Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî aşkere kir. Jinan daxuyanî li Parka 4ˈê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê da. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed bi zimanê erebî, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif bi zimanê suryanî daxuyanî xwendin.
Rihan Loqo di destpêkê de bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan û gotin “Bi rihê berxwedana serdemê û bi rihê berxwedana jinan em 25ˈê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji Rosa Luxsemburg, heya Sakîna Cansiz, ji Rîhan Şiwêş heya Asya Alî, ji Yusra Derwîş heya Zelal Zagros, ji Gulîstan heya Hêro, ji Sorxwîn Dêrsim heya Şamîram Xabûr têkoşîn berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dûbare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiyê bi cîh bînin.”
Loqo, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, dîsa berxwedana jinên di girtinên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û wiha axivî: “Em ê şopdarên dengê rastiya zindana bin, em ê bi rihê vê berxwedanê ji sîstema desthildaran re bêjin na û hezar carî na.”
Rihan Loqo da zanîn ku sîstema serwer a zilam û ya modernîteya kapîtalîzmê her çendin zeyîf dibin ewqasî qirkirinên xwe didin ferzkirin û krîzan çêdikin û wiha berdewam kir: “Di encama siyasetên pergala modernîteya kapîtalîst de qetilîam zêde bûne, aloziyên jiyanî, kuştin, koçberî, nexweşiyên civakî, tundî, bazirganiya bi jinan, dîsa destdirêjiya li zarokan û standina azadî û mafên rewa zêdetir bûne. Bi hincetên zayendî, olî û neteweyî jinan bi rêbazên herî tund qetil dikin.”
Loqo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand “Komkujiyên xeternak, dagirkerî û koçberkirin in ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jin zarokan û tevahî gelan pêk tîne, mînaka her ber bi çav a. Dewleta Tirk ku hewl dide projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibe, kesayetên siyasî yên welatparêz wekî siyasetmendar Hevrîn Xelef yên ku roleke sereke di şoreşa jinan û têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞˈê de lîstine dike hedef. Lê em dibînin ku hesab ji kujerên jinan nayê pirsîn û adalet û aştî pêk nayên.”
Loqo bang li hemû tevgerên jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn kir û xwest li dijî hişmendiya ku şidetê dimeşîne, xweparastin û zanistiyê pêşbixin û wiha pêde çû: “Her wiha bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê hate kirin “Em hêza xwe bikin yek û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwebiparêze û hêza xwe ya parastina jin pêş bixin.”
Bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wê ji dîrokên 10-25’ê Mijdarê bi silogana “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” werin lidarxistin.
Bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wiha ye:
-Li gund û bajarokan wê semînerên danasîna girîngiya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî werin dayîn.
-Wê li bajaran civînên girseyî werin lidarxistin û senevîzyon li ser tundiya li ser jinan werin pêşandan.
-Wê li tevahî kantonan belavok werin belavkirin.
-Li bajaran wê di nava 3 rojan de perwerde li ser qanûna malbatê, zayendparêzî û hevjiyana azad ji mêran re werin dayîn.
-25ˈê Mijdarê wê li ser asta kantonan meşên girseyî werin lidarxistin.
-Bi beşdariya şandeyek ji Almanyayê wê atolyayek li ser qetilkirina jinan were lidarxistin.
-24ˈê Mijdarê wê bi armanca bidawîkirina tundiya li ser jinan kampanyeke haştagê li ser medyayên dîjîtal were destpêkirin.
-Wê mal werin ziyaretkirin, rewşa jinan were şopandin û Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî were nîqaşkirin.
-Li tevahî kantonan wê şanoyek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve were pêşkêşkirin.
-Wê der barê cûreyên tundiya li ser jinan de panel û komxebat werin lidarxistin.
-Her tevgereke û rêxistineke jinan jî wê li gorî bernameya xwe ya taybet çalakiyan li dar bixin.