Endam û nûnerên jin ên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin, komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara yên bi destê çekdarên Dîfa El Wetenî û yên hikumeta Şamê pêk hatin, şermezar kirin. Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya li kantonên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê daxuyaniyek hevbeş da.
Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku hikumeta Şamê ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de gelê herêmê bi kuşt, revandin û koçberkirinê re rû bi rû hiştibû dixwaze herêmê vegerîne bin kontrola xwe û got: “Hêzên vê herêmê di oxira rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran şehîd dane.”
Jinan komkujiyên li Dehle û Cidêdet Begar şermezar kirin û diyar kirin ku sivîl bi zanabûn hatin hedefkirin. Jinan bang li civata navneteweyî kirin ku hesabê ji êrişkeran bipirse.
Jinan piştre dirûşmên “Bijî xwişk û biratiya gelan” û “Na ji qetilkirina sivîlan re” berz kirin. Bi heman armancên Mecilsa Jinan a Sûriyeyê daxuyayniyek da. Jinan li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idlib El Xedra daxuyanî dan.
Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîba Mihemed daxuyanî xwend û diyar kir ku armanc ji êrişên li ser Dêrazorê derxistina nakokiyan di navbera gelên herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Di serî de jin û rûspî bang kir ku ji êrişan hişyar bikin û pê nayên xapandin.
Jinan komkujiyên li Dêrazorê şermezar kir
Jinan komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara şeremzar kirin û xwestin hesab bê pirsîn.