tuşba ya Wanê û li taxa Conbayir a Sêrtê agirê Newrozê hat geşkirin.

Li Êlihê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê li Parka Şerzan Kurt a Petrolkenta Êlihê bi tevlibûna hezaran kes agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin. Bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin berzkirin.

Bismil

Her gel li 28 tax û gundên navçeya Bismila Amedê jî agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin.

Wan

Li navçeya Tuşba ya Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) agirê Newrozê hat pêxistin û jinan bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê Newroz pîroz kir. Di dema pîrozkirina Newrozê de dîmenên rengîn jî derketin holê.

Sêrt

Her wiha duh rêveberên DBP, DEM Partiyê, TJA û gel li taxa Conkbayir a Sêrtê jî agirê Newrozê hil kir û Newroz hat pîrozkirin.