10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Nisêbînê ‘Zincîra Aştiyê’ saz kirin

Bi pêşengtiya TJAyê bi rasthatina 8ê Adarê çalakiyên jinan berdewam dikin. Jinan li Nisêbînê “Zincîra Aştiyê ya Jinan” çêkirin û bal kişandin ser êrişên li dijî Rojava.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin.

Colemêrg

Li Colemêrgê bi pêşengiya TJA û DEM Partiyê bernameyek hat amadekirin û pankarta “Jin li dijî qirkirinê serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin”. Di bernameyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê tevlî bernameyê bû. Di bernameyê de daxuyanî hat dayîn û endama Meclisa Giştî ya Bajêr Gulhan Uçar metna daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser bangewaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hat diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Her wiha di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê çalakiyên 8ê Adarê li jinan hat kirin.

Agirî

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Giyadîna Agiriyê starta çalakiyên 8ê Adarê li avahiya DEM Partiyê dan. Siyasetmedar, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiya Agiriyê Ayşe Karakuş axivî û da zanîn ku her roja ku derbas dibe têkoşîna azadiya jinan mezin dibe û hat diiyar kirin ku dê bêtir têkoşîna wekhevî û azadiyê mezin bikin.

Jinan piştî axaftinan govend gerandin û banga tevlibûna çalakiyan li jinan kirin.

Mêrdîn

Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê bi boneya 8ê Adarê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê “Zincîra Aştiyê ya Jinan” çêkir. Jinên ji bo balê bikişînin ser êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Aştiyê ya Nisêbînê hatin cem hev û bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî berxwedana gele Kurd” heta ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo meşiyan. Jinan bi destê hev girt û bi xeleka ku çêkirin meşiyan û piştre li ber sînor rêz girtin, bi dirûşme û pankartan daxuyanî dan.

Jinan di axaftinên xwe da bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û diyar kir ku divê li hemberî her cûre êrişan jinan berxwedaneke hevpar bidin meşandin.

Enqere

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê panelek bi sernavê “Têkoşîna jinan a li dijî şîdeta dewleta mêr” li dar xist. Parêzer Gulan Çagan Kaleli, Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz, Femînîsta Serbixwe Hulusî Osmanagaoglû, Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Sebahat Tuncel û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin di panela ku li Navenda TUMBEL-SENê bi beşdariya gelek jinan hat lidarxistin de axivîn.

Di panelê de jinan bal kişand ser avakirina pêvojay aştiyê û bang li her kesî kirin ku divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe bîne cih.